14 oktober 2008

Tirk reqlama nexşeya Kurdistanê dikin

Di nivîsa xwe ya do da ji bo ku rewş, hebûn û tunebûna blogên kurmancî(qesta min tenê kurmancî û tîpên latînî ye)bizanibim min ji xwendevanan alîkarî xwestibû û gotibû, gelo berî min jî tu blogên kurmancî hebûne ya na? Û heger hebûn kînga destpêkirine û navê wan çi ye?
Û nuha rewş çi ye, çend blogên kurmancî hene?
Heta nuha xwendevanekî tenê ji Îspanyayê guh daye vê pirs min û ev bersîva jêr li bin nivîsa min nivîsîye:
”Rêz û Silav Ji Spanya,
Ev bû çend roj in ku ez bi bloga we hesiyam û min xista nav Google Reada xwe, ta ku ez nivîsên we herdem bixwînim.Li ser pirsên we, bawer dikim ku berî we blogên kevnar hene, balam bawer nakim ku wek we di warê çakirina herdemî de hebin, anko mirov dikare bêje ku bloga we yekmîn bloga xerû bi kurdî diweşe.”
Ez bi vê bersîva hevnavê xwe ”Zinarala” gelkî kêfxweş bûm. Gelek sipas ji bo bersîvê.

Wek min di bersîva xwe da jî gotiye, bixwedê heta nuha tenê Îspanya kêm bû. piştî ku ji Îspanyayê jî xwendevanên min çê bûn, maneya xwe pêşeroja min ronî ye. Êdî tu tirsa min a xwendevanan û batbûnê jî tuneye.
Heta nuha xwendevanên min tenê ji Kurdistanê, Tirkiyê, Belçîkayê, Almanya û ji hin welatên Skandînawyayê bûn.
Elhemdulîh wa ye hêdî hêdî qada min mezin û fireh dibe, îro Îspanya, sibe jî ji hin welatên din kurd ê bi min bihesin.
Li ser minaqeşeyeke telewîzyonêNuha min li minaqeşeya di nabêna seroka partiya sosyaldemokrat Mona Sahlîn û serokwezîrê Swêd Fredrîk Reinfeldt(serokê partiya mihafezekar e)temaşe kir û minaqeşeyên serokên tirkan anî anî ber çavên xwe.
Minaqeşeya Mona Sahlî û Fredrîk Reinfeldt, ji minaqeşeya siyasî wêdetir diçibiya sohbeteke du xanimên pir kibar û nazik, ne gotinên hevûdu birîn, ne deng li hev bilind kirin û ne jî hevûdu bi sûîstîmalê, bi dizî û bi talankirina malê dewletê îtham kirin.
Herdu aliyan jî bi rengekî pir sakîn, pir medenî û retorîkeke mikemel qala îcrîat, siyaset û programên xwe kirin.
Erê di minaqeşeyê da ruh, aksiyon tunebû, jixwe ev yek qerekterê swêdiyan e, xewa meriv li ber minaqeyên wan tê. Lê li alî din jî gotinên vala, îthamên bêbingeh, heqaret û devavêtin bêmistewa tunebû.
Di rewşên wiha da meriv ferq û mistewa di nabêna çeteyan û kesên siyasî da pir barîz dibîne.
Xêra Serokê MHP-ê Devlet Bahçelî dîtina nexşeya Kurdistanê bû nesîbê miletê Tirk.Çapemeniya tirk îro 3 nexşeyên/xerîteyên Kurdistanê weşandine. Mala wan ava be, xêra wan hemû tirkiyê nexşeya Kurdistanê dît.
Li gor çapemenî dinivîse, dibêjin serokê MHP-ê Devlet Bahçeliyê nîjadperest dema di civîna grûba partiya xwe da peyivîye 3 nexşeyên Kurdistanê di destê wî da bûne. Bahçelî, nexşe nîşanî wekîlên MHP-ê daye, tim bi hêrs li ba kiriye û gotiye:
“Ev nexşe, xwedêgiravî(tirk ji bo hertiştê kurdan dibêjin”sozde”, yanî qaşo, xwedêgiravî)nexşeya Kurdistanê ye...”
Bahçelî nexşeya yekem çend caran li ba kiriye û gotiye, ev nexşe li ofîsa serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî li pişt wî bi darde ye. Gotiye ev nexşe, ji Gavur Dagiya li başûr, heta bi Sêwasa li bakur Tirkiye ji ortê dike du şeq.
Û dû ra jî nexşeyeke din nîşan daye û dîsa bi hêrs gotiye ev jî nexşeya duyem e, serokên kurdan vê nexşeyê jî di civîn û hevdîtinên navnetewî da radixin ser maseyê.
Lawo bêbavan haya wan ji hertiştî heye...
Bahçelî gotiye, ev nexşe jî wek ya Mesûd Barzanî ye.
Ê ehmeq, piştî ku eynî nexşeye wê demê çima dibe ya “duyem” ez fêm nakim.
Û dû ra jî nexşeya “sêyem” li ba kiriye, gotiye nexşeya sêyem jî ya PKK-ê ye, lê ew jî eynî weke nexşeyên din bûye.
Yanî Kurdistan nehatiye biçûkkirin.
Yahû ev tirk çi kêmaqil in, kurro ehmeq, helbet nexşe ewê eynî bin. Ma qey ewê neşexeya her partiyê çihê be?
Welatê me çiqas e nexşeya wî jî ew e. Em ne welatên kesî dikin welatê xwe û ne jî bihostekê ji axa Kurdistanê biser kesî da berdidin.
Kurdan bi milyaran pere jî bidana çapemeniya tirk dîsa nikanîbûn nexşeya Kurdistanê biweşandana.
Û bi rastî jî nexşeya herî rast weşandine. Ji başûr weke marekî kobra dihere xwe dighîne Îskenderûnê deryayê. Bi rastî jî derya tunebe îşê kurdan zor e, çarhawêl dijmin e, loma jî derya ji bo kurdan weke boriya nefesê ye, pir mihîm e.
Nêta Bahçelî û yên ev aqil dane wî çi dibe bila bibe, lê bi baweiya min netîceya hat meydanê gelkî baş e. Him nav û him jî nexşeya Kurdistanê camêran ji me ra belaş weşandin.
Mala wan ava.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE