02 augusti 2008

Îtîrafên Demîrel dibê ji bo me bibe zengil

Operasyona Ergenekonê bû wek vebûna ”Qutiya Pandora”, hemû sîxurî û bêvaviyên dewleta tirk yeko yeko eşkere dibin.

Rojê yek li xwe mukur tê ku wan wek dewlet li hember kurdan çi dek û dolab gerandine, çi kemîn danîne.

Ji van lixwemukurhatinan yek jî du roj berê di rojnameya Tarafê da hebû.

Di rojnameya Tarafê da(31/7-08) Nevzat Çiçek radigihîne ku di demeke nêzîk da li Ser Ocalan ewê kitêbeke rojnamevan Nejdet Pekmezcî derkeve.

Pekmezcî di kitêba xwe da li ser salên despêkê yên Abdullah Ocalan û hin têkiliyên wî ên li Anqerê radiweste. Navê kitêbê “Apo ve Pilot- PKK’nın MİT’olojik tarihi” (Apo û Pîlot - dîroka MIT’olojîk a PKK-ê) ye.

Li gor Nevzat Çîçek dinivîse, Pekmezcî di kitêba xwe da li ser Suleyman Demîrel qala vê nukteya(anekdota) jêr ya gelkî balkêş û girîng dike.

Dibêje Suleyman Demirel di sala 1989-a da li mala xwe ya li Gunîz Sokakê, ji mîvanekî xwe ra qala çalakiyên PKK-ê û zerarên ku daye Tirkiyê kiriye û wiha gotiye:

”Xwezîka rê nehata dayin ku Abdullah Ocalan ji Stenbolê were Anqerê. Wê demê ji bo perçekirina DEV-GENC-ê riyeka wiha hat meşandin… Hedef ew bû ku xortên kurd ji destên marksîstan werin xelaskirin û DEV-GENC perçe bibe. Di vê da serkeftin hat bidestxistin lê Abdullah Ocalan wek muyê tu ji rûn bikşînî şemitî çû. Xwezîka li Tûzlûçayirê bihata kuştin.”

Ji ber ku Demîrel merivekî qatil e û heta nuha bi hezaran kurd daye kuştin, loma jî qetlê jî pir rehet û bêşerm diparêze.

Ji operayona Eregenkonê û vir da ye ku gelek xebatên dewleta tirk yên heta nuha di tariyê da mabûn û nedihatin zanîn bere bere eşkere dibin.

Roj tuneye ku di çapemeniyê da meriv rastî hin bêbaviyên dewleta tirk neyê. Û ev gotinên Demîrel jî di vî warî da agahiyeke nuh e.

Wek tê zanîn Demîrel yek ji aqilmendên “dewleta kûr” e û haya wî ji gelek xerabî û bêbaviyên dewletê heye.

Gelek cînayet bi destûr û emrê wî hatine kirin.

Loma jî tu sebeb tuneye ku em ji van gotinên Demîrel bawer nekin. Ji ber ku ew serokekî “dewleta kûr” bi xwe ye.

Li gor van gotinên Demîrel, ji bo ku xwendevanên kurd nebin çep û nêzî Sovyetê nebin, ji bo ku DEV-GENC-ê ji hêz da bixînin dewletê di bin ra ra piştgirî daye xebatên Ocalan yên di nabêna xwendevanên kurd da.

Çimkî wê demê tirsa dewletê ya herî mezin ew bû ku tevgera çep li Tirkiyê xurt bibe û xwe nêzî Sovyetê bike.

Ev yek tirsa Emerîka bû jî. Jixwe Ergenekon jî hîn bermayiya Gladioya wê demê ye.

Ji ber ku li gor Emerîka û tirkan wê demê tehlûkeya herî mezin “komînîzm” bû, loma jî piştgirî dane dûrketin û veqetandina xortên kurdan ji DEV-GENC-ê û ji çepên tirkan.

Bêguman ji bo me di netîceyê da ev yek gelkî baş bûye, kurdan rêxistinên xwe avakirne û doza serxwbûna welatê xwe kirne.

Lê helbet hesabên wan ne ev bû. Dewletê texmîn nedikir ku veqetandina xortên kurdan ji DEV-GENC-ê ewê avabûna xet û tevgereke netewî bixuliqîne.

Di bin ra piştgirî dane xortên kurdan û rê li ber xebatên wan yên rêxistinî negirtine çimkî wê demê kurd hîn gelkî zeîf in, hîn nayê texmînkirin ku ev “piştgirî û çavgirtina” ji organîzebûna kurdan ra ewê bigihîje netîceyên îro.

Dewletê nizanîbû ku tevgera xwendevanên kurd ewê hewqasî bi pêş keve û bibe bingeh û xercê tevgereke netewî.

Him li gor agahiyên Demîrel û him jî li gor hin agahiyên din û qebûlkirina Ocalan bixwe, dewleta tirk bi riya “Pîlot Necatî” û hin riyên din piştgirî daye xebatên Ocalan û heta dem dem ew fînase kiriye.

Lê ne mimkûn e ku dewletê ev siyaset tenê li hember PKK-ê meşandibe. Bi îhtîmaleke mezin, heger ne bi qasî ya PKK-ê be jî lê di destpêkê da li hember xebatên kesên derî Ocalan jî eynî siyaset meşandine, li hember xebatên wan jî bi “tolerans” hereket kirine, astengî dernexistine û çavên xwe jê ra girtine.

Heta ku van xebat û hewildanên xortên kurdan zirar daye tevgera çep ya tirk dengê xwe nekirine û êrîş nebirine ser.

Lê roja dîtine ku ev dûrketina ji tevgera çepên tirk, bingehê tevgera kurd ya netewî xurt dike, kurdan berbî avakirina rêxistinên netewî dibe, a wê demê bi hovîtî berê xwe dane kurdan û li wan dane, rê li ber xebatên wan girtine, nehîştine bîna xwe bigrin.

Û dema wê jî, yanî astengiyên qanûnî û ne qanûnî jî têr nekiriye di sala 1970 û 1980--î da darbeyên leşkerî kirine.

Piştî van darbeyan jî li hember miletê kurd teror û wahşeteke mezin meşandine, bi 100 hezaran kurd xistine zindanan û rêxistinên wan tasfiye kirine., bi sedan kadir û serokên wan qetil û sirgûn kirine.

Baş e ev xebata dewletê ya berahevdan û sîxurîyê ma îro jî tuneye?
Ma îro jî dewlet li hember hin xet û hin tevgeran piştgiriyê nadin hin kes û hêzan?
Ma îro jî kurdan berra hev nadin?
Ma îro jî bi riya bertîlên aborî û siyasî û kursiyên meclîsê tevgera kurd ya netewî qels nakin, bi vê riyê hin kurdên nezan û bêxîret bera pêxîla tevgera kurd ya netewî nadin?
Bêguman dikin û ji berê jî gelkî bêtir dikin.
Lê nuha eşkere nakin. Van xebat û piştgiryên xwe jî piştî 30-40 salên din ewê li xwe mujur werin.

Ya girîng ew e ku dibê em kurd dersê ji van îtîrafên Demîrel derxin û bizanibin ku dewlet îro jî vê siyaseta perçekirin û jihêzxistinê dimeşîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE