23 augusti 2009

Kurd dibê mitleq vê pêşniyarê bi rast bigerînin

Li Tirkiyê û Kurdistanê di van rojên dawiyê da gelek bûyerên girîng li ser hev diqewimin.
Ji van bûyeran yekê sê çar roj berê gelkî bala min kişand û min pir muhîm dît, lê min fersend nedît ku çend gotinan li ser binivîsînim.
Wê rojê di malpera Netkurdê da li ser nivîseke Alî Fîkrî Işik xeberek bi ber çavên min ket.
Di xeberê da dihat gotin ku, ”birêvebirên malpera Diyarinsesi.org-ê gotar, minaqeşe û şiroveyên li ser di stadûyma Diyarebekirê û di maçên Diyarbekirsporê de, tezahurata bi kurdî ji malperê derxistine.”
Û dawî dane vê minaqeşeyê.
Birêvebirê malpera ”Diyarinsesî.org”ê ji Alî Fikrî Işik ku bi gotara xwe ya dawî minaqeşeye tezahurata bi kurdî dabû destpêkirin re namyek şandiye.
Di nameyê da tê gotin, ”ne hedê wan e ku ew qalîteya gotarên Alî Fikrî Işik minaqeşe bikin, lê gotara wî ya ku tê de daxwaza tezahurata bi kurdî hatiye kirin, ew xistine tengasiyê û ji ber vê yekê jî ew dawî li nivîskariya wî ya bo malperê tînin.”
Alî Fikrî Işik
, di nivîsa xwe ya dawî da ji alîgirên Diyarbekirsporê xwestibû ku divê êdî ew di stadyûma Diyarebekirê da dev ji tezahurata tirkî berdin û dest bi tezahurata bi kurdî bikin, dibê kurd ji Diyarbakirsporê ra êdî kilam û marşên kurdî çêkin.

Ev dîtin û pêşniyara Işik ya netewî, rast û gelkî girîng bûye sebeb ku berpirsiyarên malperê him dawiyê bidin nivîskariya Işik û him jî rê li ber minaqeşeyên li ser vê mijarê bigrin.
Ev pêşniyara Alî Fîkrî Işik, li gor baweriya min di van salên dawî da pêşniyara herî cidî û herî bi îsabet e ku ji bal kurdan ve tê kirin.
Alî Fîkrî Işik, bi vê pêşniyara xwe bi tamara dilê asîmîlasyonê girtiye, tiliya xwe tam daye ser devê birînê û teşhîsa derman û tedawiyê jî baş kiriye.
Û ji bo vê ye jî bala xwe bidinê, kes û hêzên hevalbendên dewletê ketine panîkê û tavilê him nivîs ji malperê derxistine û him jî dawî dane nivîskariya Alî Fîkrî Işik.
Çimkî dijmin baş dizane ku gava ev pêşniyar û ev dîtin di nava kurdan da belav bibe û cî bigre û kurd dest pê bikin marş û şîarên bi kurdî çêkin, tezahuratê bi kurdî bikin, belkî jî cara pêşî ewê bikanibin bi rengekî pir cidî piştê li asîmîlasyonê bişkînin.
Dijmin dizane, bi vê riyê zimanê kurdî him ewê bi pêş keve, dewlemnd bibe, hin gotin û formên nuh li xwe zêde bike û ji wê jî girîngtir, kurdî bi şiklekî pir cidî ewê têkeve devê zarokan, devê pêxwas û sûtalên kuçe û kolanan.
Slogan û marşên kurdî ewê têkeve devê milyonan, di dîrokê da cara pêşî bi milyonan kurd ewê bi hev ra bi kurdî bistirên û tezahuratê bikin.
Di her maçê da ewê bi sedan, bi hezaran bandrolên bi kurdî li asîmanên stadyûmên Tirkiyê û Kurdistanê li ba bibin.
Amîgoyên kurd ewê çêbibin, bi sedan stran û dîlokên bi kurdî ewê werin xulaqandin.
Û bi van hemû bandrol, slogan û marşên bi kurdî ewê kîtle û tereftarên Diyarbeksporê bêtir bibin kurd, ev reng û ev dengên cihê ewê kurdan û tirkan weke nîsk û nokan ji hev bigerîne, nasnameya kurdayetiyê ewê xurttir bibe.
Loma jî dijmin ji vê pêşniyara Işik pir û pir aciz bûye û tirsiya ye. Û ji bo wê jî bi emrekî rê li ber belavbûna minaqeşeyê girtine.
Heta ku zimanê kurdî, zimanê çend nivîskar û ”întellektuelan” be, di qadeke pir teng da were bikaranîn tirsa dewletê jê çênabe, ji bo wan pir ne tahlûke ye.
Lê kurdî gava bibe zimanê bi milyonan keç û xortên sporhez, kurdên ne siyasî, a wê demê ji bo dewletê tahlûkeyeke mezin peyda dibe.
Û ji xwe ji bo vê yekê ye ku ”dewletê” û destikên wan yên di nava kurdan da di cî da midaxeleyî nivîsa Işik û minaqeşeya li ser wê kirine û nehîştine ku ev mesele zêde belav bibe û ”kerr” werin biguhkirin û çavên ”koran” vebe.
Bi tezahurata bi kurdî, kurdê di erdekî(zeviyekî)beyar da dest bi çandiniya sebze û mêweyên cûr ber cûr bikin, bax û beçeyê zimanê kurdî ewê dewlemendtir bibe, bibe xwediyê gelek kulîlk û mêweyên nû.
Li dijî asîmîlasyonê di van salên dawî da kurdan hin tiştên baş gotine û hin gavên hêja jî avêtine, lê heta nuha kesî bîra pêşniyareke wiha nebiriye.
Ev pêşniyra Işik, di warê tedbîr û xebatên li hemberî asîmîlasyonê da pêşniyareke dîrokî ye û dibê kurd di hemû platforman da, di malper û rojnameyên xwe da, di programên telewîzyonan da vê mijarê geş bikin û nedin jibîrkirin.
Li alî din, Alî Fîkrî Işik bixwe jî, dibê dev ji vê meselê bernede, dibê di malperên kurdî yên din da minaqeşeya vê mijarê bide domandin û ji hemû nivîskarên kurd jî piştgirî û alîkariyê bixwaze. Bi ya min ev pêşniyara Alî Fîkrî Işik heger kurd bi rengekî cidî lê xwedî derkevin dikane bibe weke kuçê ku meriv bavîje ji avê da, xelek bi xelek ewê fireh bibe.
Lê bêguman di vî warî da vatiniya herî mezin dikeve hustuyê hêzên xwedî îmkan û wasite û ew jî DTP û PKK ye.
Kurd mitleq dibê vê pêşniyara tezahurata bi kurdî têxên jiyanê û berfireh bikin...

4 kommentarer:

  1. Xalo
    Jibo yekîtiya neteweyekê chalakî u tevgerên bi girseyî ji hemî îdeolojiyan hezar carî bi tesîrtir in. Bêshik bi saya spor, muzîk u rêzefîlman mirov dikare civateke nu biafirîne.
    Lê dewleta tirkan vê yekê pirr bash dizane u jjiber vê jî partiyên kurdan li gor berjewendiyên xwe manîpule dike. Chiqas tishtên herî bêkêr u bêaqil hene, li wan dide kirin. Binêre, her cara ku hevdîtinên Apo tên weshandin, mirov hew dikare rastî vegotineke mantiqî ya ku jibo yekîtiya neteweyekê bikaribe bibe agir u benzîn bibîne. Bi fikra min dewleta tirkan Apo (u PKKê) bi zanetî bi tishtên wekî Hegel weha gotiye, Marx u Lenîn wilo gotine, Sokrates ew tisht kiriye u hwd. ra manîpule dike. Bêguman divêt miletê kurd hînî her tishtî bibe, bila ji her tishtî bikaribe hin tishtan jibo berjewendiyên xwe yên netewî bi kar bîne. Lê yê ku tê kirin, ne ev e, psîkopatî ye. Heger zimanek di nav gel da, ango di nav sinifa jêrîn da neyê peyîvîn, êdî ev ziman hew dikare ji mirinê xelas bibe u zimanekî mirî ye.
    Loma jî divê kurd di statyuman da tenê bi zimanê kurdî biqîrin, di konseran da bi zimanê kurdî bang bikin, di televîzyonê da tenê li rêzefîlmên bi kurdî temashe bikin.

    Ez A. F. Ishik pîroz dikim jibo fikrên wî yên netewehezî. Aha va ye ez bi xwe jî bi salan in ku vê li her derê dibêjim, lê kes xwe pê nayêshîne.

    Mesela mirov dikare vê sloganê bavêje:

    - Ameeed Amed, berê xwe da welat!
    - Ameeed gol tavêt (diavêt), Galatasaray kun tavêt!
    - Amed got goool, Galatasaray bu choool!
    - Kurdistan rabu golan, tirkan da du olan!

    Silavên bi rêz

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  2. Wellahî ez jî tev li fikrên xalê Zinar u yên kek Pîran dibim. Bi zanîna min hemî welatên mezin u pêshketî sporê jibo neteweperestiya xwe bi kar tînin. Bi taybetî jî heger sportmenê wan di musabayekê da bi serkeve, wî kesî wekî pêxember li ser tiliyên xwe digerînin, bi rojan beshdarbuna wî kesî programan di televîzyonan da didin chêkirin u hebuna neteweya xwe pê kîptir (saxlemtir) u hêztir dikin.

    Mixabin ku miletê me li duv sloganên puch u vala hemî enerjiya xwe xera dike. Ne hewce ye ku ez li vir wan sloganên bê mahne binivîsînim. Jixwe nivîsandina wan jî mirov aciz dike, gêjo-mêjo dike, mirov dibe ehmeq u diche.

    Rêz u rêzdarî

    Lawkê Cholemêrgê


    Nîshe: Divê malperên kurdan ev nivîsa xalê Zinar di malperên xwe da biweshandina.

    SvaraRadera
  3. Xalo
    Ez îmzeya xwe li bin nivîsa te u yên hevalên din dixim.
    Aha ev e îro li Amed-ê Amed u Fenerbahche derdikevin hemberî hev. Gerek kurdên li Amed-ê stadyumê bi sloganên welatperwerî ji Fenerbahche-ya fashîst ra bikin dojeh.
    Em binêrin, kurdên li Amed-ê dê bikaribin wekî kurdên saxlem tevbigerin yan na.

    Silav
    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  4. Kek Zinar, ji binî heta serî gotinên we rast in, tishtên pêwîst in. Lê heta ku kurd van neyînin shunê, ti feyda xwe li me nîne.
    De bi destura we tevan: Bijî taxima Kurdistan-ê, bimirin yên tirk, ereb u eceman!
    Hurmet
    Tîrê Qersê

    SvaraRadera

PARVE BIKE