16 december 2008

Du beyanên dîrokî

Ev çend roj in heyeteke DTP-ê ya ji 5 kesan di bin serokatiya Ahmet Turk da Kurdistana Îraqê ziyaret dike.
Heyeta DTP-ê heta nuha bi serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, serokkomarê Îraqê Celala Talabanî, serokê parlamentoyê Ednan Muftî û gelek şexsiyet û berpirsiyarên din ra hevdîtinên bi feyde pêkanîn.
Bi qasî ku ez ji çapemeniyê taqîb dikim heyeta DTP-ê ji ziyaret xwe û pêşwazîkirina kurdên başûr gelkî razî ne.
Him di mistewa hikûmetê da û him jî di mistewa partiyan da gelkî qedrê mebûsên DTP-ê girtine û mesajên li gor dilê wan dane Tirkiyê.
Bêguman ji bo DTP-ê di arîfeya hilbijartiann da ev serkeftineke pir baş e.
Di hemû hevdîtinan da beyan û mesajên kurdên başûr li gor dilê DTP-ê bûn, pir baş û maqûl bûn.
Lê bi taybetî jî beyanên Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî ji bo kurdan pir girîng û dîrokî ne.
Nêçîrvan Barzanî, di axaftina xwe ya hevdîtinê li ser şerê birakujuyê û tifiqa bi dewletên cîran ra da gotiye:
-Ji bo aştiyê em dixwazin roleklê bigrin, di vî warî da çi bikeve ser milê me emê bikin. Lê bi eksê vê divê kes ji me roleke din nepê. Êdî xetên kurdan yên sor hene, ji van xetan yek jî cînegitina di şerê birakujiyê da ye.Bi dengekî bilind, li hember bîrûraya giştî gotina van gotinan gelkî girîng e. Divê tirk vê şêla kurdên başûr baş bizanibin, hêviya xwe ji fesadî û gelaciya di nava kurdan da qut bikin.
Ji ber ku hîn jî ji hesabê tirkan yek jî ew e ku bi ”dostaniya” xwe ya bi hêzeke kurd ra kurdan bera hev din, bînin hemberî hev.
Divê kurd vê hêviya tirkan ji bin da qut bikin.
Lê alî din ev gotinên Nîçîrvan Barzanî, rê li ber hin speklasyonên PKK-ê jî digre. Loma jî ev beyana Nêçîrvan gelkî girîng e.
Beyana Mesûd Barzanî hîn jî girîng e û dîrokî ye. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di axaftina xwe da gotiye, mesela kurd meseleyeke siyasî ye û divê çareseriya wê jî siyasî be. Barzanî ji şer û tecrûbeyên xwe gelek nimûne daye û piştre jî gotiye:
-Em kurd ji kesî natirsin. Gelek bombe bi ser serên me da barîn. Di hin deman da me di du salan da 180 hezar şehîd dan. Lê nuxteya em hatinê li ortê ye. Divê êdî were fêmkirin ku gelş bi aştî û riya diyalogê werin çareserkirin. Ji ber vê yekê, li Tirkiyê mesela kurd jî divê miheqeq bi riya lihevkirinê were çareserkirin.Mesûd Barzanî, di mesela PKk-ê da jî gotiye, di şerê PKK-ê û Tirkiyê da em tu carî li ba Tirkiyê cî negrin û dûra jî wiha domandiye:
-Şerê di nabêna kurdan da êdî ne mimkûn e. Êdî em di salên 1990-î da najîn. Em ji êrîşên Tirkiyê yên derî sînor pir nerehet in. Emê êdî di şerekî di nabêna kurdan da cî negrin. Dema şerê kurdan, li hember kurdan êdî qediyaye. Bi destê kurdan rijandina xwîna kurda weke tarîx êdî qediyaye. Li Tirkiye heta ku 20 milyon kurd azad nebin, mefên xwe yên demokratîk bidest nexin, destkeftiyên me yên li vir nikanun payîdar(mayinde)bin. Di mesela kurd da divê miheqeq li Tirkiyê, Îran, Îraq û Sûriyê li ser xuluqandina zimanekî aştiyê yê mişterek mitabaqatek were pêkanîn.
Ev gotinên Mesûd Barzanî pir û pir girîng in û dîrokî ne, ji daxwazên PKK-ê û partiyên din sedqatî pêşdatir in. Bi çavê yek miletî li kurdan dinêre û doza mafê hemû kurdan dike.

Ev pir girîng e.
Barzanî, bi rengekî bêtirs dibêje em kurd ji kesî natirsin û heta ku li Tirkiyê 20 milyon kurd azad nebin, ne mimkûn e ku li wir ew jî bikanibin destkeftiyên xwe biparêzin.
Û ya din jî ne Îraq tenê, divê Tirkiye, Îran û Sûriye jî êdî bi kurdan ra rûnin û mafên wan yên netewî û demokratîk bidin.
Vana gotinên dîrokî ne û divê kurd qelkî qîmetê bidin van gotinan û vê şêlê Mesûd Barzanî.Cidî û dîrokî ne ji ber ku, heta nuha kurdên başûr li ba xwe wisa bawer dikirin ku dema ew îşê xwe ji kurdên Tirkiyê neynin, piştgiriya wan nekin, heta hevkarî û dostiyê bi tirkan ra bikin, tirk û cîranên din ewê dev ji wan berdin û wan rehet bihlên.
Bes jiyanê nîşan da ku ev hesabê kurdên başûr ji bin da çewt bûye, qedera hemû kurdan bi hev va girêdayî ye, heta ku sê beş bindest bin azadî û xelasiya beşê rizgarbûyî tu carî ne saxlem e, ne di bin garantiyê da ye.
Ji bo ku li başûr Kurdistana Federe di dergûşê da neyê fetisandin û kanibe heta û heta bijî, divê berî hertiştî 20 milyon kurdên Tirkiyê bigihîjin azadiya xwe, ji bin vê esaretê derkevin.
Hatina kurdên başûr ya vê nuxtê, bi ya min gaveke dîrokî ye.
Û divê ne kurdên başûr tenê, kurdên Kurdistana Sûriyê û Îranê jî bi vî çavî li meselê binêrin û siyaseteke li gor wê bimeşînin.
Yanî em hemû kurd rêwiyên keştiyekê ne, em mecbûr in alîkariya jhev bikin û bi hev ra keştiyê ji binavbûnê xelas bikin.

2 kommentarer:

  1. Kekê Zinar
    Li gor te kurdên bashur xayin û xwe firosh bûn gelo iri bi aqil bûne.

    SvaraRadera
  2. NEHEQÎ "Kekê Zinar
    Li gor te kurdên bashur xayin û xwe firosh bûn gelo iri bi aqil bûne."
    Ew gotina ne raste. Xalê Zinnar Her tim rastîyê dibêje.Ez jî nivîsê wî xweş taqîb dikim min nedî ku ji eleyha Kurdê İraqê u Kurdistana İraqê rexne ê ne licî kirin.Her tim alîkarê wane.Lewra di baweryêda em ne wek hevin, hema ez rin dizanim ku her tim duayê xwejî li ser wanin.
    Bi silaf u rêz.

    SvaraRadera

PARVE BIKE