04 februari 2009

Bixwedê min îşev jî kir gêrmiya gavanan

Îro ez serast neçûm mal. Ez çûm bajêr, min riya xwe bi hevelekî xist. Karekî wî yê biçûk bi min hebû.
Me bîstekê qala derd û belayên dinyayê û hilbijartinên belediyan yên 29-ê adarê kir.
Me herduyan jî li hember namzetên jin yên ”tayinkirî” matmayîya xwe anî zimên, ne min û ne jî hevalê min namzetên bajarê xwe nas nedikir.
Yê min axirê dîsa ez fêr bûbûm ku xanima(Leyle Guven)namzeta bajarê min yê wêran(Wêranşarê)ji Cîhanbeylîya Konyayên ye, feqîrê hevalê min ew jî nizanîbû.
Min hinekî bela xwe di hevalê xwe da û jê ra got, qe nebe ya me kurd e, lê bi qasî min bihîstiye ya we tirk e.
Henek li alîkî lê min fêm nekir çima ewê ji Cêhanbeyliyê jinekê were bibe reîsa wêranşariyan?
Diyar e qey qir ketiye jinên wêranşarî?
Qey li Wêranşarê jinek ya jî mêrekî layiqî reîsiyê tuneye?
Kê bîra xwe û yek ji Cîhanbeyliyê were li Wêranşarê bibe resîa belediyê?
Ev jî siyaseteke nuh e. Xuyaye em nemrin emê hîn gelek bobilatan bibînin.
Wisa xuyaye DTP li kesên bêkes digere, jineke ji Cîhanbeyliyê dema li Wêranşarê bibe reîs dinya jî xera bibe nikane li hember emrên partiya xwe rabe.
Lê dema yekî wêranşerî be, xwedî qewm û eşîr be ji hinekan ra dikane bibe tahlûke, dikane rojekê bêemriyê bike.
Bi îhtîmaleke mezin sebebê "tayinan" ev e.
Lê li alî din, ez bi çend kesên ne Apocî ra peyivîm, min dît ku ew jî ne li dij in, dibêjin ma çi ferq dike, ya girîng kurd be û li doza kurdayetiyê xwedî derkeve û wesaîre...
Min dît camêran kultura milet jî guherandine. Ji bo min ev tistekî nuh bû. Dibe ku jî ev gyhertin baştir be.
Yanî pir mimkûn e ku ji bo dûr û dirêj, ji bo pêşerojê bi rastî jî xezmeteke netewî bike, ruh û hestên netewî xurt bike, kurdan bêtir nêzî hev bike...
Yanî nêt hilbijartina kesên "emirqûlî" û tiştekî din be jî netîce dikane li kara kurdan be. Dibe ku ez şaş bib. Lê ev firkir jî hatin bîra min.
Axir hêjaye ku meriv li ser vê meselê raweste û vê siyaseta DTP-ê, di rastiyê da ya PKK-ê analîz bike.
Ez ji meselê dûr ketim.
Welhasil min û hevalê xwe me bîstekê derdê xwe ji hev ra got qûna dinyayê hebekî rast kir.
Dûra min riya xwe bi dereke din jî xist. Li wir jî ez li ser vê meselê bi çend dost û hevalan ra peyivîm. Heta ez gihîştim mal saet tam dehûnîv bû(22:30).
Ez prir birçî bûm. Xanimê tiştek çênekiribû. Dema min qapaxa beroşê rakir, min dît ku şorba nîska ye, di cîda Rohat Alakom hat bîra min.
Çimkî di bersîva pirsên Avestayê da gotibû ”xwarina herî zêde ew jê hez dike şorma nîska ye.”
Min got xwezî ew îşev mîvanê me bûye.
Ji mecbûrî min tasek şorba xwe germ kir û bi çend parî nan min zikê xwe pê têr kir.
Dûra dor hat vekirina kompîtorê. Berê min li E-posta xwe nêrî. Ji qewlê dêrikiyan ve, min bala xwe dayê ji ”komun-însîyatîfî” ”tibabek” yanî gelek meylên bi tirkî yên vala hatine.
Min xwe ranegirt, bi hêsrs min meylek şand û got "ji kerema xwe ra meylan ji min ra neşînin û edresa min jî ji lîsteya xwe derxin." Esas berê jî min gotibû lê diyar e mêrika guh nadin daxwazên însanan.
Piştre ez çûm serdana nivîsa xwe. Min bala xwe dayê xwendevanekî dilsoz û qedirşînas, ji ber ku dewleta tirk dest daye ser du kitêbên min bi çend rêzan dilê min xweş kiriye, gotiye:
”Heval Zinar,xem nîne demek kitêbên Karl Marx, Lenin, Apo, Kemal Burkay jî dihatin qedexekirin, niha jî dor hatiye yên te. heyfe bi rastî.”Camêr av bi ber dilê min reşandiye, mala wî ava be.
Lê bêbavan ”qedexe nekirine”, beta kirine, ew bi min zor tê. Qedexe bikirana minê jî weke hinekan demakê reqlama xwe bikira û belkî ez jî piçekî meşhûr bibûma.
Herçiqas li gor dibêjin ”meşhûrî dibe bela serê meriv jî” lê axir ev îş wihaye, yê gulê bîn bike, divê tehamulî histiriyên wê jî bike.
Berî saet bibe donzdan bi lez min çavek li malpera Netkurdê gerand. Xebereke li ser Dêrikê gelkî kêfa min anî.
Li gor Netkurdê nivîsîye, li Dêrika qeza Mêrdînê, namzeta DTP-ê ya belediyê ya nuh Selma Irmak jî di nav da li dora 500 kesî ji bo ku navên xwe biguherin, bikin kurdî, serî lê dozgeriya Dêrikê dane.
Dozgeriyê di serî da serîlêdana wan ya bi hev ra qebûl nekiriye. Dezger gotiye, ew nikanin hemû miracaetan bi hev ra qebûl bikin. Li ser vê, Selma Irmak û çend kesên din bi dozger ra hevdîtin pêk anîne û piştî vê hevdîtinê dozger miracaetên wan qebûl kiriye.
Selma xanimê waye hîn nebûye serok dest pê kiriye. De îcar dema bibe serok xwedêzane ewê çi bîne serê tirkan.
Li gor Netkurdê nivîsiye xwestiye navê xwe bike Rewişen. Baş kiriye.
Bi baweriya min kurd di van demên dawî da ketine ser riyeke rast, heger ji vê riya netewî dernekevin azadî pir nêzîk e.
Dema tirk bibînin ku kurda nabin tirk, mecbûr in ku bi kurdan ra rûnin û mafên wan qebûl bikin. Dema mar ya jî lawirekî din li çolê rastî juju tê hewil didin ku jujo bixwin, lê dema dibînin ku hemû histiriye, devê wan diêşîne wê demê dev jê berdidin. Çimkî fêm dikin ku nayê xwarin.
Dema tirk jî bibînin ku kurd nabin tirk, ewê dev ji serhişkiya xwe berdin û werin ber ben û rastiyê qebûl bikin.
Bi hêviya tevgerên wiha gurtir bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE