01 december 2009

Bi pêkenînekê rastiye Ataturk

Meraqa Ataturk
Vê buharê dema serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul çû Îranê, wezîrê derve yê Îranê Muttekî taximek fîncanê qahwê diyarî da Abdullah Gul û dûra jî ji heyeta tirk ra ev pêkenîneke li ser Ataturk got:
Muttekî gotiye, rojekê Ataturk û hevalên xwe çûne qahweyekê, 7-8 kes bûne. Qahwecî berê ji Ataturk pirsiye, gotiye:
-Hûnê çi vexwin?
Ataturk gotiye:
-Ji min ra qahweyeke bi şekir.
Kesên din jî hemuyan gotine, ”Kahwe.”
Kahwecî çûye, qahweya her kesî aniye. Berê qahwa Ataturk û dûra jî bi dor, qahwa her kesî daniye ber.
Her kesî qahwa xwe vexwariye. Lê berî çûyinê Ataturk ban qahwecî kiriye, gotiye:
-Min pir meraq kir. Min qahwa xwe bi şekir xwest, lê hevalên din kesî tiştek negot. Te çawa zanî bû ku ewê qahweyên xwe çawa vexwin?
Qahwecî gotiye:
-Helbet ez fikirîm, min got hûn çawa vexwin ewê jî wisa vexwin. Ma qey ewê îtîraz bikin?
Ji ber ku ev pêkenîn li Tehranê ji alî Muttekî va hatiye gotin, bi heyeta tirk gelkî ne xweş hatiye lê nikanîbûne tu bersîvê jî bidin.

Ferqa gotinêTuxtorê nexweşxaneya dînan ji bo ku halê nexweşên xwe bibîne li nexweşxaneyê digeriya.
Bala xwe dayê ku çend dîn li quncikekî li hev kom bûne, bi dor yek reqemekê dibêje û yên din jî hemû pê dikenin.
Vê yekê meraqa tuxtor zêde kir û j iwan pirsî, got,
-Ji bo çi piştî her reqemekê hûn dikenin?
Ji nava komê yekî bersîv da û got:
-Me numre daye hemû pêkenînên em dizanin, gava em dibêjin 5 pêkenîna numreya pêncan tê bîra me û em pê dikenin. Gava em dibêjin 6, 7 pêkenînên 6 û 7-an tên bîra me û pê dikenin.
Li ser vê, tuxtor got, wê demê hela ka ez jî yekê bibêjim û dûra jî got 5, lê deng tune, got 6, dîsa deng tune, got 7 dîsa ji kesî deng derneket.
Tuxtor matmayî ma û pirsî, got:
-Gava ez dibêjim çima hûn nakenin?
Dînekî bersîva da, got.
-Tuxtor beg, di nabêna gotin û gotinê da ferq heye...

Ne ker e ku bibêjim…Rojekê yekî di civateke gund da bêhemdî tirek kir. Hemû kesên civatê berê xwe pê da kirin û pê keniyan. Xwediyê tirê bala xwe dayê ku dawiya kenê milet nayê, her kes li hev mêze dike û dikene. Mêrik berê xwe da civatê û got:
-Ma hûn bi çi dikenin? Ne ker e ku ez bibêjim HÛŞ ! û ne KÛÇIK E ku ez bibêjim hoşt! Ji nişka ve bazda û çû. De îcar sûcê min çi ye?

DaxwazYekî araqvexwur cara pêşî bû ku diçû mizgeftê. Piştî ku nimêja xwe qedand, dest bi duakirinê kir û got:
-Ey Xwedayê erş û asîman, çend quriş pere bide min feqîrî ku ez ji xwe ra şûşeyek araqî bikirim. Ev çend roj in qultek bi devê min nebûye…
Yê li kêleka wî jî destên xwe vekiribûn û wî jî dua dikir, digot:
-Ey Xwedayê mezin, tu dîn û îmanê bidî min, tu min ji dîn û îmanê mahrûm nekî!
Ji ber ku herduyan jî di rêza pêşî da nimêj dikirin, loma jî dengê wan diçû mele. Piştî nimêjê mele xwe nêzî yê araqvexwur kir û jê ra got:
-Bala xwe bidê, xelk ji Xwedê dîn û îmanê, lê tu perê araqê dixwazî. Ma tu fedî nakî di mala Xwedê ji Xwedê perê araqê bixwazî?
Yê araqvexwur got:
-Mele, li ba meriv çi tunebe meriv wiya dixwaze.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE