Serokerkanê Tirkiyê Îlker Başbug roja pêncşemiyê li ser şerê li hember PKK-ê û têkoşîna gelê kurd ya demokratîk brîfîngeke dûr û dirêj da heyeta wezîran.
Di beşê axaftina Başbug ya ku di çapemeniyê da belav bûye meriv dibîne ku artêşa tirk ji pertav da ketiye û êdî baweriyê bi serkeftina şerê çekdarî nayne.
Berê li gor Başbûg, ”terorîstê herî baş, terorîstê mirî bû” lê di brîfînga da Başbûg ev dîtina xwe guhertiye û gotiye,”terorîstê herî baş, terorîstê teslîm dibe” ye.
Ev jî siyaseteke nuh e.
Ji ber ku li gor tirkan jî ”kurdê herî baş, kurdê mirî ye” zindî pîs be, merivê wan be jî ne baş e.
Hamdî Ateş di rojnameya Yenî Şafakê da pir bi kurtî qala vê brîfînga Başbûg dike û jê çend nimûneyên gelkî balkêş dide.
Hamdî Ateş, di nivîsa xwe da gotiye, ”pêşniyarên Başbug endamên hukûmetê matmayî hîşt” lê teferûatên pêşniyaran eşkere nake.
Başbûg gotiye, di van demên dawî da di tevlêbûna ”rêxistina terorê” da zêdebûnek heye. Û tevlêbûnên herî zêde jî ji Stenbol, Diyarbekir û herêma Mêrîdînê dibe. Ji Sûriyê û Îranê jî tevlêbûn heye.
Heta nuha xwedêgiravî PKK ”li ber qedandinê” bû, ”ketibû ber zikratê”, qefle bi qefle gerîlla teslîmî dewletê dibû û gelek virên din.
Lê bi van gotinên Başbûg diyar dibe ku rastî ne wiha bûye, bira qedandin li wir bimîne, ”di tevlêbûna gerîlla da zêdebûnek” heye.
Evy ek jî nîşan dide ku êrîşên bênabên û barandina bi tonan bombe tu netîceyeke berbiçav bi xwe ra neaniye, nebûye sebebê qelsbûn û belavbûna PKK-ê.
Başbûg di axaftina xwe da gotiye ”4. 500 gerîllayên PKK-ê hene, ji vanan 3000 li başûrê Kurdistanê ne û 1.500 jî li bakurê Kurdistanê yanî li Kurdistana Tirkiyê ne. Yanî li gor jimar û hesabê Başbûg ji sisiyan yekê gerîlla li Kurdistana Tirkiyê ne û li wê derê cîwar in.
Heger em van agahiyên Başbûg rast qebûl bikin, wê demê îdîeya di êrîşan da gerîlla ji başûrê Kurdistanê tê li hewa dimîne. Çimkî hezar û 500 gerîlla di nava sînorên Tirkiyê da hene û ev hejmar jî têra êrîşan dike.
Ev aliyekî meselê ye. Aliyê din yê meselê jî carê artêşa tirk nikane rê li ber ger û şargebûna van gerîllayan bigre.
Yanî gerîlla ji der nayê, têra xwe li hundur heye. Û ev yek jî argumentê tirkan ku ”gerîlla ji başûrê Kurdistanê êrîşê dibe ser hêzên artêşa tirk” pûç dike.
Heta nuhali gor artêşa tirk, ”terorîstê herî baş, terorîstê mirî bû” lê di vê brîfîngê da xwedêgiravî Başbûg ev dîtina xwe guherandiye û gotiye ”terorîstê herî baş ne terorîstê mirî ye. Terorîstê herî baş, terorîstê teslîm dibe.”Ev jî nîşan dide ku Başbûg birengekî fedyok qebûl dike ku bi kuştinê ew nikanin dawiya kurdan bînin û zora wan bibin.
Yanî bi gotineke din, mesela kurd bi zor û bi kuştinê, bi şerê çekdarî çareser nabe, bi vê riyê dewlet nikane biser keve. Teslîmkirina vê rastiyê ji bo kurdan serkeftineke gelkî mezin e.
Çimkî heta nuha bawerî û hêviya tirkan ew e û artêşê ew e ku ewê bi şerê çekdarî bikanibe tevgera kurd ya netewî bipelçiqîne, tasfiye bike.
Roja ku kurd vê alternatîf û riya şerê çekdarî pûç bikin çareseriya meslê jî hêsan û nêz dibe.
Leşkeran heta nuha bi tu hawî ne qebûl nedikirin û ne jî destûr didan ku siyasetmedarên pepûk bi hukûmet û serokên Kurdistana Federe ra rûnin û mesela PKK-ê minaqeşe bikin.
Lê li gor agahdariyên Hamdî Ateş dane, xwedêgiravî Başbûg ji di axaftina xwe da gotiye:
”Ji bo qedandina terorê em ji her pêşniyarê ra vekirîne, tu pêşhukmiyeke me tuneye. Bi piştvanan ra jî(yanî hevalbendên PKK-ê) dikane were axaftin.
Di vê çarçewê da em ji hevdîtinên bi Barzanî ra ne aciz in.Bû destpêkek baş lê em ne memnûn in.”Di van gotinên Başbûg da devjêberdan û têkçûna siyaseta artêşê ya bêtawîz û bêkompromis xwe dide der, eşkere dibe.
Bêguman ne ji bo kurdên bakur tenê, ji bo kurdên başûr jî pûçbûna vê siyaseta artêşa tirk ya şerxwaz serkeftineke mezin e, îmkanên hevdîtin, diyalogê û dîtina riyeke aştiyane zêdetir dike.
Dema dewlet û hukûmet vê riya diyalogê bide ber xwe, bike siyaseta xwe ya esasî mecbûr e bi kurdan ra bipeyive, têkeve danûstendinê û hin tawîzan bide.
Dîsa li gor îdîa Hamdî Ateş, serokerkanê tirk Başbûg gotiyeye ku ”teror” bi şerê çekdarî tenê naqede, ji bo qedandina ”terorê” divê gavên sosyal, aborî û kulturî werin avêtin. Weşana telewîzyona kurdî, hêdî diçe, divê ev kar bi lez û beztir bimeşe.
Wek tê zanîn ji zûdaye biryara kanaleke ”pirzimanî” hatiye girtin, heta serok û şêwirmendê wê jî hatiye diyarkirin lê kanal bi xwe li ortê tuneye. Li gor beyanên destpêkê divê ji zûda ”telewîzyona kurdî” ya dewletê dest bi waşanê kiribûya. Lê li gor îdîayên heta nuha leşkeran rê nedaye ku hukûmet vê biryara xwe bicî bûne. Li gor leşkeran weşaneke wiha ewê nasyonalîzma kurdî xurttir bike loma jî divê dewlet tawîzeke wiah nede kurdan.
Lê heger tiştên li ser navê Îlker Başbûg tên gotin rast bin, artêşê dev ji vê siyaseta xwe jî bedaye, êdî artêş û ”dewleta kûr” jî ne li dijî kanaleke kurdî ye. Bêguman ev jî pêşkeftineke baş e
Xwedêgiravî artêşa tirk ”nobedarê laîsîzmê” ye û ji ber ku AKP partiyeke îslamî ye loma jî di nabêna artêşê û hukûmeta AKP-ê da dubendî û şer heye. Îdîa kemalîstan ew ku hukûmeta AKP-ê bi ajandeyeka bi dizî dixwaze civatê îslamîze bike lê artêş nahêle.
Herçî nêta û armanca hukûmetê ya bi dizî û eşkere pir vekirî ye, ew partiyeke îslamîst û panturkîst in û dixwazin civatê jî li gor vê îdeolojiya xwe perwerde bikin.
Lê îdîa ku artêş weke prensîb û îdeolojîk li dijî vê siyaseta AKP-ê ya îslamî ye derew e. Derew çimkî Başbûg di axaftina xwe da xwestiye ku hukûmet bêtir giraniyê bide propagandeyên dînî û li hemû gundên Kurdistanê melan bide bicî kirin.
Ji ber ku Başbûg dibîne teror, şer nîjadperestiya tirk têr nake, bi vacayî tesîreke negatîv li kurdan dike, kurd bêtir li nasname û kurdayetiya xwe xwedî derdikevin. Dema gerîllayekî dikujin, deh kesên din dibin gerîlla û sedan kes dibin dijminê dewleta tirk. Loma jî ji dêlî wê va, dixwazin bi riya dîn têkevin nava kurdan û kurdan bixapînin.
Başbûg pir vekirî gotiye:
”Ji bo kêmkirina alîkariya bi PKK-ê ra û rêlibergirtina derketina çiyê dîn xwediyê ciyekî gelkî girîng e. Ji ber vê yekê jî divê li herêmê(Kurdistanê) kêmasiyên meleyan ji ortê rabin, hemû mizgeftên bê îmam divê tayinên wan werin kirin.”Ev gotinên Başbûg jî nîşan didin ku ”laîsîztiya” artêşê çiqasî sexte û vir e. Ev yek.
Ya duyem, dijmin dîn û îslamiyetê jî li hember me çekekê bikar tîne, dixwaze bi riya ”dîn û îslamiyetê” kurdên bawermend bixapînin û ji doza wan ya netewî dûr xin.
Û ya sêyem jî, divê em kurd bibînin û fêm bikin ku AKP di destê ”dewleta kûr” û artêşê da tenê amûr û wasiteyeke xapandina kurdan e.
Tiştê ku dewlet nikane bi riya kemalîzmê, MHP-ê, CHP-ê û şerê çekdarî bidest xe dixwaze bi riya AKP-ê û dîn bidest xe. Loma jî di şertên îro da ji bo kurdan hêza herî xeter AKP ye.
Divê kurd vê wezîfeya AKP-ê ya di nava kurdan da baş eşkere bikin û nehîlin xurt bibe.
Li Kurdistanê xurtbûn û serkeftina AKP-ê têkçûna miletê kurd e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar