07 februari 2009

TRT6-ê kurdî bi bîra DTP-ê xist

Lawo reqabet çi tiştekî baş bûye. Çi dibe bira bibe, gava di piyasê da raqib û reqabet tunebe meriv hebekî tembel ya jî stûr dibe, xwe naguhere û guh nade rexne û daxwzên milet û “mişteriyên” xwe.
Reqabet dikane di nabêna du şîrket, du dezgeh, du şexs ya jî gelek hêz, grûb û şîrketan da çêbibe. Armanca reqabetê ya esasî ew e ku meriv zora raqibê xwe bibe, wî biqedîne, bazar û mişteriyên wî bikşîne ba xwe.
Dema raqibê meriv tunebe, meriv dizane ku meriv bêraqib e, mal û berhemên meriv çiqasî xerab û bêqalîte bin jî xem nake, ji ber ku xelk mecbûrî “kirîna” malê meriv e, meriv çi pêşkêş bike xelkê ji mecbûrî “bikire”.Ev yek ji qada tîcaret û îktîsadê bigre, heta bi hemû beşên huner û sinet jî wiha ye. Hebûna reqabetê meriv mecbûrî xwenuhkirin û pêşkêşkirina mal û xizmetên nuh û bi qalîte dike.
Heta li gor dîtinekê yek ji sebebên têkçûna Sîstema Sosyalîst tunebûna reqabetê bûye. Ji ber ku di tu warê jiyanê da reqabet tunebû, tiştên nuh nehatin xuliqandin û loma jî civat bi pêş neket.
Ez bala xwe didêmê hebûna TRT6-ê ji bo miletê kurd bûye sebebê peydabûna reqabeteke bixêr û baş. Meriv dikane bibêje ku TRT6-ê kurdî bi bîra DTP-ê, PKK-ê xist. Li gor berê, bêtir ew li kurdî “germ” û “sor” kirin.
Helbet heger di gotinê da nemîne, tiştên dibêjin bînin cî.
Berî destpêkirina TRT6-ê, DTP-ê ji bo resmîbûna zimanê kurdî çend caran hin tişt gotibin û kiribin jî lê tu carî weke nuha mesele negirt rojeva xwe û di pratîkê da jî ji bo misogerkirina wê tu gav neavêt.
Lê heger ne derew û “bertîleke” hilbijartinan be nuha tiştên pir baş û girîng dibêje.
Ev cara pêşî ye ku birêvebirên DTP-ê qala “propaganda û di her warî da xizmetên” bi kurdî dikin.
Mebûsê Sêrtê Osman Ozçelîk, di beyaneke xwe da dibêje, “şert û merc çi dibin bira bibin ewê bi kurdî xîtabî hilbijêrên xwe bikin.” Û “ji bo pûçkirina qanûnên ne demokratîk, emê dev ji çalakiyên xwe yên bêîtîatiya sivîl bernedin.”Hevseroka DTP-ê Emîne Aynayê jî di hevpeyvîneke xwe ya di rojnameya Online Gundemê(6/2-09 http://www.gundem-online.com/haber.asp?haberid=67750)da gotiye, di ger û xabatên xwe da ewê bi du zimanan, bi tirkî û kurdî propoganda hilbijartinê bikin û dema hatin hilbijartin jî ewê hemû xizmetên belediyan bi kurdî bikin.
Kurd dibêjin yê kor xwest çavek, Xwedê da du çav. Ma em çi dixwazin, ev serê sîh saliye ku em ji hemû partî û ronakbîrên kurd tiştên dixwazin ev e, dibê kurd di her warî da zimanê xwe bikar bînin û di vê yekê da bi israr bin.
Aynayê gotiye, li gel qedexeya kurdî ya di Qanûna Partiyên Siyasî da, bikaranîna kurdî ew weke mafekî rewa dibînin û loma jî ewê ji afîşan bigre heta bi propagandayê, ji axaftinan bigre heta bi anonsan kurdî bikarbînin.
Aynayê gotiye:
”Bêyî vê, di qadên hilbijartinan da jî hemû hevalên me yên ku bi kurdî dizanin propagandeyên xwe ewê bi kurdî bikin. Bi taybetî jî emê bi zimanê gelê herêmê xîtabî wan bikin. Em dizanin ku qedexeyên hilbijartinan hene, lê belê em dibêjin ku yasax neheqîye û şaş in û li gor baweriya me ziman jî mafekî rewa ye. Loma jî li gel van yasaxan, li gel ku di qanûnên hilbijartinan da tirkî zimanê propagandayê yê mecbûrî ye jî, emê kurdî û lehçeyên wê bikar bînin. Axaftin û propagandeya bi kurdî mefekî rewa/meşrû ye, mafekî ku ji makzayinê dest pê dike û loma jî emê vî mafî bikar bînin. Carcaran em dikanin civînên xwe yên grûba meclîsê jî bi kurdî bikin. Netîcce heger ev zimanekî dê be dibê li hember wî tu astengî nemîne. Û tew di şertên îro ku TRT6-ê dest bi weşana xwe ya kurdî kirye, hebûna qedexeyên li hember kurdî nabe ku meriv qebûl bike. Ji ber vê yekê jî emê di her qad û mekanî da kurdî bikar bînin.”Vana hemû tespît û sozên rast û xweş in û dibê DTP-ê û partiyên berî wê ji destpêkê da ev xeta netewî û rast ji xwe ra bikira pûsûle.
Lê bi derengî be jî destpêkirina wê ji destnepêkirinê gelkî baştir e, dibê hemû kurd, lê bi taybetê jî kesên rewşenbîr û siyasetmedar di vê xetê da israr bikin. Ev, ”panîya aşîl” ya Tirkiyê ye, dibê kurd tîrên xwe bavêjin ji vê nuxteya tirkan ya zeîf da.
Li alî din hebûna TRT6-ê ji bo kesê bixwaze bi kurdî bipeyive nimûne û emsaleke gelkî baş e, argumentên wan xurttir dike, cî li AKP-ê û siyaseta dewletê ya durû teng dike. Heger li hember axaftina kurdî dengê xwe dernexin baş e û dema dengê xwe derxin û nehêlin jî dîsa em li karê ne.
Di rewşeke wiha da ne kurd tenê, dinya û alemê bibîne ku dewlet di gavên xwe da ne samîmîye, mesele(vekirina TRT6-ê) ji bo xapandinê û demeke muayen bûye.
Lê ez ditirsim ku ev sozên Osman Ozçelîk û Emîne Aynayê jî dîsa weke ”fortekê” bimîne.
DTP-ê berî jî çend caran fortên wiha dabû xwe, lê tenê di gotinê û tehdîdeke vala da mabû, tiştek jê derneketibû. Û tirsa min ew e ku îcar jî eynî tişt be.
Ji ber ku Emîne Ayna di serî da nîvê mebûsên DTP-ê(Emîne Ayna, Sabahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Salahattin Demîrtaş, Fatma Kurtulan, Gulten Kişanak, Aysel Tugluk, Akin Bîrdal)bi kurdî nizanin.
Îcar ewê çawa civînên xwe bi kurdî çêkin ez fêm nakim?
Di rewşeke wiha da dibê ya tercuman bikar bînin ya jî xwe bikin du grûb, grûba bi kurdî dizane(Ahmet Türk, Sırrı Sakık, Nuri Yaman, Osman Ozçelik, Hamit Geylani, Nezîr Karabaş, Hasîp Kaplan,Îbrahîm Bînîciî, Bengî Yildiz, Şerafettîn Halîs, Ozdal Uçer, Pervîn Bûldan, Sevahîr Bayindir)û grûba bi kurdî nizane.
Em nemrin bi xêr di rojên pêşda emê bibînin ku Emîne Ayna bi sozên xwe ra çiqasî samîmî ye.
Netîce, ji başiya TRT6-ê yek jî ev e, kurdî bi bîra DTP-ê û PKK-ê xist û heger ne derew be ew lê germtir kirin.

4 kommentarer:

  1. Xalê Zınar seata te xweşbe, nivîse ke bir di cîhdaye. U te pir xweş nivîsandî ye. Destê te saxbe. Pênus u qelema te daîm herbijî.
    Bi silaf u rêz u hirmet
    REHAWÎ.

    SvaraRadera
  2. Zor spas xalê Zinar,
    Te dîsan rastiya siyasetmedarên me yên tirkilî-hîcaz bash raxistiye ber chavan. Lê ez bawer nakim ku di nav DTPê da ji derî hinek kurdîperestan wêdetir tevgereke netewî chêbibe. Ev jî wekî AKPê li duv xapandinan in. Aha dema Emine xanima tirkchî bi hêdîka teva dibe. Berî chend mehan gotibu ewê heta salekê hînî kurdî bibe/bibin. Milletê alemê ji bo ku berjewendiyên biparêze derewan dike, yên me jî ji bo berjewendiyên xelkên din milletê xwe dixapînin. Ya rast Pkk di vî tishtî da rasterast nexwesheke klinîk e. Camêr va ye 35 sal in ku hê jî nizanin navê partiya xwe rast binivîsînin: Partiya Karkerên Kurdistan (divê wekî "... Kurdistan'ê" biba). Lê ka ew kultur li ku ye?!

    Bi silav u hurmet

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  3. Gelek sipas ji bo şiroveyên we yên hêja. Tiştê ji dest me tê gotin e. Esas pere nake lê dibê em dîsa jî bibêjin.
    Ji dest min bihata minê nehîşta kesên kurdînezan bibin serok û berpirsiyrên kurdan.
    Bi ya min serokatiya kesên kurdînezan sosireteke mezin e, bêyî kurdan tu miletekî din kesên bi zimanê wan nizanibe nake nûnrên xwe. Lê li ba kurdan hertişt belovacî bûye.

    SvaraRadera
  4. Dest Xweş Zinarê Xamo nivîsa te dîsa têr û tîjî ye. Lê li gor ditîna min di nivîsa te de hinekî bêhaqî jî heye. Tu dibêjî piştê trt6ê DTPyê girîngî da Kurdî. Lê dest bi girîngîdayîna Kurdî ne bi trt6ê dest pê kir. Wekî niha di bîra min de ye ku Leyla Zana di meclisa wan de li hemberî rûyê wan çawa Kurdî qîrîbû. Lê raste ku di demên dawî de DTPyê ji her tiştê zêde giringî dide zimên. Lê ew ne niha 2-3 sal berî dest pê kiriye. Sala çûyî li Geverê bi beşdarbûna 50 hezar mirovan xwepêşandina zimên hat li dar xistibû. İsal bi vekirina mekteban di meha İlonê de dîsa DTP û derdora DTPyê ketibû qadan ku mafên perwerdehî dixwazt. Enstituya Kurdî hema bi salan heye. Niha d zehf deran de Kurdîder û TZPkurdî heye. Ew her tim pêşxistina zimanê xwe dişixulin. Ew hemû jî nû dest pê nekir. Bawer kin ku trt6 jî encama têkoşina wan e. Akpyê ditîye ku Kurd ji her demê bêtir giringî dide zimên û hilbijartin jî nêzike wekî bertîl ew kanal vekir. Lê ni bi fermî. Ango dîsa mixabin ku statuyeke neda Kurdî. Ji ber wî jî derdora DTPyê ji bo fermîbûna zimanê Kurdî têkoşin dikin. Dîsa em ji bîr nekin ku rojnameya yekane bi rojî ew derdor derxistine û li Cîhanê cara yekem televîzyona bi Kurdî dîsa ew derdor vekir. Em dikarin van mînakan zêde bikin lê ne lazim e. Jixwe ne hewceye ku ez van yekan ji we re bêjim hun ji min çêtir dizanin. Wê çaxê gotina niha bi trt6ê DTPyê girîngî didin zimên bêhaqî ye. Mamoste Ehmed

    SvaraRadera

PARVE BIKE