08 februari 2009

Dibê em kurdan mecbîrî hevkariya bi dijmin ra nekin

Sê roj berê di gelek malperên kurdî da li ser kurdekî bi navê ”Yusuf Temel” ku çend sal berê demakê bûye endamê MHP, lêdûra dev jê berdaye û nuha namzetê DTP-ê yê belediya Beytşebabê ye.
Malperên kurdan di xeberên xwe da qebûlkirina Yusuf Temel weke namzedê serokê belediya Betşebabê rast nedîn û DTP rexne kirin.
Yanî MHP-yîyekî kevn çawa dikane bibe namzetê DTP-ê?
Li gor îdîa Yusuf Temel ya di çapemeniya tirk da”di sala 1989-an da piştî ku gundê wan ji alî dewletê va tê valakirin ew diçe li Beytşebabê bicî dibe. Lê dewlet dev jê bernade, tim wî nerehet dikin. Di her bûyerê da wî digrin bin çavan. Ji bo ku ji van zixtên dewletê xelas bibe, diçe dibe endamê MHP-ê.
Herçiqas wî bi xwe negotibe jî lê di xeberên tirkî û kurdî da tê gotin ku keça wî çûye çiyê, bûye gerîlla. Û ji xwe sebebê endametiya wî ya MHP-ê jî ev yek e, yanî gerîllatiya keça wî ye.
Li alî din serokê MHP yê Şirnexê Hakim Zeyrek jî gotiye Temel tu carî nebûye endamê MHP-ê.
Yanî mesela endametiya wî jî hinekî tevlihev e.
Lê em ferz bikin ku ew demekê ya ji mecbûrî ya jî ji kêfî bûye endamê MHP-ê û piştra jî dev jê berdaye û nuha jî dibêje ez kurd im û bûye namzetê DTP-ê.
Ez bi xwe di vê yekê da tu şaşiyê nabînim. Û ez fêm nakim çima kurd vê vegera Yûsûf Temel baş nabînin û bi rengekî sergirtî rexne dikin.
Dixwaze bira bi darê zorê ya jî ji bo hin menfeatan bûbe endam zêde ferq nake, lê piştî ku îro dev ji tirkan berdide û dixwaze siyasetê di nava refên DTP-ê da bike, dibê kêfa me bê û em vê vegera wî baş bibînin.
Heger ji destê me were, dibê em bixebitin ku hemû kurdan ji MHP-ê, BBT-ê, Seadetê, CHP-ê û AKP-ê veqetînin. Ne ku carê bûne endamên van partiyan wan afaroz bikin.
Ji ber ku kurdek (ji ber çi sebebê dibe bira bibe) berê bûye endamê MHP-ê ya jî partiyeke din ya tirk, divê em bi çavê dijmin lê nenêrin.
Çaxa kurd dibin endamê MHP-ê û partiyên din yên tirk, em li dij in, dibêjin çima hûn dibin endamên wan û ji tirkan ra xizmetê dikin?
Û çaxa vediqetin jî em dîsa rexne dikin.
Ez bawer nakim her kurd ji makzayî da kurdperwer e. Gelek kesên ku îro kurdperweriy dikin, heta rêber û serokên kurdan e, berê gelek tiştên şaş kirine ku îro em nikanin wan qebûl bikin. Loma jî ya herî girîng, ji ”secereya” do bêtir, şêla îro girîng e, îro çi dibêje û çi difikire? Ev nayê wê maneyê ku dibê em kirinên wan kesan yê do ji binda ji bîr bikin. Na, dibê em dîrokê bizanibin lê xwe mahkûmî bûyer û kirinên do nekin.
Ma kurdên başûr piştî ketina rejîma Saddam hemû ”cahşên kurd” kuştin?
Bêguman na. Ew qezenc kirin.
Dibê siyaseta kurdên bakur jî ev be. Ji destê me were ne kesên weke Yûsûf Temel tenê, dibê em hemû korîcyên gundan jî ji dewletê dûrxin.
Hevalbendên partiyên tirk û dewletê li Kurdistanê çiqasî kêm bibin ji bo tevgera netewî hewqasî baş e.
Yê dewleta tirk li Kurdistanê li ser nigan dihêle ji leşker û pûlisên wan bêtir, hevkar û hevalbendên wan yên kurd in. Roja ku li Kurdistanê em dewleta tirk bê hevkar bihêlin Kurdistan xelas bûye.
Notirvanên zindana me kurd bixwe ne. Dema notirvan û hevkarekî dewleta tirk ji nava cepheya dijmin bazda û hat nava refên me, dibê em pê kêfxweş bibin, ne ku lê rabin û berdinê û wî mecbûrî hevkariya bi dijmin ra bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE