21 juni 2008

Plana Tirkiyê ya terorîzekirina kurdan hebûye

Derket ortê ku leşkerên dewleta tirk di îlona 2007-an da li hember kurdan, DTP-ê û Kurdistana Federe planeke bi dizî hazir kiriye û li gor wê planê teroreke kesnedîtî û şerekî îmhakirinê meşandin.

Ev plana ku artêşa tirk ev serê salekêye li hember kurdan û hêzên îslamî dide meşandin navê wê ”Plana Faaliyeta Agahî û Piştgiriyê” ye. Hebûna vê plana artêşê tirk ya bi dizî do(20/6-08)ji alî rojnameya Tarafê ve hate eşkerekirin.

Plan 8 rûpel in û gelkî berfireh e û dixwaze ku Tirkiye di her warî da têkeve bin destê leşkeran û di her qedemeyê da ji alî wan ve were îdarekirin.

Di planê da tê gotin ku bi bahaneya piştgiriya bi PKK-ê ra li hember kurdên bakur û başûr ewê şerekî çawa bidin meşandin û kurdan çawa terorîze bikin tê tespît û îzahkirin.

Li gor vê plana serekerkaniyê bi kurtî:
-Dadwer yanî hakim û dozgerên tirk ewê werin qezenckirin û bên kişandin xeta artêşê.
-Rojnamevan, artîst û hunermend ji bo xurtkirina artêşê ewê werin destekkirin û bikaranîn.
-Merivên dîndar û bawermend ewê di bin kontrola artêşê da werin girtin û werin îdarekirin.
-Mixalifên artêşê ewê werin pûçkirin û bêtesîrkirin.
-DTP, bi tu hawayî ewê mixatap neyê qebûlkirin.
-Bi lêgerîn û operasyonên leşkerî yên bênabên kurdên li ser sînor ewê tim werin nerehetkirin.
-Di nava mixalifên li dijî artêşê da ji bo qelskirin û perçekirina wan ewê piştgirî bi hin kesan ra were kirin û werin xurtkirin.

Leşkeran di plana xwe da şerê xwe yê psîkolojîk û leşkerî yê li hember kurdan jî wiha rêz kirine:

”Ji bo qutkirina alîkariya kurdên bakurê Îraqê ya bi PKK-ê ra di çarçeweya şerê li dijî terorê da gelê herêmê bênabên ewê were nerehetkirirn. Û divê were nîşandan heta ku ew alîkariya ”terorê” bikin ev nerehetkirin ewê tim berdewam be. Divê ev mesaj tim were dayin.”

”Divê were nîşandan ku alîkariya bi terorê ra tê kirin ewê tu carî bê bedêl nemîne, bi saxîkirin, operasyon û faalîyetên din ewê bi gelê herêmê were nîşan dan ku ev alîkariya wan ji wan ra namîne, ewê bedêlekî wê hebe.”

”Li bakurê Îraqê, li hember gelê ku li herêmên ser sînorê nêzî Tirkiyê dijîn jî divê bi gulebarankirina çekên giran eynî mesaj were dayin. Bi vî rengî, heta ku alîkariya wan bi PKK-ê ra berdewam be nerehetkirina wan jî ewê bi zêdayî dom bike. Ev his ewê were hakim kirin. Meqamê îcraatê Fermandariya Hêzên Bejayî, meqamê koordîneyê jî Serokê Tevgerê yê Serekerkanî ye.”

Bêguman ev haya hukûmetê ji vî beşê planê yê ser kurdan heye. Ji ber ku hukûmet heta nuha tu carî li hember van operasyon û êrîşên artê derneketiye, bi vacayî di meclîsê da biryara piştgiriya vê siyaseta leşkeran girtiye û operasyon û bombebaranên Kurdistana başûr tim parastiye.

Yanî AKP jî şirîkê vê plana leşkeran ya derbarê kurdan da ye.

Di planê da hin faalîyetên din jî wiha tên rêzkirin:

-Di nava grûbên li dijî artêşê da ewê alîkariya hin kesan werin kirin, di nava grûbên siyasî û etnîkî da ewê piştgiriya perçebûnê were kirin û yekîtiya wan were xerakirin.

-Hunermend û nivîskarên ku bi fikir û tevgerên xwe yên li dijî artêşê tên zanîn ewê werin qelskirin.

-Ji bo ku bestekar û hunermendên maqûl di çarçeweya dîtinên artêşê da berheman çêkin bi dizî ya jî vekirî ewê piştgirî û alîkariya wan were kirin.

Bi vê belgeyê careke din jî diyar dibe ku Tirkiye dewleteke bêhuqûq û leşkerî ye.
Artêşa tirk li hember miletê kurd teror û şerekî bi plan û program dide meşandin, operasyonên tên kirin hemû jî ji berê da plankirî ne.

Heta nuha leşker û hukûmetê di dema operasyon û êrîşên ser baregehên PKK-ê û Kurdistana Federe da tim digotin ku ew tu carî naxwazin zirarê bidin xelkê sivîl û ji bo vê yekê jî hemû hesasiyetan nîşan didin.

Lê di planê da pir vekirî tê gotin ku ne tenê kurdên bakur bi lêgerîn, girtin û operasyonan ewê tim nerehet bikin, kurdên başûr yên ser sînor jî ewê bi çekên giran yanî bi bombebaran û topbarankirinê tim were nerehet kirin.

Yanî bombebarankirina gundên Kurdistana Federe yên ser sînor siyaseteke artêş û hukûmeta AKP-ê bi zanetî ye.

Di raporê da tiştekî din yê balkêş, mixatab qebûlnekiran DTP-ê ye, leşker dibêjin ku ewê tu carî DTP-ê mixatab negrin.

Diyar e Erdogan jî li gor vî emrê artêşê bi DTP-ê ra napeyive û hertim bahaneyekê, qal û qîlekî dibîne.

Bêguman kurd dizanin ku tirk bi zanetî gundên ser sînor bambebaran dikin, lê piştî derketina vê belgeyê ev yek bêtir eşkere bû. Loma jî divê hukûmeta Kurdistanê vê gelşê careke din bi hêzên hevpeyman, lê bi taybetî jî bi emerîkîyan ra pir cidî bipeyive û qebûl neke ku tirk vê terora xwe ya li hember gelê kurd bidomînin.

Li alî din helbet kurdên bakur jî dibê bêdeng nemînin, ji bo deşîfrekirin û pûçkirina vê plana artêşê, dibê hemû riyên demokratîk û huqûqî bikar bînin. Ji bo qelskirina leşkeran ev yek îmkaneke mezin e.

Serfermandarê Giştî Orgeneral Buyukanit bi beyaneke nivîsîkî xwedêgiravî belge red kir, got, ”di qeydên serekerkaniyê da, ji alî qumandaran ve tu ewraq ya jî planeke wiha nehatiye qebûlkirin.”

Lê ev beyana Buyukanit, hebûna planeke wiha red nake, Buyukanit nabêje me planeke wiha çênekiriye, dibêje ”di qeydên me da planeke wiha tuneye”.

Bêguman ewê di qeydan da tunebe, ji ber ku planeke neqanûnî, planeke meşandina teror û şerekî bi dizî ye.

Ma ewê çi qeyda wê hebe?

Helbet hûnê înkar bikin û bibêjin di ”qeydên me da tiştekî wiha tuneye” û di qeydan da were dîtin jî kes nikane tiştekî bi we bike. Heger we bizanîbûya ku hukûmetê ji ber amadekirna planeke wiha we ceza bike, bêguman we yê tiştekî wiha nekira, lê ji ber ku hûn dizanin hûn çi bikin ewê ji we ra bimîne loma jî hûn bêtirs palanên darbeyan, kuştin û terorîzekirina xelkê çêdikin.

Wek hemû planên din, ji vê planê jî ewê tu netcî neyê girtin û hûnê dîsa li ser karên xwe bimînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE