14 augusti 2009

Xerîteya Ocalan ma buhareke din

Eşkerekirina ”nexşeriya” Ocalan ma buhareke din.
Îro herkes li bende bû ku Ocalan ewê ”xerîteya rê” ya ji bo çareseriya mesela kurd bi riya abûqatên xwe eşkere bike.
Lê mixabin ev hêvî bi rast negeriya, li gor beyana abûqatên wî, Ocalan nivîsîna ”xerîteyê” hîn neqedandiye, bixêr û xweşî heta roja çarşemiya pêş me ewê biqedîne.
Weke her hefte, vê heftê jî çar abûqat, Omer Guneş, Aydin Orûç, Aysa Ulker û Serkan Akbaş bi helahelayeke mezin û çûn serdana Ocalan.Li gor çapemenî dinivîse, herçar abûqat li dora 5 saetan bi Ocalan ra peyivîne û dûra jî vegeriyane Gemlikê.Di dema çûn û hatinê da gelek rojnamevan jî bi meraqke mezin dane pey abûqatan. Piştî vegerê, ji abûqatan Omer Guneş daxuyaniyek daye û gotiye, ”Xerîteya rê neda. Hîn hazir nekiriye. Em li hêviyêne ku heta roja çarşemiya pêş me biqedîne.”Ji hilbijartina 15-ê tebaxê ra gelkî kêfa min hatibû, lê li gel vê jî min tam bawer nekiribû ku Ocalan ewê di vê rojê da plana xwe eşkere bike.
Ez jê bi şik bûm
Loma jî di nivîsa xwe ya 28-ê temûzê da min bi şik li tarîxa 15-ê tebaxê nêrîbû û wiha gotibû:
”Heger li ser ”rica dewletê” tarîx neyê guhertin, ”pakêta” Ocalan ya jî bi gotina wî ”xerîteya rê”, ewê di 15-ê tebaxê da were eşkerekirin.Lê hin berdevkên dewletê rexne li vê tarîxê girtin, gotin hilbijartina vê tarîxê bêminetkirina dewletê ye û dibê rê li ber vê yekê were girtin.Dewlet li dijî tarîxa ”15-ê tebaxê” ye, ji ber ku di roja 15-ê tebaxa 1984-an da PKK-ê girt ser bajarên Erûh(Dihê) û Şemdînanê û şerê çekdarî da destpêkirin.Loma jî PKK, hersal roja 15-ê tebaxê weke roja serhildanê pîroz dike.Bi îhtîmaleke mezin Ocalan ewê berî 15-ê tebaxê pakêta xwe veke. Ez hêvî dikim ku texmîna min şaş be û Ocalan tam di 15-ê tebaxê da "xerîta xwe ya rê" eşkere bike.”Mixabin texmîna min rast derket, Ocalan ”xerîta xwe ya rê” di 15-ê tebaxê da eşkere nekir, bi îhtîmaleke mezin li ser daxwza dewletê hîşt rojeke din.
Di nivîsa xwe da min gotibû Ocalan ewê ”berî 15-ê tebaxê pakêta xwe veke”, lê ne berî wê, hîşt piştî wê.
Lê ya girîng ne berî ya jî piştî 15-ê tebaxê ye, ya girîng îptalkirina tarîxa 15-ê tebaxê ye, di vê nuxteya esasî da texmîna min rast bûye.
Ez gelkî li ber ketim...
Heger ez ne şa şim heta nuha hemû hevdîtinên Ocalan li dora 45 deqîqe û saetekê ne, lê ya îcar tam 5 saetan ajotiye.
Ev yek jî nîşan dide ku Ocalan bi abûqatan ra dûr û dirêj peyivîye, gelek tişt ji hev ra gotine.
Heta nuha tu carî destûra 5 saet hevdîtin nehatiye dayin.
Çima îcar ev destûr hat dayin?
Maneya xwe ew e ku hewcedariyek hebûye û dewletê jî ji bo vê yekê ev destûr daye.
Herçî mesela “nivîsandin neqediyaye” qet nakeve serê min, bi ya min ev îdîa dereweke bêbinakeye.
Heger “nivîsandin neqediyaye” wê demê 5 saet hevdîtin ji bo çi bû?
Dibe ku tiştên hatine gotin, berî belavkirinê dibê hin meqam bibînin, bixwînin, li abûqatan baş guhdarî bikin, dûra destûra belavkirinê bidin ya jî nedin.
Tiştekî din yê balkêş, li gel ku 5 saet hevdîtin kirine, abûqatan dîsa jî tu tişt negotine, hercar piştî her hevdîtinê dibûn bilbilxweş dixwendin.
Lê îcar tu dibêjî qey kuliyan zimanê wan xwariye, qet tiştek negotine.
Pir xerîb e...
Herkesî meraq dikir, gelo Ocalan îro ewê çi bigota?
Bi texmîna min Ocalan ewê tiştekî nuh nebêje, heta îro çi gotibe ewê eynî dîtin û pêşniyaran dubare bike.
Heta, ji bo ku dewletê zêde “neqeherîne” dikane îcar hin tiştên pir kêmtir bibêje û bixwaze.
Ji bo ku Ocalan tiştekî zêde û radîkal nebêje, dewletê pir israr bike, dibe ku ev paşdexistin jî ji ber wê be.
Gava qeder û îradeya miletekî têkeve destê şexsekî û ew şexs jî girtî û êsîrê dijmin be, bêguman dijminê bixwaze girtî û êsîrê xwe bi darê zorê bîne rê, daxwzên xwe pê bide qebûlkirin.
Ji dêlî ku Ocalan bibêje temsîlkar û nûnerê miletê kurd DTP, PKK, KCK û kesên azad in, ne ez im, DTP, PKK, û KCK dibêjin nûner ne em in, nûner Apo ye, herin bi wî ra rûnin û bi wî ra li hev bikin.
Ev yek him şansê bazara kurdan pir û pir zeîf dike û him jî ewê li ser kurdan pir buha rûne.

3 kommentarer:

  1. Xalo,
    Bi rastî min qet hêvî nedikir ku di 15 tebaxê da Apo wahiyên xwe eshkere bike. Nikare bike, heger bike jî dê her tisht li gor daxwazên dewletê bibe. Gotina ku qasho neqetandiye, dereweke bê binî ye.
    Tishtê ku Apo nuh bibêje tune. Tirsa min ew e ku dê vê pêvajoyê bike qurbana psîkolojiya xwe ya derbeder u bê derman. Dê careke din miletê kurd bike qurbana siyaseta tirkên nijadperest (ya rast chiton be di xwe da tirkîtî heye!).
    Pir muhîm e, divê vê demê hin hêzên din yên kurdan derkevin u pêvajoyê li gor berjewendiyên kurdan bi rê va biben. Ne di Apo, Pkk, KCK u ne jî di DTPê ew îdraq u dîrayet heye. Anegorî vê yekê Apo tenê fîguraneke komîk ya tarîxî ye.
    Silav
    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera
  2. Kek Zinar,
    Bi fikra min di "nexsheya" Apo da dê ji gotinên wî yên vala u kemalîst pê va tishtekî aqilane dernekeve. Her tevgera siyasî ya Apo li gorî mebestên dewleta tirkan pêk tê. Bila kurd zêde hêviyan nekin, lewra dibe ku dîsan wekî sala 1999an bikevin nav buhraneke netewî u dawiyê li bîr u baweriya xwe ya dîrokî bînin. Dê xwebixwe xwe pir biêshînin.

    Rêz u rêzdarî
    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  3. Xalo,
    Hey bila sed u yek carî (pardon) tifu wê xerîteyê be. Camêr chawan jî bi zimanê tirkî difikirin. Di kurdî da bobelateke wekî "nexsheya rê" tune (tirkî "yol haritasi"). Hadê qet nebe mirov dibêje "nexsheya chareseriyê". Yabo welleh u bîlleh hezar u yek shevan tifuuu li wê nexsheyê u wesselam.
    Silavên germik
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE