21 augusti 2009

Helwesteke di cî da

Li gor malpera Pûkmedîa dinivîse ji ber girtina Şivan û ekîba wî û helwesta pûlisên kanadî ya ne însanî û ne medenî ya li hember ekîbî, hikûmeta herêma Kurdistanê ji Kanadayê bi rengekî resmî daxwaz kiriye ku divê ew ji gelê Kurdistanê û ji hunermend Şivan Perwer lêborînê bixwazin.
Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê yê karê derve Felah Mistefa di daxuyaniyekê da dibêje, li ser daxwaza serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, nameyeke nerazîbûnê ji hukûmeta Kanadayê ra hatiye şandin û tê da daxwaz hatiye kirin ku divê hukûmeta Kanadayê ji ber wê helwesta neheq ya li hember Şivan Perwer û kurdên din hatiye nîşandan divê ji bi rengekî resmî Şivan û ji gelê Kurdistanê lêborîn were xwestin.
Dema min ev xeber xwend gelkî kêfa min hat.
Dibê êdî xwediyên kurdan jî hebin, dema pêwîst be hinek l iwan jî xwedî derkevin, mafê wan biparêzin.
Min li hemû vîdeoyên girtina Şivan û miameleya pûlis nîşan didin temaşe kir. Bi rastî jî li ciyê rehetiyê, ji ber çavsoriya xwe zulmeke pir mezin li kurdan kirin.
Heger di dewsa Şivan û kurdên din da hinên porzer, çavşîn yanî ewrûpî bûna ez bawer nakim ev hewqasî bêqanûnî û heqaret li wan bikirana.
Lê ji ber ku dîtin ”serreş” in û misilman in, loma jî her babet zulm û heqaret muhah dîtin.
Û li gor baweriya min eynî helwest, eynî miamele li hember kesên ne ewrûpî û misilman li her wealtekî Ewrûpayê dikane biqewime.
Yanî ev ne şêleke tenê mexsûsî pûlisê Kanadayê ye, li hemû welatên Ewrûpayê jî dikane eynî helwest nîjadperest dubare bibe.
Ev cara pêşî ye ku hukûmeta herêma Kurdistanê li hember neheqiyeke li kurdan dibe nerazîbûna xwe nîşan dide.
Li gel ku ji bo xatirê Şivan Perwer be jî, şêleke pir baş e û şayanî teqdîrê ye, divê tim wiha be.
Esas ev ne lutfeke jî, mafê her kurdî heye ku ji hukûmeta herêma Kurdistanê vê şêlê û alîkariyê hêvî bike.
Bi ya min, dibê hemû rêxistin, dezgeh û komeleyên kurdan jî li hember vê şêla pûlisê Kanadeyê bêdeng nemînin, ew jî vê miamleya pûlis di nezda hukûmeta Kanadayê da protesto bikin.
Mesela rêxistinên kurdan li her welatî dikanin nameyeke nerazîbûnî bidin konsulosxaneyên Kanadayê.
Yanî bi rengekî dibê kurd dengê xwe bilind bikin û vê zulma li hember kurdan qebûl nekin.

1 kommentar:

  1. Xalo,
    Ez jî bi tevgera besha Kurdistana azad pirr kêfxwesh bum. Helbet divê kurd li her derê u hertim xwedîtiyê li hev bikin, bêyî ku li fikir, cinsiyet u mevkiya wî/wê kesî pîvan bigirin.
    Bi rastî jî bizava polîsên Kanadayî gelekî heywanî xuya dike di vîdeoyê da. Mirov bêyî hemda xwe dibêje: Chushshshs!
    Silavên bi hurmet
    Pîran Tîr

    SvaraRadera

PARVE BIKE