24 augusti 2009

Careke din li ser tezahurata bi kurdî

Çend dostên hêja li ser nivîsa min ya do(Kurd dibê vê pêşniyarê mitleq bi rast bigerînin)dîtinên xwe anîne ziman û hemûyan jî heq û piştgirî dane dîtin û pêşniyarên min yên derbarê tezahurata bi kurdî.
Ji bo vê piştgiriyê û dîtinên wan yên hêja ez sipasî hemûyan dikim, mala wan ava.
Lê piştgirî û şiroveyên di malperê da têr nake, dibê hin gavên cidîtir werin avêtin, hin xebatên cidîtir werin kirin.
Rica û daxwaza min ji hemû kurdên welatperwer, nas, dost û xwendevanên vî quncikî ew e ku herkes li gor îmkan û derfeta xwe mesela di maçên Diyarberkir sporê û heta di maçên hemû taximên Kurdistanê da ”tezahurata ” bi kurdî, vekirina bandrolên bi kurdî, çêkirina helbest, stran û sloganên bi kurdî di nava kurdan da belav bikin, propagandeya vê dîtinê bikin.
Yên kanibin binivîsin dibê bi zimanê kurdî û tirkî di malperên kurdan da li ser vê meselê rawestin û mijarê tim zindî bigrin, ji dilsoz û alîgirên Diyarbekir sporê, ji diyarbekriyan daxwaza tezahurata bi kurdî bikin.
Yên nikanin binivîsin, dibê bi devkî li her derê, di her cimatê da propagandeya vê yekê bikin, vê dîtinê di nava dilsoz û terefdarên Diyarbekir sporê da belav bikin.
Kesên kanin sloganan, helbestan, staranan û tiştên weke wan binivîsin dibê di zûtirîn wextê da dest bi vê xebatê bikin û wan di nava milet û înternetê da belav bikin.
Tiştên wiah dibê ne ji bo Diyarbekir sporê tenê, meriv ji bo hemû taximên Kurdistanê jî çêke.
Ji ber ku ne Diyarbekir spor tenê, gelek taximên kurdan yên din jî hene, li hember taximê tirkan dibê meriv wan taximan jî biparêze, serkeftina wan jî bixwaze.
Şêleke wiha ewê di nava kurdan da hestên netewî, hestên kurd û Kurdistaniyê vejîne, aîdiyeta kurdbûnê xurt bike.
Kîjan taximê ji Kurdistanê dibe bila bibe, dema bi taximekî tirk ra bilîze dibê meriv tim bibe terefdar û dilxwazê taximê Kurdistanê.
Kurdên zana û têgihîştî dibê bi çavê ”neyar” li taximê Xarpêtê, Sêwasê, Dîlokî(Entabê), Erzeromê nenêrin, şêleke wiha bêtir ewê me ji hev dûr bixe û ji hev sar bike.
Trefdarên Diyarbekir sporê, sporciyên kurd yên têgihiştî ji nuha û pêva di vî warî da dibê xwedî dîtin û siyaseteke kurdî bin.
Mesela dibê rojname û melperên kurdan ne li Diyarbekir sporê tenê, li ser taximên Kurdistanê yên din jî binivîsin, cî bidin maçên wan jî, di malperên xwe da weke taximên Kurdistanî qala serkeftinên wan jî bikin.
Ev şêla rojname û malperên kurdan ewê kêfa terefdarên van taximan bîne û hestên dostaniyê xurt bike.
Bi hêviya ku kurdên jîr û zana vê meselê di ser guhê xwe ra navêjin û bi cidîyeteke mezin li ser bisekinin.
Çar hefte tehtîl weke ba û babelîskê hat û çû, mizgîna min li we, min îro dest bi kar kir.
Û di roja pêşî da jî jinên swêdî ez çavînokî kirim, ez ketim û tu nemabû ku nigê mayî jî têxim ber xwe.
Axirê Xwedê kir ku neşikiya, tenê bi hinek werm xelas bûm...

3 kommentarer:

  1. Xalocan,
    Van pêshniyazên we karên berî bîst salan bun. Lê wekî her tishtê me, ev jî chem u chem di xew da chu jibo sayin bashqanê narsîst u egoîst.

    Ez dibêm bila partî u sazgehên kurdan van kar u barên jibo machê bigirin ser xwe, ango bila sloganan, bandrolan, al, pushî, kinc u tishtên din jibo taximên Kurdistan-ê bidin chêkirin. Bila kurd jibo îmkanên wilo sponsoran peyda bikin. Bila herkes jibo taxima xwe berî machê dakeve ser kolanan u bi kurdî bide ber meth u senayê...

    Bi fikra min, heger kurd vê bikin, dê di nav salekê da bingeha netewa xwe kîptir bikin.

    Gelo Apo-yê ku nikare bi du kelîmeyên kurdî mebesta xwe îfade bike, ewê chiton welatperweriya Kurdistan-ê chêbike? Bila siyê neke (bi navê kemalîzma wî!), wekî din kes jê tishtekî naxwaze.
    Silavên germ
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  2. Xalo,
    Min gava din li kurtedîmenên ji macha Amed-Fenerbahche-yê temashe kir. Bi destura te/we ez dixwazim fikrên xwe wekî holîganekî Amed-ê bînim zimên:

    Shêrê min Amed-ê pirr feleket dest pê kir. Li ser chîmên Kurdistan-ê taxima min, sheref u namusa min Amed-ê gola yekan bi lez kire tirkên xwînheram. Tirr di wan da kirin fis. Shêrên me bêyî ku bêhna xwe berdin, wekî hespê seglawî xwe bi ser dijminên xayîn u xapînok da berdidan. Lê di vedora duyan da hakemê bênamus u qehpik bela xwe li Amed-ê veda u berneda ku shêrên me zêdetir bixin tirkên charix buyî. Îcar Amediyan nekarîn li ber vê kunektiyê dirêj bêdeng bimînin u bi tevî kêrên pîroz, dîsan xwarin jî bi ser chîmenên hêshîn da avêtin ...
    Yabo wellehî jî bîllehî jî tirkên dêqehpik careke din bi lîstikên osmanî du gol avêtin u dura jî penaltiyek wergerandin golê u Amed-a me xistin nav shînê... Lan oxlim em vê kunektiya we ji bîr nakim. Em niha bash dizanin ku em ê kîjan kerê bi kîrê amedî berdin ser we. De cara din bila haya we ji doxîna we bash hebe, pîsîkno...

    Silav u hurmet

    Lawkê Cholemêrgê

    Ameeed Amed,

    SvaraRadera
  3. Xalo,
    Ez ji te ra dîmeneke "fantazîk" shîrove bikim:

    Li hêlekê pêxasên kurdistanî, li yekê yên tirk u li ciyekî jî murîdên demokratîk cumhuriyetê civîbun. Murîdan dikir qîr u bi yek dengî digotin "yashasin qardashlix, yashasin unîter dewlet, yashasin barîsh...". Tam di navika komikê da jî resmê sayin bashka(n)lix Apo u li bin jî slogana "nenem de kürttir (dapîra min jî tirk e!). Lê pêxasên kurdistanî pankartên qirase li dijî murîdên kemalcîk u tirkcî vekirin. Li ser yekê "bapîra min Shêx Seîd e, kalikê min Seyîd Riza ye, Elîshêr e, Îhsan Nurî Pasha ye, kekê min Mazlum Dogan u Mahsum Korkmaz e ...". Helbet murîd gelekî hêrs ketin u shusheyên xwe bi hêla pêxasên kurdistanî da avêtin. Pashê sherekî yeman derket u pêxasan bi jîlet u saturên xwe yên bi nav u deng cêwrikên demokratîk cumhuriyetê li erdê raxistin, hinek jî reviyan chun cem birayên xwe tirk yên dolheram. Dawiya dawîn pankarta "nenem tirktir" di bin lingên pêxasan da bu zibildank. Her chiqas murîd u tirkan hewl da xwe ku operasyona xelaskirinê pêk bînin jî, pêxasan ew bi berankî pashta revandin.

    Silavên pêxasî

    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera

PARVE BIKE