08 september 2008

Nasîna kurdperwerekî

Xwendevanên hêja, do di malpereke tirkî ya bi navê “haksozhaber”ê da ez rastî çend nivîsên kurdekî(Bengîn Botî) oldar û kurdperwerekî gelkî hêja hatim.

Nivîsên wî him bi kurdî û him jî bi tirkî bûn.

Sebebê ku ez çûm wê malperê nivîseke wî ya bi navê “Pêşeroj”ê bû. Min ew nivîs li bayê şîpê û bi zewqeke mezin xwend. Wek dibêjin “tamê da boçikê” min dît ku di nivîsê da cewher û fikreke netewî heye, loma jî min dest bi xwendina çend hebên din jî kir.

Min bala xwe dayê ku yek ji yekê xweştir e. Ez hinekî din bi nivîsan da tima bûm.

Ji ber ku haya me kesên çep ji vê cepha dîndar tuneye loma jî dema di nava dîndaran da ez rastî kesên wiha zana têm ji dil kêfxweş dibim.

Bi taybetî jî şirove û rexneyên li ser nivîsa “Pêşeroj”ê û dû ra jî bersîvên wî gelkî bala min kişand.

Hinekan digotin tu çima bi kurdî dinivîsînî ? û hinekan jî digotin ê te bi kurdî nivîsand jî divê tu tercumeya wê jî pê ra biweşînî.

Ev cara pêşî bû ku min didît li ser nivîsekê hewqas însan beşdarî minaweşeyê bibin.

Di dawiyê da birêz Bengîn Botî, bi zimanê tirkî du bersîvên pir cidî û pir xweş dabû nîjadperestên tirk.

Normal heger pir ne girîng be, ez nivîsên tirkî naxwînim. Lê ji ber ku min minaqeşe cidî dît loma jî do min çend seetên xwe da xwendina wan nivîs, rexne û bersîvan. Bi vê minasebetê min dîtin û mentalîteya dîndarên tirk jî hinekî din nas kir.

Careke din jî min dît ku tu ferq di nabêna rast û çepan, dîndar û sosyalîstên tirk da tuneye, hemû jî dixwzin kurd bihelin, ew jî wek laz, çerkez, aranawit û çeçenan bibin tirk.

Piştî xwendina nivîsan, min ji birêz Bengîn Botî ra meylek şand û ji ber wê şêla wî ya bişexsiyet û kurdperwer ew pîroz kir.

Camêr mala wî ava, îro bersîva min da. Bi destûra wî ez nameya xwe û bersîva wî li vir diweşînim.

Bi hêviya ku kêfa we jî jê ra were.

Kesên bixwazin nivîsên birêz Bengîn Botî bixwînin dikanin vê lînka jêr bitikînin.
(http://www.aksahaber.net/author_article_detail.php?id=6851)

Nameya min “Merheba !
Birayê Bengîn, îşev di malpera "Haksozhaberê" da ez rastî çend nivîsên te hatim. Heta nuha min tiştekî te nexwendibû.

Esas cara pêşî çendakî berê di malperekê da ez rastî nivîseke te-Pêşeroj"ê hatim. Wê demê wexta min tunebû ez bixwînim, loma jî min nivîs li ba xwe hilanî ji bo ku rojekê bixwînim.


Min îşev xwend û ez pir û pir dilşa bûm. Li ser vê, ez çûm ketim quncikê te û min çend nivîsên te û bi taybetî jî şiroveyên tirkan yên li ser nivîsên te yên bi kurdî bi baldariyeke mezin xwendin.

Rexne, qerf, bêtehamulî û nîjadperstiya wan bi min pir ecêb û xerîb nehat.Ji ber ku ez jî kurd im û ez ne kor im, ne kerr im û ne jî dîn im. Tiştê dewleta tirk herroj tîne serê miletê kurd bi çavên serê xwe dibînim û dibihîzim.

Û dibînim ku miletê tirk jî bi rast û çepê xwe va, bi bawermend û ataîstên xwe va ne li dijî vê zulma ku li miletê kurd dibe.

Ji xwe heger milet li dij bûya dewletê nikanîbû ev zulm bikira.Esas bêhemdî ez ji tiştê ku min dixwest bigota dûr ketim.

Ez dibînim ku tu ne ew kesê ku ez ji te ra qala bidestiya kurdan û zulma li wan dibe bikim.

Ji wê bêtir, şêla te ya kurdperwerî, însanî û exlaqî, bersîvên ku te dane nîjadperst û dîndarên tirk gelkî kêfa min anî.

Ev şêla te ya mêrane û zanîna te ya kûr ez bêhed dilşa kirim û min xwest ku bi çend gotinan be jî te jî ji vê dilşahiya xwe agahdar bikim.

Ez ne merivekî dîndar û bawermend im, lê dema di nava dîndarên miletê xwe da rastî kesên wekî te têm bêguman pir kêfxweş dibim.

Bi hêviya ku di rojên pêş da ez gelek nivîsên te yên gelkî hêja yên bi kurdî bixwînim.

Gelek silavên birayetiyê
Zinarê Xamo
Date: Sun, 7 Sep 2008 16:20:14 -0400”
Bersîva Bengîn Botî

“Ehlen we sehlen birayê Hêja. Ser seran û ser çavan. Ji boyî hişyarîya te û hestên te gelek sipas dikim.
Dîroka me, ya bindestîyê û ya nezanîyê ye. Bi rastî nezanîya me bûye sedema bindestîya me li hemu alîyan.
Kurmê darê ji darê ye.
Di nav rast û çepan de jî, di nav ateist û bawermendan de ji rewşa me bi yek rengî ye.
Sedema vê rewşê jÎ disan em in.
Me ew hemû elimandine vê rewşê.
Me ev barê giran li xwe kiriye.
Divêt ji îro pê ve em hemu bêjin na û daxwaza mafên xwe bikin.
Em dizanin ku li pêşberî daxwazên me kesek ji me re li çepikan nade, kesek me pîroz nake.
Kesek ji van daxwazên me razî nabe.

Lê divêt em hemû di nav van koman de wekî mêra li ber xwe bidin û gavan bi şûn ve neavêjin.

Kesên ku me bi vî rengî qebûl neke jî ew zanin.
Bi sedan rê ji van deran diçin.
Em ne mecbûr in ku vî barî ji vir û pêve li milên xwe bikin.
Divêt em ji hev re bibin alîkar û hevdu di tu cihan de bi tenê nehêlin.
Ne şert e ku em di hemu tiştan de mîna hev bifikirin.
Divêt xelk bibîne ku em bi hevre ne.
Hêvîdarim ku eleqedarîya te û dilsozîya te neyê qutkirin û em disa jî bi hev re bipeyivin.
Bimîne di xêr û xweşîyê de.
Date: Mon, 8 Sep 2008 07:51:04 +0000”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE