24 februari 2010

Dibê Diyarbakir Spor Baskê ji xwe ra bike nimûne

Siyasetmedar û serokê ”Antep Sporê” yê berê Celal Dogan, do li Diyarbekrê di Konferansa Sporê da axaftineke dîrokî kiriye.
Ji bo vê axaftina wî, ez wî ji dil û can pîroz dikim…
Celal Dogan, li ser Diyarbekir Sporê teşbîhek pir baş û pir xweş kiriye, gotiye,”Taximekî weke Neteweyên Yekbûyî ye. Ji her welatî lîstikvan hene. Taximên Baskê(Bîlbao yek ji van taximan e) tenê ji baskiyan pêk tên. Dibê hûn jî wiha bikin. Li Diyarbekrê dibê hûn sporê di nava gel da belav bikin.”
Celal Dogan kurdekî ji Niziba qeza Dîlokê(Entabê)ye û kurdperwerekî salên 1960-î ye.
Dogan, çend dewran serokatiya belediya Dîlokê kir û dûra jî bû serokê ”Antep Sporê”.
Dogan, him di serokatiya belediyê da û him jî di seroktiya ”Antep Sporê” da serkeftinên pir mezin bi dest xist û xizmetên wî li Tirkiyê olan da.
Di dema serokatiya wî da him Dîlok weke bajar pir bi pêş ket û bû bajarekî pir modern û him jî ”Antep Spor”ê serkeftinên pir mezin bi dest xist, bû hempayê taximên Tirkiyê yên weke Galatasaray, Fenerbahçe û Beşîktaşê û gelek caran jî zora wan bir.
Yanî Dogan, merivekî xwedî tecrûbeye û dizane çi dibêje.
Loma jî gotinên wî yên derbarê Diyarbekir Sporê da gelkî kêfa min anî û ez gelkî dilşa kirim.
Çimkî di gotinên Dogan da perspektîvekî netewî
heye, ji kurdan ra dibêje, kurdino, ji xwe ra bin, taximên xwe çêkin û di taximên xwe da bilîzin.
Dogan di axaftina xwe da hin şîretên dîrokî li Diyarbekriyan û kurdan kiriye, gotiye, dibê hûn weke baskiyan qedir û qîmetê bidin lîstikvanên xwe yên kurd.
Ev gelkî girîng e, dibê di vî warî da kurd xedî siyaseteke diyar bin.
Û dûra jî dîsa ji Baskê nimûne daye, gotiye:
”Herin binêrin. Li herêma Baskê hemû lîstikvan baskî ne. Li vir hûn jî bi xebatên bingehîn dikanin viya pêk bînin. Ji dêlî ku em lîstikvanan îxrac bikin, em îthal dikin.”
Vana tespîtên pir hêja û pir girîng in, kesê ku dilê wî ji bo gelê wî lê nede û ne xwediyê dîtin û şiûreke netewî be wiha napeyive.
Dogan gotiye, li Tirkiyê 11 hezar antranor û 18 milyon xort hene. Ji vana dikane artêşeke futbolê çêbibe.
Bi rastî jî wisa ye, di nava vî 18 milyonî da çend milyon xortên kurd in, gelekên wan bêkar in wer li kuçan digerin ya jî bi nanzikê ji xelkê ra dixebitin.
Heger bingehek sporê ya perwerdê û bi taybetî jî ya futbolê were danîn û bi hezaran zarokên kurd ji zaroktî da dest bi lîstika futbolê bikin, di nava çend salan da ewê bi hezaran lîstikvanên meşhûr ji Kurdistanê jî derkevin.
Hollandî ji Afrîkayê ya jî ji hin welatên feqîr lîstikvanên zarok yên xwedî qabîliyet dibe Hollandayê, perwerde dike û dûra jî difroşe.
Baskî jî wiha dikin, ew jî zarokan ji destpêkê perwerde dikin û piştra jî him di taximê xwe yê netewî da didin lîstikandin û him jî difroşin û salê bi milyaran qezenc dikin.
Heger hinek fînasman û çend kesên weke Celal Dogan xwedî perspektîveke netewî hebin kurd jî dikanin eynî tiştî bikin.
Ev gotinên Celal Dogan wek derba ku li hedefê keve, gihîşt hedefa xwe, tam li 12-a ket. Di pêşerojê da ewê fêkiyên xwe bide. Ez sedî sed emînim ku kurdên li gor van armanc û hedefan gavan bavêjin û Diyarbekir Sporê jî zûdereng rojekê bibe "Barcelonaya Kurdistanê."

1 kommentar:

  1. Xalo,
    Her tisht jî rast e. Lê carina ez dibêm yan em kurd ji binî va ehmeqên ehmeqan in yan jî bi rastî em dijminê qewmê xwe ne.
    Yanî chawa dibe ku kurdê ku bi navê kurdan sî-chel sal in siyasetê dike, lê nikare mijar u tevgerên ku di pêkhatina neteweyekê da wekî av u nên alavên herî girîng in, bibîne? Bi fikra min be kesên weha bi temamî kesên ehmeq u niyetxirab in. Kesê herî ehmeq jî dizane ku di chêbuna hestên netewî da hemî endamên netewê, hemu shexsên ayîdî vê netewê xwedî rol in. Ango netewe encema van takekesan e.

    Bêshik li gorî xwe hin tevger yan jî dezgehên di nav netewê da roleke mezintir dilîzin. Futbol, ango bi taybetî spor îro pergala herî mezin u bi tesîr e di xurtkirina hestên netewî da. Serkeftinên di muzîk, huner, zanyarî u chandê da jî ewqas muhîm in.

    Ango xalo, ez qet nikarim fam bikim, chawa dibe ku kurd van nabînin u li gor pêwîstiya van tevnagerin. Lê di nav neteweyekê da bi forma ku mesele PKK Apo derdixe pêsh, fikirên weha fashîzan u totalîter serdest dike, bixwaze nexwaze pêsheroja wê netewê tarumar dibe. Îmkanê nade tu kesî ku di nav civatê da mêjiyên afirîner derkevin, mesele: Iraq u Seddam, Suriye u Esad, Almanye u Hîtler, Rusiye u Stalîn, Chîn u Mao, Îran u Humêynî u hwd. Bi tevayî jî welatên herî xwînmij in u ti qîmeta shexsan tune. Loma jî di her warî da pashta mane u bune sharlatanên roja me!

    Silavên germ

    Pîran Tîr

    SvaraRadera

PARVE BIKE