15 december 2008

Ocalan jî weke Ataturk kurdan dixapîne

Yekcarnan ez ji xwe ra dibîjim, ezê hew qala Ocalan û gotinên wî yên tewşomewşo ku meriv ji dîn û îmanê dikin bikim.
Demek di ser ra derbas dibe, tu hew mêze dikî ku mêrik tiştekî wisa gotiye ku nabe ku meriv li hember bêdeng bimîne.
Li gor ajnsa xeberan ANF-ê, Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî da dîsa gelek gotinên ku madê meriv jê digere, verşiya meriv tîne gotine.
Di nava gotinên Ocalan da beşek heye gelkî girîng e û divê her kurd van gotinên Ocalan bibihîze.
Di van gotinên xwe yên dawî da Ocalan pir vekirî gotiye, kurdên ku di salên 1918-an da alîkariya Seyid Abdulqadir dikirin û Kurdistaneke serbixwe dixwestin îro li dijî wî ne û yên ku alîkariya Ataturk dikirin jî û îro alîkariya wî dikin.
Yanî bi gotina wî, Ataturkçiyên do Apociyên îro ne.
Baş e ku ew bi xwe vi ya dibêje.
Ocalan wiha domandiye:
-Min li Diyarbekrê salekê mamûrî kiriye, li wan aliyan mam. Ji bo ku meriv Diyarbekrê fêm bike divê meriv şertên Diyarbekrê yên 1918-an baş bizanibe. Heger em 2008-an bigrin bibin 1918-an, emê bibînin ku şert pir dişibin hevûdu. Di salên 1918-an da li Diyarbekrê Cemiyeta Kurd Tealî hebû. Merkeza wê li Diyarbekrê bû. Li aliyekî vê cemiyetê, Dogu Mudafa-i Hukukçular(Huquqnasên Parzêvanên Rojhilat), li aliyê din jî Seyid Abdulqadir û derûdora wî hebûn. Wê demê Mustefa Kemal, ji eşrafên Diyarbekrê ra name nivîsandiye û gotiye ku, ”ji îngilîzan dûrkevin, heger hûn bi wan ra hevkariyê bikin hûnê Kurdistana heyî jî wenda bikin”. Li ser vê, Cemiyeta Kurd Tealî bû du beş. Li aliyekî Seyid Abdulqadirê nêzî îngilîzan û derûdora wî, li aliyê din jî kesên piştgiriya Mustefa Kemal dikirin, ya rastir Diyarbekiriyên ku bi cumhûriyetê ra bûn hebûn. Diyarbekriyên ku wê demê piştgiriya cumhûriyetê kirin îro piştgiriya min dikin, bi helwesta xwe bi min ra ne û yên îngilîz tercîhkirin jî li dijî min derdikevin.Ji van gotinan vekirîtir hevalbendiya dewleta tirk û kemalîzmê nayê kirin. Mêrik ji kurdan ra pir vekirî dibêje, ez kemalîst im û tiştê ku Mustefa Kemal di saxiya xwe da dixwest bîne serê kurdan lê umrê wî têr nekir, ezê temam bikim.
Yanî weke miletên din ezê kurdan jî bihelînim, bikim tirk.
Kurdan, Kurdistan ne ji ber hevkariya bi îngilîzan ra, xwezî hevkariyeke wiha rast bûya, ji ber hevkariya bi kemalîstan ra wenda kirin.
Lê Ocalan vê rastiyê jî belovacî dike, hedefê çewt nîşanî kurdan dide, ciyê dost û dijminan bi hev diguherîne.
Erê rola îngilîzan jî di bindestiya kurdan da heye, lê ev yek dewleta tirk dernaxe paqijiyê. Ji ber ku yên welatê me îşxal kirine ne îngilîz in, tirk in û loma jî divê em berê tivingên xwe têkên sînga wan.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem li Rojhilata Navîn, li Balkanan û li Kafkasan gelek milet ji bin zilma Osmanî û Rûsan rizgar bûn û bûn xwedî dewlet.
Hin mezin û rêberên kurdan yên wê demê, ji ber bêtercûbeyî û nezaniya xwe bi soz û ahdên Mustefa Kemal û hevalên wî xapiyan û weke miletên din doza serxwebûna xwe nekirin, ji dêlî wê va li hember kurdên azadîxwaz derketin, li hemberî wan piştgirî dan kemalîstan, nehîştin kurd yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin û serxwebûna xwe îlan bikin.
Ev piştgirya kurdên nezan û hin kesên xayinên miletê xwe ya bi kemalîstan ra bû sebeb ku Kurdistan careke din perçe bibe û kurd jî weke milet têkevin bin destê rejîma kemalîst ya dîktator û xwînxwar.
Û Ocalan jî nuha rabûye bi rengekî bêperwa pesnê kemalîzmê û kesên musebîbên vê bindestiya me dide, celadên me weke xelaskarên me difroşe me.
Hela ka carê em bala xwe bidinê, bi piştgirî û hevkariya bi Mustefa Kemal ra kurdan weke milet çi bi dest xistiye?
Berî hertiştî, ji ber vê piştgiriya bi kemalîstan ra li bakurê Kurdistanê kurdan dev ji daxwaza referandûmeke ji bo Kurdistaneke serbixwe berdan.
Kurd, ketin bin destê rejîmeke faşîst û dirinde û ev 90 sal in ku hebûna wan jî tê înkarkirn.
Ji navê welatên kurdan bigre, heta bi navên bajar, gund û mezrayên Kurdistanê, ji rengê ala Kurdistanê bigre heta bi navên kurdî jî axirê hertşt li kurdan hatiye qedexekirin.
Îro li cîhanê rewşa herî xerab ya qereçiyan e, lê li Tirkiyê rewşa kurdan ji ya qereçiyan jî xerabtir e.
Kurd, ji ber ku kurd in, ji ber ku bi zimanê xwe dipeyivin, ji ber ku li muzîka kurdî guhdarî dikin herroj li kuçe û kolanan tên lînckirin.
Ji bo ku kurd ji Ocalan ra nabêjin ”serokê terorîstan, qatilê zarokan” heroj tên mahkimekirin.
Ocalan di qulika zîndana kemalîzmê da nikane bi xwenga xwe ya ku bi tirkî nizane du gotinan bi kurdî bipeyive, lê li gel vê jî bêyî ku fedî bike dîsa jî pesnê avakarê vê rejîmê, pesnê kesên em xistine vî halî dide, kemalîzmê û cumhûriyeta wê ya dîktator û faşîst li ber çavên kurdan şîrîn dike.
Çi şermeke mezin e!
Ez fêm nakim piştgiriya bi kemalîstan ra bêyê înkar, zulm û kuştinê çi daye kurdan?
Serokekî kurd, heger bi rastî xêra kurdan bixwaze û rastiyê ji kurdan ra bibêje, çawa dikane piştgiriya bi Mustefa Kemal ra rast û baş bibîne?
Kurdekî xwedî ûjdan û merhemet çawa dikane vê piştgiriya ku bûye sebebê bindestî û qetla me biparêze?
Kurdekî durust û nêtpaqij çawa dikane pesnê zilamekî ku welatê wî îşxal kiriye û miletê wî jî kiriye kole bide?
Lê Ocalan dide, ji ber ku dizane ku hinek hîn guh didin gotinên wî.
Ocalan weke tirkekî kemalîst li dijî hevkariya bi îngilîzan ra derdikeve. Fena ku kurdan bi vê hevkariya xwe ya bi tirkan ra mafek bi dest xistibin.
Bi redkirina hevkariya bi îngilîzan ra li başûr kurd ketin bin destê rejîma Baas û li bakur jî ketin bin destên rejîma kemalîst.
Û ev nod sal in ku ereb û tirk bi rengekî pir hov û bênabên wer xwîna kurdan diherikînin.
Heger kurdan jî weke ereban hevkariya bi Mustefa Kemal ra red bikirina nuha ew jî xwedî dewlet bûn.
Her tişt li ortê ye, bi hevkarî û piştgiriya bi kemalîstan ra kurd nebûn xwedî dewleteke serbixwe, ji dêlî wê va bûn êsîr û koleyên rejîma kemalîst ya nîjadperst û faşîst.
Do, di sala 1918-an da bi piştgirya bi Mustefa Kemal ra kurdan çewtiyeke gelkî mezin kirin û bûn sebebên bindestiya xwe.
Kesê ku vê piştgiriya kurdan ya bi Mustefa Kemal ra rast bibîne maneya xwe ew e ku ew bindestiya kurdan ya îro jî diparêze.
Kurdan do bi piştgiriya bi Mustefa Kemal ra xwe kirin bindest û weke milet hebûna xwe xistin tahlûkê,
Û bi domandina piştgiriya bi yekî weke Ocalan ra jî kurd dikanin vê carê xwe bi temamî biqedînin.
Mustefa Kemal û rejîma wî heta nuha nikanîbûne kurdan bihelînin, bikin tirk, nuha Ocalan ev vatinî daye ser milê xwe, ew dixwaze vî karî ji tirkan ra bibe serî.
Mustefa Kemalê ku Ocalan gelkî pesnê wî dide merivekî hewqas bêbext û zalim bû ku ne tenê Seyid Abdulkadir, Kemal Fevzî, Bavê Tûjo û piştre jî Şêx Seîd û 47 hevalên wî li Diyarbekirê bi rengekî hovane dan îdam kirin, kurdên ku piştgirî dabûn wî jî ji vê aqûbetê xelas nebûn, weke Seyid Abdulkadir ew jî kişandin ber darê sêpiyê û îdam kirin.
Ocalan bi hosteyiyek pir mezin dewleteke federal û serbixwe li ber çavên kurdan reş dike û bêyî tirkan hemû cîhanê jî weke dijmin nîşanî kurdan dide.
Ma ji bo tirkan ji viya çêtir çi heye?
Serxwebûn, na.
Federasyon, na.
Otonomî, na.
Alîkariya îngilîz û emerîkiyan na.
Baş e, mesele çi ye, Ocalan ji bo kurdan çi dixwaze?
Dixwaze li ser navê kurdayetiyê da kurdan bixapîne, serî li wan bigerîne, nehêle ji fersenda hatiye meydanê feydeyê bigrin, doza serxwebûna xwe bikin.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Mustefa Kemal bi hosteyiyeke pir mezin kurd berra hev dan û nehîşt wan şertên misaîd feydeyê bigrin, weke gelek miletên din ew jî doza mafên serxwebûna xwe bikin.
Weke Ocalan gotiye, bi rastî îro jî hema hema eynî rewşa sala 1918-an peyda bûye, kurd weke milet rabûna ser piyan û bi rengekî canfîdane doza mafê xwe dikin, hêdî hêdî cîhan piştgiriyê dide van daxwazên kurdan.
Lê Ocalan rê li ber vê pêvajoyê digre, ne dihêle PKK û ne jî DTP bi serê xwe hereket bikin, siyaseteke li gor berjwendiyên miletê xwe bimeşînin.
Bi parastina kemalîzmê û hevkariya bi tirkan ra Ocalan dixwaze hêz û îmkanên tevgera kurd ya netewî biqedîne, tarûmar bike, nehêle kurd ji bin destên tirkan derkevin.
Divê PKK û DTP vê plana Ocalan bibînin…

1 kommentar:

  1. Kek Zinar, te rast gotiye. Lê em ži Öcalan ra či bibêžin žî, têr nake. Dibe ku Öcalan ži bo tirkbuna eslê xwe bixebite. Na, ew rasterast vê dike. Tištê ez li gel wî rexne bikin, tune. Mirov kesên ži qewmê xwe rexne dike, ži bo ku ew kêmasiyên xwe bibînin u zirarê nedin xwe u mîlletê xwe. Lê Öcalan ne ži mîlletê kurd e. Ew bi čalakî u kirinên xwe ži dižminê mîlletê kurd bêtir čavsor e. Di hevdîtineke xwe da gotibu: „Gava ez bičuk bum bavê min žî ev buyerên li ser Atatürk bi vî šiklî ži in ra gotibun“. Belê, Öcalan bi van čîrokan mezin buye u diyar e van čîrokan yan žî ži van hinek tištan li ser wî tesîreke pir mezin čêkiriye. Heger ez šaš nebim, ew bi mezinbuna xwe ya di nav kultir u mîlletê kurd da pir li ber xwe ketiye, žê šerm kiriye. Bêšik vê yekê žî daxwaza „tirkbuyînê“ di ruhê wî da her u her bilind kiriye. Divê Pkk wî u gotinên wî red bike!!! Wekî din mirov hew dikare zirar u ziyana wî ya dîrokî telafî bike. Divê Pkk ti carî bîr neke ku wîždana mîlletê kurd ewê van bêbextiyan ži bîr neke u yek bi yek žê bipirse. Em ê wan rožan žî bi hev ra bibînin!
    Bîržen Žehr

    SvaraRadera

PARVE BIKE