19 februari 2009

Kemalîzmê mirovê tirk rezîl kirye

Di hilbijartinên Îsraîl da derket ortê ku wezîra derve ya Îsraîl Tzîpî Lîvnî wextekê ajana MOSAD-ê bûye. Û wê bi xwe jî ev yek qebûl kir.
Li ser vê meselê Lîvnî di hevpeyvînekê da gotiye.
”Ji bo min têkiliyeke hisî ne mimkûn bû, evîndarbûna min ne mimkûn bû…Têkiliyên qaîdeyên wan diyar yên demî mimkûn bû. Heger ji bo Îsraîl, ji bo MOSAD-ê divê min însan bikuşta, minê bikuşta…Lê heger bigotana ji bo welatê xwe bi yekî ra razê ez texmîn dikim minê qebûl nekira…”
Nivîskara rojnameya Sabahê Ayşe Ozyilmazel, ji van gotinên Lîvnîyê ra îtîraz dike û dibêje, gava meriv bikanibe ji bo welatê xwe însanekî bikuje, divê meriv bikanibe ji bo welatê xwe bi yekî ra jî razê. Redkirina ”wezîfeyeke” wiha qet nakeve serê Ozyilmazelê.
Piştî vê îtîrazê, Ayşe Ozyilmazelê mesele anîye ser xwe û wiha gotiye:
”Herçî ez im, çendakî berê kankayekî min ê mêr ji min pirsî: Ji bo welatê xwe tu yê bi yekî ra razaya? Bêyî ku deng bikim min bersîv dayê: Belê! Heger ji bo welatê xwe ez dikanim yekî bikujim, çavgirtî ez dikanim bi yekî ra jî razêm. Ez jinek im, dema ez bixwazim ez dikanim çi bikim û çi nekim. Tenê bira armanca min were cî, bira fedayî welatê min be…”
Weke tê dîtin ji bo Ayşe Ozyilmazel di nabêna bawerî û pêşkêşkirina beden û namûsa xwe da tu ferq tuneye.
Yekcarnan “bawerî” dikane zora mentiq û aqilê selîm bibe, lê gava zora şeref û namûsê jî bir, wê demê xuya dibe ku bi qasî zilikekî jî heysiyet û şexsiyet bi meriv ra nemaye.
Îdeolojiya kemalîzmê ya nîjadperest ne tenê zora aqil û mentiqê Ayşe Ozyilmazelê biriye, di serda dirhemek heysiyet, namûs û şeref jî pê ra nehîştiye.
Li ser emrê dînekî ew amadeye weke fahîşeyekê rojê bi yekî ra razê û bi comerdî “mêrikê” xwe fedayî welatê xwe bike...
Û navê vê bêşeref û bûnamûsiyê jî dibe “fedekariya ji bo welêt”?
Yekcarnan dem tê bi milyona însan ji bo parastina welatê xwe, xwe dide kuştin û dikuje. Di viya da tu tiştekî anormal tuneye. Divê meriv welatê xwe biparêze û heger pêwîst be divê meriv bikanibe canê xwe jî feda bike û bikuje jî. Ji ber ku welatê meriv jî namûsa meriv e, divê meriv welatê xwe jî weke namûsa xwe biparêze.
Lê heta nuha min qet ne dîtiye û ne jî bihîstiye ku divê meriv ji bo welatê xwe "qûna" xwe jî bide, qahpiktî û qûnektiyê jî qebûl bike!
Tiştekî wiha tenê tirkên bi îdeolojiya kemalîzmê perwerde bûne dikanin qebûl bikin.
Qebûlkirin û normaldîtina bênamûsî û fahîşetiyeke wiha li derî hemû norm û hêjayiyên însanî ye.
Dibê namûs û heysiyeta meriv jî bi qasî welatê meriv girîng be. Lê diyar e ji bo Ayşa Ozyilmazelê girîngiyeke wiha tuneye.
Ew amadeye gav û seetê "mêrikê" xwe fedayî welatê xwe bike...

1 kommentar:

  1. Xwedê dizane, ev dêlegura jî li du ranta kemalîzma tevawuzcî u qetîl e. Wellehî min do di Lotikxanê da nivîsek xwandibu, xorto digot "wîîî, de were Lotikxanê, ...". Bila hemî hezret u mezretên mezin te bixin destê shervanên qirase yên Lotikxane'ya me ya shekirok. Wellehî tu dê hew bikarî bi shekirtiya Lotikxanê têr bibî dînîme îmanime :-).

    Silav u hurmet

    Bîrjen Jehr

    SvaraRadera

PARVE BIKE