17 januari 2010

Tirkiyê Îsraîl tam nakawt kir

Piştî krîza ”kursiya nizm û bilind” ya di nabêna Îsraîl û Tirkiyê da wezîrê parastinê yê îsraîl Ehud Barak îro li Anqerê mîvanê tirkan bû.
Lê serokên dewleta tirk qet rû nedan Barak û daxwaza wî ya hevdîtinê qebûl nekirin.
Ehud Barak, vê sibehê zû gihîşt Anqerê û pêşî çû ”Anitqabîr” yanî çû gorra Ataturk ziyaret kir.
Lê ne serokwezîr Erdogan, ne serokkomar Abdullah Gul û ne jî serokerkan Îlker Başbûg, bi hin bahaneyên pelapûçî bi Ehud Barak ra rûneniştin û hersiyan jî daxwaza wî ya hevdîtinê red kirin.
Abdullah Gul, rêwîtiya xwe ya Stenbolê, Erdogan haziriya gera xwe derva ya sê rojan û serokerkan Başbûg jî li derî Anqerebûna xwe kir bahane û yekî jî wexteke hevdîtin neda Barak.
Loma jî Barak, qîma xwe bi hevdîtina bi wezîrê derve Ahmet Davutoglu û wezîrê parastinê Vecdî Gênul anî.
Dibê ev miameleya tirkan ya rencîdekar ji bo dewlet û hukûmeta Îsraîl heqareteke pir mezin be.
Dewletek ancax dikane hewqasî biçûk bikeve…
Bi gotineke herî sivik, serokên tirkan, îsraîlî rezîl û riswa kirin.
Gotinek me kurdan heye, dibêje ”Xwedê kesî şaş neke, şaş kir fahş neke, fahş kir bi erdê ra kaş neke.”Tirk nuha îsraîliyan bi erdê ra kaş dikin.
Tê gotin ku mijara hevdîtinan ya herî girîng balafirên”heron” yê bêînsan in. Tirkiye plan dike ku ji dewleta Îsraîl ji bo şerê li hember kurdan çend balafirên ”heron” yên bêînsan bikire.
Lê piştî krîza “one minute” Erdogan ya li Davosê û nuha jî krîza ”kursiya nizm”, Îsraîlî ditirsin ku Tirkiye kirîna balafiran îptal bike.
Loma jî li hmber tirkan xwe hewqasî pîs dikin.
Heme hema hemû serokên wan yeko yeko ketine rêzê û ji tirkan uzrê xwe dixwazin.
Lê tirk zalim in, carê ketine ser dilê wan, loma jî bi rehetî dev j iwan bernadin. Çimkî ew dizanin ku li ba Îsraîl pere ji xurûr heysiyeta siyasî girîngtir e, ji bo çend quriş pere tirk bi şîrmaqan bi wan kevin jî ewê xwe nexeyidînin.
Mesela îro Erdogan, di dema gera xwe ya Erebîstana Suûdî da beyanên Ehud Barak yên uzurxwaz baş dît şirove lê pê ra jî hin ”nesîhetên” gelkî giran li îsraîliyan kir, got:
”Tirkiye berî nuha bi sedsalan çibû, dema komar ava bû çibû, nuha jî eynî Tirkiye ye, naxwaze zêde pê were lîstin. Îktîdareke wiha li ser hukim e, dibê ez viya bibîrxînim.”Dibêjin lêwik deng li bavê xwe kir, got, ”bavo min diz girtiye.” bavê got, ”lawê min berde bira here.”Lêwik dîsa bag kirê, got, ”bavo ez berdidim lê ew min bernade.”Ya îsraîliyan jî bû ev mesele, ew dev ji tirkan berdidin lê tirk dev ji wan bernadin.
Bi saya serê vê pepûkiya îsraîliyan, Erdogan û tirk di çavên ereb û farisan da bûn hûtê heftserî.Ev çend roj in çapemeniya Îranê û ereban habîre pesnê Erdogan û tirkan didin, dibêjin Îsraîl ancax ji zimanê tirkî fêm dike, ji bo Îsraîl bitirse dibê meriv pê ra bi tirkî bipeyive.
Xwedêgiravî dibêjin ”cuhû biaqil” in, Îsraîl dewleteke cidî û xwedî tecrûbeye, dîplomasiyê baş dizane.
Lê di krîza ”kursiya nizm” da terket ortê ku tu jahrê jî nizanin. Heger bizanîbûna xwe hewqas rezîl nedikrin.
Ev quretî û çavsoriya tirkan ji mêraniya wan bêtir ji ecemîtiya îsraîliyan ya dîplomatîk û siyasî tê, wan xwe xist vî halê xerab.
Lê bi baweriya min heq kirine…
Dewleta Îsraîl ji bo menfeeta xwe piştgiriya artêşa tirk û dijminatiya AKP-ê û hewildanên gavên demokratîk dike.
Loma jî AKP çi bîne serê wan jî heq kirine, bira hinekî din di erdê vegevizînin. Bira bi çavê serê xwe bibînin ku tirk dikanin wan têxin çi halî.
Ya din jî nabêna wan û tirkan çiqas xera bibe ji bo me kurdan hewqas baş e, çimkî di şerê kurdan yê netewî da ew heta nuha tim hevalbendê dewleta tirk bûne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE