09 april 2009

Obama tirk bizandin

Dema serokê Emerîkayê Barack Obama diyar kir ku piştî serdana xwe ya Ewrûpayê ewê here Tirkiyê, gelkî kêfa tirkan hat. Gotin, ev jî nîşan dide ku Tirkiye ji bo Emerîka welatekî çiqasî girîng û bêmsal e.
Hemû siyasetmedar û giregirên çapemeniyê weke rûviyan dora devê xwe alastin û ji xwe ra gotin, piştî ku tê vir, maneya xwe ew e ku ewê êdî bi ya me bike û kurdan bide aliyekî.
Lê piştî ku Obama çû Tirkiyê û di meclîsa wan da qala hebûn û dayina mafê kurdan kir û çû bi serokê DTP-ê Ahmet Turk ra jî rûnişt, tirk îcar hinekî şeqizîn, ji gotin û beyanên wî nereht bûn.
Fena ku bibêjin, ev çi ye?
Ma ji bo ku tu van tiştan bibêjî me tu ezimand?
Ev çend roj in îcar jî li ser axaftinên Obama û maneya hevdîtina wî ya bi Ahmet Turk ra dipeyivin. Dibêjin ji ber ku Ahmet Turk ji PKK-ê ra negotiye ”rêxistina terorîst”, serokwezîr hîn silavek jî nedaye wî, lê Obama çû weke lîderekî pê ra rûnişt. Maneya xwe ew e ku ew DTP-ê weke teref û PKK-ê jî îndîrekt qebûl dike.
Tirkan hesabê vê nedikirin. Çimkî daxwaza hevdîtina bi hemû partiyan ji Emerîka hatibû, tirkan nikanîbûn red bikira.
Ya din, Obama di sohbeta xwe ya bi hin xortan ra gotina ”mînorîteta kurd” jî bikar anî.
Tirk ji vê yekê jî nereht bûn.
Obama got, ”Dema mînorîteta kurd ya li Tirkiyê xwedi eynî fersend û mafan be ez bawer dikim ku ewê mesele çareser bibe. Dibê mînorîteyên etnîkî û dînî perçeyeke civatê bin.”
Van gotinên Obama hemû nîjadperestên tirk û birêvebirên dewletê tirsand û xerqî firkaran kir.
Gotin Obama bi van gotinên xwe, Peymana Lozanê ku esasê Komara Tirkiyê ye dike mijara minaqeşeyê.
Tirk dibêjin, ”mafê hindikayiyên li Tirkiyê, bi Peymana Lozanê bi madeyên ji 37 heta 45-an hatiye garantîkirin. Di wan madeyan da tenê hebûna xeyrî muslîman yanî hindikayiyên ne musluman tê garantîkirin.; weke cihû, êrmenî, û grekî.”
Yanî di Peymana Lozanê da hindikayiyên musulmanên (mesele kurd) ne tirk, weke hindikayî nayên qebûlkirin.
Li gor tirkan, Obama bi vê îfadeya xwe li dijî Lozanê mînîroteteke musulman çêdike.
Û ev yek jî tirkan pir ditirsîne. Tirk dixwazin kurd bibêjin em ne ”mînorîte” ne. Esas Kurd bibêjin çi jî ferq nake, çimkî tirk ne mafê ”mînorîteyê” û ne jî yê unsûrê esasî dide kurdan.
Tiştê ku tirk ji kurdan dixwazin, dibêjin tu mafî nexwazin.
Ji bo kurd nebêjin em ”mînorîte ne” tirkan, PKK û DTP îqna kirine.
Dema kurd bibêjin em mînorîte ne wê demê li gor Peymanan Lozanê dibê hemû mafên wan jî were qebûl dayin.
Loma jî dema Obama ji bo kurdan sifetê ”mînorîte” bikar anî tirk nerehet bûn gelkî jî tirsiyan.
Bi kurtî, dema meriv bala xwe dide çapemeniya tirk û hin beyanên berpirsiyarên dewletê, meriv baş dibîne ku hin gotin û beyanên Obama ew gelkî aciz kirine.
Obama di hevdîtian xwe ya bi serokê herêma Kurdistana Mesûd Barzanî ra jî got, ”haya min ji felaketên mezin yên hatine serê miletê kurdan heye.” û ewê tu carî kurdan tenê nehêlin.
Welhasil tirkan berî çûyina Obama ji bo çûyina wî gelkî kercal dikirin û nuha jî ji gotinên wî gazinan dikin, dibêjin bi rengekî sergirtî redda Peymana Lozanê kiriye û tiştên li dijî wê gotiye.
Axir ev siyasetmedarên tirkan jî bi tiştekî nayên serî, li vê cîhanê tu kes dilê wan rehet nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE