03 februari 2009

Dewleta tirk dest danî ser du kitêbên min

Heta ji siyasetmedarên tirk tê bira bibêjin ku Tirkiye weletakî ”mezin e”, li Tirkiyê demokrasî, heq, huqûq, edalet û qanûn heye. Dezgehên dewletê li hember hemû hemwelatiyan bêteref in û li gor qanûnan karê xwe dimeşînin.
Vana hemû îdîayên bêbingeh û vir in.
Li Tirkiyê qanûn û dewlet tuneye, her dahîre, her mamûrekî dewletê, xwe dixe dewsa qanûnan û dewletê û ji dêlî wan ve biryarê dide.
Ji bo ku rizîna sîstema Tirkiyê raxim ber çavan, dixwazim nimûnyeke pir biçûk bidim.
Di 13-ê meha borî da(13/1-09)min rabû ji kitêba xwe ya dawî(Antolojiya Çîrokên Zarokan)ji dostekî xwe yê li Stenbolê ra du heb şand.
Li vir (li Stockholmê)ez çûm postexaneyê, min zirfeke qalind ya xusûsî, ji bo ku kitêb bi rê da zirarê nebînin kirî. Kitêbên xwe xistinê, edresa dostê xwe bi îtîna û xweşik li ser nivîsî û zirfa xwe teslîmî mamûrê postê kir. Postecî zirfa min wezinand, got 84 kronê swêdî digre. Min pereyê xwe dayê û jê pirsî, gelo ewê di çend rojan da bigihîje citê xwe.
Camêr got, Tirkiye jî welatekî Ewrûpayê ye, dibê di nava sê-çar rojan da bigre.
Piştî ku çar-pênc roj di ser ra bihurî min ji dostê xwe ra meylek şand û pirsa kitêban jê kir, gelo girtiye y ana?
Dostê min roja din bersîv min da, got, ” Heyf u mixabin ku na, min negirtine.”
Bi vî hawî, ji wê rojê û virda ye min çend caran pirsî lê bersîv hetim jî negatîv bû, ”mixabin min negirtine.”
Û heta nuha jî kitêbên min hîn negihîştine dastê dosyê min. Û ez bawer nakim ku tu carî bigihîjê.
Bi îhtîmaleke mezin li potexaneyê zirf vekirin û dîtin ku du kitêbên ne bi tirkî ne ya jî fêm kirin ku kitêb bi kurdî ne û loma jî ya çirandin ya jî birin dan pûlis ya jî derke din.
Belkî jî posta wî dostê min di bin kontrolê da ye loma vekirin.
Ne mimkûn e ku ez sebebê nedana wan bizanibim. Lê sebeb çi dibe bila bibe, nîtece kitêbeke zarokan ya xamîşokan(çîrokan)ji ber ku bi kurdî ye û ji kurdekî ra diçe, nagihîje destê xwediyê xwe.
Roja îniyê ez çûm bi postê ra peyivim, hin agahî numreyek telefonê dan min, gotin here telefonî wir bike.
Min do telefon kir, rewş ji wan ra got. Gotin heyran, ji ber ku te weke name şandiye loma jî em nikanin bidin pirsîn. Heger te ”Rekommenderat” çandibûye wê demê me dikanîbû bida pirsîn.
Bi kurtî gotin tiştekî em bikin tuneye, tirk û ûjdanê xwe, dan dan, nedan nedan.
Ji qehran ez dikim biteqim lê tiştek ji destê min nayê. Tiştê ji destê min tê ev nivîs e û waye min ew jî nivîsî.
Bi vî rengî min xwest ku we jî ji vê neheqî û rûreşiya postexaneya tirk agahdar bikim.

1 kommentar:

  1. Heval Zinar
    xem nine demek kitêbên Karl Marx;Lenin,Apo,Kemal Burkay ji dihatin qedexekirin, niha ji dor hatiye yên te. heyfe bi rasti

    SvaraRadera

PARVE BIKE