02 november 2008

Erdogan ji kurdan ra got: dibê hûn bi tirk bin!

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, li Colemêrgê li hember nerazîbûn û protestoyên gel pir ture bû, bi gef û hîdet, wek mezinên xwe M. Esat Bozkurt û Nîhal Atsizê faşîst, wî jî ji kurdan ra got, ”ya bibin tirk ya jî ji vî welatî herin."!
Erdoganê mahcirê gurcî
, piştî gera xwe ya Wan û Gewerê çû Colemêrgê û li wir jî wek zirzopan bû birre birra wî û mîna faşîstekî devbigirêz hat geleyanê û miletê kurd tehdît kir, got:

”Yên li dijî alê derdikevin bira herin. Me got yek milet. Me got yek al. Me got yek welat. Me got yek dewlet. Kî dikane li hember vê derkeve? Yê li hember viya derkeve ciyê wî li vî welatî tuneye. Bira kerem bike dihere ku bira here."
Bi rastî bravo ji mêrik ra, mêrik li kela mêran û evîndaran, li bajarê Cembeliyê Kurê Mîrê Hekariyan û Binevşa Narîn diwêre li nava çavên kurdan binêre û van gotinan ji wan ra bibêje, wan ji welatê wan biqewitîne
Bêguman Erdogan vê cesareta xwe ji bêxîretiya hin kurdên xwefiroş digre, ew dizane ku ew çi bibêje û çi heqaretê li wan bike jî bi wan weke şîr û şekir e, ji şîrmaqên dijmin êdî hustuyê wan debax girtiye.
Ji tu heqaretê xwe aciz nakin.
Lê ya herî xerîb û sosirata herî giran, malpera Nefelê jî ji ber ku Erdoganê panturkîst û dijminê miletê kurd di axaftina xwe da gotiye ”gelê kurd”, pir kêfa xwe aniye û ev yek weke pêşketineke mezin qebûl kiriye, gotiye:
”Kurd ji kû hatin kû û doza miletê kurd li bakur ji kû gehişt kû. Heta berî demekî desthilatdarên tirkan hebûna kurdan wekî wetendaş jî qebûl nedikir û her kes tirk û ji miletê tirk bû. Serokwezîrê tirkan Recep Tayyip Erdoganî îro li Geverê ji bo kurdan bêjeya “gelê kurd” bi kar anî û ji berê ve ew dibêje ko wetendaşiya Tirkiyeyê niqteya mişterek e.”
Mêrik di eynî axaftina xwe da gotiye, ” yê li hember yek miletî, yek welatî û yek alê derkev ciyê wî li wî welatî tuneye” yanî yê nebe tirk dibê ji vî welatî here, Nefel hîn gotina ”gelê kurd” mezin dibîne.
Weke meriv ji yekî nav Ahmed ra bibêje Ahmed, wî jî ji kurdan ra gotiye kurd. Ez fêm nakim çi girîngiya vê gotinê heye?
Ma qey li Gewerê ewê ji kurdan bigota ”gelê ereb” ya jî "gelê tirk”?Efendî çiqasî ehmeq be jî lê hewqasî jî ne ehmeq e.
Divê kurd êdî qîmetê nedin gotinên wiha, bilêvkirina navê miletekî wek bilêvkirina navê şexsekî ye, tiştê herî normal e.
Divê mriv bi hildana navê xwe kêfxweş nebe.
Lê dema yek ji hildan û bilêvkirina navê ”gelê kurd” îmtîna bike, nebêje divê meriv qiayametê rake.
Erdoganê faşîst di her axaftina xwe da miletê tirk û tirkperestiyê bi asîmanan dixe, di viya da tu qusûr û çewtiyê nabîne, lê dema kurdek qala miletê kurd û doza mafê wî dike di cî da DTP-ê û kurdan bi nîjadperstiyê sûcdar dike, dibêje vana ”siyaseta nasnaemyê” dikin.
Erdogan, di vê axftina xwe ya Colemêrgê da jî piştî gelek galgalên vala û tewşo mewşo dîsa li eynî neqaratê xist û got:
”Vana hemwelatiyên min yên kurd îstîsmar dikin. Vana siyaseta nasnameyê dikin. Bi riya siyaseta nasnameyê, siyaseta cudakariya etnîkî dixwazin raya top bikin.”Diyar e tiştê ji mahcir û tirkan ra adat e ji me kurdan ra qebhet e. Kuru hûn bi şev û roj vê siyaseta ”etnîkî” dikin.
Tu gav û saetê pesnê tirkan didî, ji kurdan ra dibêje ”ya hûnê bibin tirk ya jî ji vir herin”, ev ne ”siyaseta nasnamê û cudakariyê” ye, ev ne mîlîyetçîtiye lê dema kurd dixwazin hebûna wan were qebûlkirin, dema doza perwerdeya bi zimanê xwe dikin, doza mafên xwe yên însanî û netewî dikin dibin milîyetçî û nîjadperest.
Erdogan efendî, êdî me hevûdu naskiriye, miletê kurd bixwe hesiyaye û dizane hûn li pey çi ne?
Îmkana we ya xapandinê li ber qedandinê ye, di destê we da tenê zor maye. Lê ew jî li ber pûçbûnê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE