08 september 2009

Kela zulmê, Zindana Amedê

Ev demeke di çapemeniya kurd û tirk da li ser girtina Zindana Amedê tê peyivîn.
Hukûmeta AKP-ê, berî were ser hukum soz dabû, gotibû dema ew careke din werin ser hukum ewê girtîgeha Amedê bigrin.
Hukûmet dixwaze vê soza xwe bicî bîne, lê çawa?
Nuha minaqaşe ne li ser girtin ya jî negirtinê ye.
Minaqeşe, li ser piştî girtinê ewê bibe dibistan ya jî muze?
Minaqeşe li ser vê ye.
Dewleta tirk ji bo ku şopa zulm, wahşet, îşkence, hovîtî û cînayetên xwe wenda bike, tu delîl û belgeyê, tu cî û warê van hovîtiyan li pey xwe nehêle, di destpêkê da xwest vê zindana kela zulmê bigre û bike dibistan, ya jî tiştekî din.
Bike dibistan, ji bo ku zarokên kurd li ciyên ku bav û kalên wan bi hovîtiyeke mezin lê hatine qetilkirin çavgirtînko û bi gogê bilizîn.
Dewleteke pir bêûjdan, bêheya û sadîst e...
Lê reaksiyona kurda îcar pir baş bû, bi zanîneke netewî hereket kirin.
Hemû şexsiyet û hêzên kurd bi şîdet li dijî projeye dewletê ya dibistanê derketin û xwestin ku ev kela zulmê, ji bo ku kurd serpêhatî û dîroka xwe, zulm û wahşeta dewleta tirk û liberxwedana gernasên kurdan ji bîr nekin dibê bibe muze.
Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker, li Diyarbekrê di merasima vekirina nexweşxaneyekê da li ser girtina zindana Diyarbekrê peyivî û got, li dewsa zindanê ewê kampusa perwerdehiyê ava bikin ava bikin, lê beşekî jê ewê weke sembol bikin muze.
Eker wiha gotiye:
“Zindana Amedê li ser qadeke 49 donimî hatiye avakirin û ne mumkun e ku em vê qadê hemû bikin muze. Lê, wek tê zanîn, beriya hilbijartinan me soz dabû ku emê zindana Amedê vala bikin û ji bo ku wehşeta li vê zindanê neyê jibîrkirin, emê beşekî jê bikin muze. Nuha em difikirin ku bi qasî bê fêmkirin ku wira zindan bûye, beşekî jê wek sembol emê bikin muze. Yê mayî jî, ji bo li wê deverê pêwistî bi kampusa perwerdehiyê heye, emê kampuseka perwerdehiyê ava bikin.”
Zindana Amedê
piştî darbeya leşkerî ya 12-ê Îlona 1980-î bû kela zulmê, zaliman, bêbext, tirsonek û xayinan, lê her wisa bû kela egîd û gernasên ziravpilingên kurdan û liberxwedanê jî.Di vê kela zulmê da keç û xortên kurd bi xwîna xwe destana mêranî û liberxwedanê nivîsîn û teslîmî zaliman û zulmê nebûn.

Ji bo ku kurd û cîhan wahşeta li hember kurdan hatiye kirin ji bîr nekin, dibê Zindana Amedê jî weke kampa AUSCHWITZ were parstin û bibe mezeyeke wahşetê ya ji dîroka kurdan.Ji bo ku ”şopa zulmê” nemîne, dewlet heta bigihîje gorên serokên kurdan yên qetilkirine jî vedişêrin, wenda dikin, nahîlin kurd herin ser gorra bav û kalên xwe jî.
Gorra Şêx Seîd, Seîdê Kurdî, Seyid Riza, Dr.Fûad û hemû şehîdên din kurd hîn jî nizanin li ku ne û dewletê li ku veşartiye.
Dewlet wiha dike ji bo ku kurd dîroka xwe nizanibin, şuûrê dîrokê bi wan ra xurt nebe, dema neçin ser gorra bav û kalên xwe ewê nizanibin çi hat serê wan jî.
Loma jî dixwestin "Zindana Amedê2 jî weke gorra Şêx Seîd, ji ber çavê kurdan wenda bikin, çimkî qatil naxwazin şopê li pey xwe bihêlin...
Zinadana Amedê, kela zulm û hovîtiyê ev 30 sal in ku ji gelek kurdî ra bûye dojeha îşkencê û liberxwedanê, heta nuha bi dehhezaran keç û xortên kurd, şoreşger û welatpwerwer di vê zindanê da marûzî îşkence û hovîtiyên nedîtî bûne û bi destê qatilên vê dewleta nîjadperest hatine qetilikirin.
Loma jî dibê kurd di muzekirina wê da israr bikin û di vî warî da tu tawîzê nedin, dema "Zindana Amedê" nebe muze piştî demekê emê wahşeta di wê da hatiye kirin ji bîr bikin.
Dibê Zindana Amedê jî weke kampa AUSCHWITZ û kampên naziyan yên din weke semboleke wahşetê bête parastin, ji bo ku di pêşerojê da tirk jî marîfetên bav û kalên xwe bibînin.

1 kommentar:

  1. Xalo,
    Tirk kurdan qet u qet cîddî nagirin. Helbet dê her barbariyê jî li me bikin. Em chi bêjin jî ne bes e. Em ewqas rezîl u sefîl in. Nikarin cîhanê bi ser xwedîyên van gotinan da helweshînin. De bila elmanek rabe tishtekî weha jibo Auschwitz pêshniyaz bike. Tu yê bibînî, dê cihu jiyanê li wî heram bikin. Dê ji dayikbuna xwe poluposhman bibe u xweziya xwe bi mirina xwe bîne. Ya rast, ti elmanek nikare di temamê jiyana xwe da were ser fikreke weha "bê sheref" jî!
    Em kurd lanetkirî ne xalo.
    Silav u rêz
    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera

PARVE BIKE