03 juni 2008

Şemo dixwaze rêberiya tirkan bike

Şamîl Tayyar di rojnameya Starê ya do(2/6) da ji 2 nameyên Şemdîn Sakik hin beş weşandin.

Name rast in ya ne rast in, heger rast in çuqasî dirêj in û ji ”kê ra” hatine şandin em nizanin. Tenê îdîa ew e ku nameyên Sakik in.

Di bextê Şamîl Tayyar da be!

Şamîl Tayyar dibêje, nivîskar Tuncer Gunay 2 nameyên Şemdîn Sakik birine dane wî.

Çima ew û ne yekî din?, ew jî ne diyar e.

Lê li gor ku Tayyar dinivîse, di nameya ku di 15-ê gulanê da hatiye nivîsîn da Sakik di nameyên xwe da li ser, “êrîşa qereqola Tutunluyê, netîceyên êrîşa balafirên tirkiyê, beyanên Ahmet Turk û heger AKP were girtin ewê li Kurdistanê çi bibe?” rawestiyaye û aqil daye dewletê.

Li gor îdîaya Tayyar, Sakik di nameya xwe da gotiye:

”AKP-yê li herêmên kurdan ji sedî 55-ê dengan girtiye. Heger ew bê girtin kî ewê ciyê wê dagire? CHP nikane bibe partiyeke tabelayî (lewhe) jî. MHP jî... Partiya ku ewê ji dêl AKP-ê ve were danîn jî. Di vê rewşê da du rêxistin hene ku kanin valahiya bi girtina AKP-ê ra derdikeve holê dagirin.
Yek, DTP ye, ya din Hizbullah e. DTP-ya ku niha xwedî 50 şaredarî ye, dikane vê hejmarê derxîne 200-î. Bi vî rengî PKK dikane dîrekt bibe xwediyê îdarekirina 200 belediyan.”

Xwedêgiravî ji Sakik netîceyên vê rewşê hatiye pirsîn û wî jî wek aqilmendekî dewletê wiha gotiye:

”Bi vê hêzê dengên DTP-ê ew ê ji sedî 10-an derbas bike. Ewê nêzî 100 parlamenterî bişîne meclîsê. Hejmara 5-6 hezar milîtanên PKK-ê ewê bigihêje 40-50 hezarî.”
Û dû ra jî nimûneya başûrê Kurdistanê daye û gotiye ku:

”Li Iraqê PDK û YNK çi rolê dilîzin piştî çend salên din PKK û DTP jî ewê eynî rolê bilîzin. PKK-ya ku kurdên Tirkiyê kontrol dike, ewê pêvajoya veqetandina ji Tirkiyê temam bike.”Wek tê zanîn dagirkirn û îdarekirina Kurdistanê heta roja îro ne bi hêza tirkan tenê bûye, him di dema dagirkirinê da û him jî di îdarekirina heta îro da rola kurdên nezan, ehmeq û xayin pir bûye.

Heger ne ev alîkarîya kurdan bûya tirkan nikanîbûn welatê me îşxal bikin û me jî ji xwe ra bikin êsîr û kole.

Beşekî ji kurdan di hemû serîhildanan da jî tim hevalbendiya dijmin kirine û bi saya vê hevalbendiyê bûne sebebê bindestiya miletê xwe.

Loma jî her cara ku tirk dikevin tengasiyê û cî li wan teng dibe, mêrikan ji xwe ra bi rehetî hin kêmaqil û xayinên qewmê xwe dibînin û ji wan aqil û fikir digrin. Û bi saya rêberî û alîkariya wan, pişta kurdan dişkînin.

Di meclîsê da û derî meclîsê ji bo berdewamiya bindestiya kurdan bi sedhezaran kurd bi dil û can ji AKP-ê û dewleta tirk ra xizmetkarî û rêberiyê dikin, aqil didin û rê raberî wan dikin.

Lê diyar e ev têra wan nake, mêrikan ji bo minfeeta dewleta xwe diherin bi Sakik jî dişêwirin û ew jî bêfedî û bêar, bi kêfxweşî aqil dide wê dewleta tirk ku muebet daye wî bi xwe.

Yanî li gel vê zulma ku dewletê wek şexs li wî kiriye, ew dîsa jî xwe ji dewleta tirk aciz nake, dîsa jî namûs tê hilnayê û wek aqilmendekî dewletê rê nîşanî wan dide.

Welhasil heta ku Sakik û bi hezaran yên wek wî rêberê dijmin bin kurd xelas nabin.

Lêborîneke di cî daDo li Silêmaniyê 33 saliya damezirandina YNK-ê hate pîrozkirin. Di merasima pîrozbahiyê da li Celal Talabanî û gelek kesên din, Mesûd Barzanî jî axaftineke dirêj kir.

Serokê Kurdistanê Mesûd Brzanî, di axaftina xwe da li ser gelek êş û azarên şerê birakujiyê rawestiya û got, şerê birakujiyê şerê xwekujiyê bû. Barzanî wiha got:

“Ya rasttir ew şerê xwekujîyê bû. Ew yek ji bûyerên ne xweş yên dema derbasbûyî bû û nuha bûye dîrok û ji me re bûye pend.. Ewên ku di şerê navxweyî de şehîd bûn, şehîdên me hemûyan in. Em herdem li beramber kes û karên qurbanîyên şerê navxweyî hest bi tengavîyê dikin. Belê ji ber vê ez dibêjim û her dem jî min gotiye û dibêjim, ku em daxwaza lêborînê ji wan dikin. Baştirîn tişt jî ji wan ra ew e ku em tekezîyê li ser vê rêkevtina stiratejîk ya di navbera YNK û PDK-ê bikin.”

Serokê Kurdistanê Barzanî di dawiya axaftina xwe da got, bila gelê Kurd dilniya be, êdî ew nema şerê birakujiyê dibînin.

Bêguman lêborînxwestina Barzanî tiştekî gelkî di cî da bû û pir jî kêfa min jê ra hat. Ev yek baweriyê dide meriv ku ew di gotin û hestên xwe da samîmî ye.

Çimkî bêyî ku şerm bike, pir eşkere dibêje, şerê birakujiyê pir şaş bû û dibê kurd tu carî malwêraniyek wer nejîn.

Barzanî çend sal berê jî dîsa bi vî rengî uzrê xwe ji gel û malbatên şehîdên dema birakujiyê xwestibû.

Di dubarekirinê da feyde heye zirar tuneye, lê dibê ne PDK û YNK tenê, hemû kurd wê sondê bixwun ku ewê careke din devê tivinga xwe nedin hev.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE