29 juni 2008

Bijî Îspanya!

Xeyala 44 salan ya îspaniyan nîhayet îşev li Wîyanayê bi rast geriya û Îspanya bû şampiyonê Ewrûpayê.

Vîva Îspanya!

Îspanyayê şampiyonî heq kiribû. Mêrikan ji destpêkê heta şeva ku kûpa zêr girtin û bûn şampiyonê Ewrûpayê hemû maçên xwe qezenc kirin û futboleke xweş, oefensîv û pir bi qalîte lîstin.

Camêran him di ofensîva xwe da û him jî di parastina xwe da muhteşem bûn.

Me li fînaleke pir xweş û bi heyacan temaşe kir. Ji bo vê futbola xweş ez Îspanyayê ji dil û can pîroz dikim.

Meriv dikane bibêje ku Îspanyayê di vê tûrnuwayê da ziyafeteke futbolê ya lîstikeke bêtirs, cesûr û bi qalîte pêşkêşî cîhanê û hemû futbolhizan kir.

Îspanya nuha dikane bi serbilindiyeke mezin şampiyoniya xwe pîroz bike. Ev serkeftin heqê wan bû û loma jî hemû cîhan jî bi wan ra vê serkeftina wan pîroz dike.

Qehremanê vê serkeftinê navê wî Fernando Torres e. Torres îşev jî futboleke pir delal û pir bi qalîte lîst, hertim hakimê topê bû û tim jî tehlûke peyda dikir.

Bêguman Îspaniyan dikanîbûn çend golên din jî biavêtana, lê nebû. Heger meriv 15-20 deqîqeyên pêşî û çend deqîqeyên ji destpêka heftiyema duduyan bide aliyekî, alman li hember îspaniyan bêşans bûn.

Heta dawiya maçê almanan tenê şûtekî hinekî bi tahlûke avêtin ji qelaya Îspanya da. Qelebanê Îspanya Îker Casîllas tu carî neket tehlûkeyekê û tu xelasiyên girîng nekir.

Lê Îspaniyan bi kêmanî 7-8 şût avêtin ji qaleyê da ya Lehman xelas kir ya jî qale negirt.

Erê almanan jî li gor maçên xwe yên berê xweştir lîstin, bêtir êrîşkar bûn, pir golaan geriyan lê pir hindik şansê golavêtinê bidest xistin.

Parastin, pasdan û topkontrolkirina îspaniyan pir baş bû, top bi biranî di nigên wan da bû. Di pasdan û kontrolkirina topê da pir ji xwe bawer bûn, hemû pasên wan ciyê xwe didîtin û alman jî tim wek tajiyê li pey xezalê bûn.

Lê wek dihat texmînkirin fînalek xweş hat lîstin, nema dirêjkirin û penaltiyan. Herdu taximan jî dixwstin maçê di 90 deqîqeyî da qezenc bikin. Lê herî zêde jî bêguman îspanîyan dixwestin. Mêrikan heta deqîqeya dawî jî li li qeleya Almanya li golan geriyan.

Hemû lîstikvanên îspaniyan jî xweş lîstin. Lê barê herî giran li ser milê Torres bû û wî jî karê xwe bêkêmasî kir.

Bêguman taximê qûpa heq kiribû qezenz kir, ev tiştekî rast û xweş e. Lê golê almanan xwar jî ji ber şaşiya Lehman bû. Lehman ya divê zûtir biçûya topê ya jî hewqasî ji qaleyê dûr neketa.

Lehman di maça li hember tirkan da jî ev şaşî kir û loma jî du golên belaseb xwar, heger ne ji çewtiyên wî bûya almanan ew herdu gol jî nedixwarin.

Di dawiyê da meriv dikane bibêje ku di Kûpaya Ewrûpa ya 2008-an da taximê layiqî kûpayê qezenc kir.

Îspaniyan wek tirkan bi şans û tesadufan, bi golên di saniyeyên dawî da kûpa negirtin, camêran bi lîstika xwe ya xweş û ofensîv bûn şampiyonê Ewrûpayê û kûpa zêr birin welatê xwe.

Kûpa li Îspanyayê pîroz û helal be!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE