11 februari 2009

Vê xeberê serê min tevlihev kir!

Do ajansa ANF-ê bi sernivîsa ”A ji we ra talîmeta AKP-ê ya hilbijartinan ya bi dizî” (Îşte AKP nîn gizli seçim talimati)xeberek weşand.
Di xeberê da tê gotin ku merkeza AKP-ê li ser hilbijartinên 29 adarê "talîmateke bi dizî" amade kiriye û ji hemû şûbeyên AKP-ê yên li Kurdistanê ra şandiye û xwesiye ku ew bi gelek riyan, fen û fûtan rê li ber DTP-ê bigrin.
Li gor ANF-ê nivîsîye, di talîmatê da tê gotin ku dibê kesên AKP-yî di progandeyên xwe da ferqê têxin nabêna ”kurd û zazan”, nehêlin îmamên welatperwer ji bo DTP-ê bixebitin, Osman Baydemîr biêşînin yanî ji çavan da bixînin û gelkî reqlama TRT6-ê bikin.
Û ne ev tenê, li gor îdîaya ANF-ê ev nuxteyên jêrîn jî di vê ”talîmata bi dizî” da hene:
-Divê li merkeza bajar û navçeyan ji bo ku DTP reqlamê neke bîloart vala neyên hîştin. Yanî dibê tim werin kirêkirin ji bo ku DTP nikanibe reqlamê bike.
-Dibê bi dezgehên resmî rê li ber propgandeya û aktîvîteyên bi navê Kurdistana Federe were girtin.
-Li bajarên weke Mêrsîn, Edene, Îzmîr û Stenbolê divê nabêna hêzên çep û DTP-ê were xerakirin.
-Li ciyekî weke Osmaniyê ku kurd lê pir in dibê tim ferq têkeve nabêna kurmanc û zazayan. Di axaftinan da dibê miheqeq ferqa kurmanc û zazayan were kirin.
-Di propagandeyên hilbijartinaan da dibê kurdî were bikar anîn. Dibê stranên kurdî bi hilbijartin werin bikaranîn.
-Divê ji hunermendên TRT6-ê feyde were girtin û pereyên dixwzin werin dayin.
-Divê nabêna DTP, HAKPAR û KADEP-ê were xerakirin. Divê were gotin ku DTP bi çepên tirkan ra dixebite lê bi kurdan ra naxebite û kurdan perçe dike.
Welhasil nivîs gelkî dirêj e û gelek îdîayên wiha têda hene.

Do jî û îro jî min li gelek rojname û malperên tirk û kurdan nêrî, lê bêyî ANF-ê û du malperên wan, di dereke din da min yek gotin jî li ser vê meselê nedît.
Ez bi xwe fêm nakim, heger rast e, xeberek hewqas girîng çawa dibe bêyî medyaya PKK-ê kesekî din qalê nake?
Heger bi rastî jî ev xeber rast e, çawa dibe ku malperên kurdan yên din hemû yek rêzê jî li ser vê “talîmata AKP-ê” nanivîsin û xeberê ji nedî ve tên?
Tê gotin ku “talîmat” ketiye destê ANF-ê. Lê “talîmat” bi tevayî nehatiye weşandin. Ji dêlî wê ve, çend gotinên ji vir û ji wir û şiroveya wê hatiye dayin.
Ev yek jî di derbarê rastya xeberê da meriv dudil dike, dike şikê.
Ne ku ez bawer nakim ku AKP tiştekî wiah nake. Na, bêguman AKP weke partiyeke tirk û dijmin heger ji dest bê ewê her xerabiyê bi kurdan bike.
Lê dikane bike tiştek e, kiriye tiştekî din e.
Ez dixwazim bizanibim bi rastî “talîmateke” wiha heye ya na?
Ya jî hinek dixwazin AKP-ê “talîmateke wiha belav bikira?
Bi ya min hin pêşniyarên di ”talîmatê” da, yên weke navê ”zaza û kurmancan” ji hev cuda yanî weke du miletan bikar bînin, zindiqî û fêsadiyeke pir mezin e, dibê kurd bi vê fêsadî û nerindiya AKP-ê ya di bin ra bihesin.
Ez bawer nakim ji ber ku kesî ev xeber nedîtiye loma qal nekirine. Dibê sebebekî din hebe.
Ji ber ku hemû malperên kurdan ji ANF-ê xeberên pir basît jî digrin. Qala xebereke hewqas girîng nekirin qet hişê min nagire.
Ya jî xeber ne hêjayî qalkirinê ye lê ez pir mezin dikim?
Axir serê min tevlihev bû. Loma jî êdî nikanim qala tiştekî din jî bikim. Ji xwe wa ye pir dereng e jî.
De tişt nabe, bira îşev jî kurd ji teoriyên min yên ”pir hêja” bêpar bimînin.
Linka xebera ANF-ê li jêr e:
http://www.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=2533

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE