19 november 2008

Berfa pêşî

Axirê dawiya dawî çavên me îro berfa çîkspî dît.
Îsal ev cara pêşî ye ku Stockholm berfê dibîne.
Danê êvarî(16.30) dema ez ji kar derketim matmayî mam. Berfeke nerm nuh dest pê kiribû û hîn nuh erd girtibû. Bayekî sar dihat û erd cemidî bû, meriv dişemitî.
Di vê mehê û meha pêş me da barîna berfê weke dermanê çavê kul e, ji meriv ra dibe weke çira û findê.
Çimkî ev meh û meha pêş me dinya tim tarî ye, meriv qet rojê nabîne.
Sibê dema diçim kar dinaya tarî ye û dema ji kar derdikevim jî tarîye, şev e. Lê dema berf dibare Stockholma xopan weke bûkekê kerasekê spî bera ser bejn û bala xw dide û herder spîboz dibe.
Berfa spî, şewq û xemla lampeyên Noelê kuçe û kolanên Stockholmê dixe kerasê bajarekî xewnan û xeyalan.
Loma jî dema çavên min bi peşkên berfê ketin gelkî kêfa min hat, min got xwedêbike heta sibê veneke.
Di xeberan da gotibûn ewê îro ewê berf bibare, loma jî min tedbîra xwe girtibû.
Min parkê xwe yê bi kum li xwe kirbû.
Min kumê xwe kişand serê xwe û berê xwe da îstasyona trênê.
Dema li pageha(rawestgeh, seknok)taxa mala me ji otobozê daketim hîn jî hûr hûr dibarî, kuliyên spî li hewa li hev digobilîn, li binguhê hev dikin.
Lê ne ew berf bû ku erdê bigre. Min fêm kir ewê dom neke.
Ji xwe dûra vekir, şabûna me qurmiçand.
Ez îşev naxwazim zêde dirêj bikim, dixwazim herim zû rakevim.
Ji ber ku sibe li ciyê kar festa/şahiya me heye. Weke kurdekî şoreşger divê ez zindî û li ser xwe bim.
Xwdêgiravî ji ber ku me karekî pir baş kirye ciyê kar me hemûyan diezimîne xwarinekê. Yanî me xelat dikin.
Aşxaneyek gelkî xweşik girtine, li dora 90 kesî (em 140 kes in lê hemû nayên) emê herin heta derengê şevê bixwin, vexwin û kêfê bikin.
Û heger Xwedê li hev bîne, bi vê minasebetê ezê bi gelek xanimên swêdî ra têra dilê xwe têkevim şêwr û mişêwran û îmkana gelek henek û laqirdiyên nayênjibîrkirin bibînim.
Ez vî sirrê xwe li vir îfşa dikim ji bo ku sibe ezê hinekî dereng werim mal û nikanibim tiştekî binivîsînim.
Û ya din jî bo ku hûn jî bizanibin ku ez li ku me û çi dikim?
Heger hat û tiştekî xêrê û manîdar qewimî soz ezê we jê agahdar bikim...

2 kommentarer:

  1. Ê de serkeftin xalê Zinar! Dibe ku xwedêyê mezin daxwaza te bihîstibe :-). Heger nebihîstibe žî tišt nabe, sala tê ewê bibihîze :-(.

    Bi tevî silavên kurdîhezî

    Bernas Kurmanc

    SvaraRadera
  2. Bixwedê îcar jî "nebihît", hemû dua, zikir û lavayên bin biavêda çûn.Malava tu dibê qey ji herdu guhan jî kerr e!
    Min kortuka hustuyê xwe xurand destvala vegeriyam malika xwe.
    Birnasê hêja, jixwe şansê kurdan tuneye, tu carî kabê wan mîr nayê.

    SvaraRadera

PARVE BIKE