25 december 2008

Heta ku xwendevanên weke we hebin nexweşî mexweşî nikane bi min

Bi xwendina van hersê mesajên ”serdanê” min hemû serêşî merêşiyên xwe ji bîr kirin û tavilê ruh bi min da hat.
Serdana herî xweş ya hefsî û nexweşan e. Dema meriv hefsî be û ya jî li nexweşxaneyekê nexweş be û yek were serdana meriv gelkî xweş e, wek roj li meriv hilê.
Ji bo çend deqîqeyan be jî meriv girtîtî û nexweşiya xwe ji bîr dike, xwe weke însanekî serbest û bisihet his dike.
Ev hersê mesajên xwendevanên qedirşînas bi min weke serdana nexweşekî li nexweşxanê hat. Gelkî kêfa min hat û ji bo demeke kin be jî min guh neda êş û kuxukê.
Bi taybetî jî gotinên xwarziyê min ê Ruhayî, "Ez dibêjim xalê min êdî extîyar bûye. Berê li ser Qereşdaxê berf diket, bayê kur dahat lê xalê min tena qutik(îşlig)bê serpî li der digerya nexwaş nedibû. Ê naha qilîmak jî sert pifa xalê min dike nexweş dibe. Dêmeg hukmê kalbûnê ye”, ez birim dem û dewranên xortaniyê û gerên li perav û zozanên Qerajdaxê.
Erê ez Wêranşarî me lê bi qasî wê jî ez Qerejdaxî me, beşekî jiyana min ya zaroktî û xortaniyê li gundên Qerejdaxê/Çiyayê Reş derbas bûye.
Mehên buharan di nava wan ferş û kevirên reş da ez gelkî lukumîme. Di nava wan mêrg, çîmen û kulîlkên rengo rengo da min gelek kar û berx çêrandine.
Qeda li dinyayê keve, ew jî dewranek bû!
Henek li aliyekî, bi rastî bi van hersê mesan jî ez gelkî kêfxweş bûm. Gelek sipas ji bo xwediyên hersê mesajan jî.

2 kommentarer:

  1. Xalê Zinar,
    Derbaz buyî be! Wellehî xalê Zinar tu chima ji me ra jî silavên "xwedê" u yên "shoreshgerî" nashînî :-))). Ma em pepukên kê ne :-). De henek menek li hêleke din, xwedîtiyeke bash li bostana xwe ya kurdî bike, haaa.
    Silav u rêz

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  2. Birayê kurdîjen, dibê tu bizanibî ku silavên yên ji dil tu carî ji we kêm nabe. Jixwe tiştê hêz û berdewamiyê dide min hebûna we ye, bêyî we ev kar ne mimkûn e.
    Bi silavên biratiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE