18 mars 2008

Rewşa Tirkiyê ya siyasî wek hewa Swêd e…

Du roj berê, di civîna bîranîna Helebçeyê da Lutfî Baksî mizgîn da min, got ”şirîkê” te yê pinîkêrê yê daimî, (Av.Weysî Zeydanlioglu) hatiye Stockholmê.

Ji bo ku ez xêrhatinekê bidimê û bîstekê pê ra sohbet bikim, ez îro piştî kar çûm çayxaneya meşhûr ya Hecî Saygili. Ji ber ku ez dizanim meskenî wî wira ye.

Dema ez çûm ew ne li wir bû, piştî bîstekê wek min texmîn dikir hat. Em çûn lep û ruyên hev. Piştî hinek henek û sohbet, min bi mane jê ra got:

-Tu ji Anqerê, ji merkeza dewlet û siyasetê tê. Bi qasî xuya dike li ba we dîsa siyaset ji nişka ve germ bûye. Gelo sebebê vî şerê hukûmet kemalîstan çi ye ? Tiştê ez dizanim nabêna hukûmetê û artêşê baş bû. Çima wiha ji nişka ve bi hev ketin?

Şirîkê min keniya û teqrîben wiha got:

"Li Tirkiyê siyaset wek hewa Swêd e. serê sibehê, dema meriv ji xew radibe dinya gelkî xweşe e, roj heye û her tişt normal e. Li ser daran vîçe vîçe çivîkan e û meriv dixwaze hema li derekê xwe bide ber rojê.

Lê piştî nîvro, ji nişka ve hewa xera dibe, ewrekî giran wek konekî reş ji asîmanan xwe bera jêr dide, dinya reş û tarî dibe. Û dû ra jî dibe zîpik, berf û bahoz. Tozanek wiha radibe hey hawar, çav çavan nabîne, dar û ber û însan bi ber bê û tozanê diherin. Meriv dibêje qey axirdewr e.

Lê danê êvarê, ewrên reş û tarî hêdî hêdî belav dibin, berf vedike, ba û bahoz û tozan disekine û dinya dibe wek hilma mîhî, sakin û bê deng. Li hember vê guhertinê meriv matmayî dimîne."

Min got, yanî tu dibêjî rewşa Tirkiyê ya siyasî jî wiha ye, berî nîvro her tişt dikane normal be, lê piştî nîvro bi beyan û yek gotina generalekî rewş dikane were guhertin û her tişt, heta hebûna hukûmetê jî têkeve tahlûkeyê.

Bi rastî jî li Tirkiyê garntiya tu tistî tuneye.

Yanî Çawa ku meriv nikane baweriya xwe bi hewa Swêd bîne, her wisa meriv nikane baweriya xwe bi îstîkrara siyasî ya Tirkiyê jî bîne.

Li Tirkiyê her tişt mimkûn e.

Ma heger her tişt ne mimkûn bûya AKP nedibû îktîdar û yekî wek Erdogan nedibû serokwezîr û Gul jî nedibû serokkomar.

Li welatekî ku Erdogan serokwezîr, Gul serokkomar û kesên wek Baykal û Bahçelî jî mixalefet bin, ma meriv dikane çi hêviyê ji wî welatî bike?

Hemû partî, îktîdar û mixalefet ji hev xerabtir in, hemû jî paşverû, nîjadperest û faşîst in.

Mezuyê hemûyan jî riziyaye û kufukî bûye. Serokekî jî nesîbê xwe ji medenîyeta hemdem û demokrasiyê negirtiye.

Bê guman li welatekî wiha, bira garntiya îstîkrara siyasî li wir bimîne, garantiya jiyana însanan jî tuneye. Meriv dikane li Tirkiyê serokwezîr û serokkomar be, partiya herî mezin û hukûmet be, lê ev yek dîsa jî nabe garantiya jiyana meriv ya siyasî. Meriv hertim dikane bibe qurbanê ”qezayekê” û her tiştê xwe wenda bike.

Çimkî Tirkiye welatekî ne normal e, dewlet sentetîk e û milet jî ekletîk e. Yanî ne dewlet û ne jî milet bi hemdê xwe nekemilîye û nebûye dewlet û milet. Herdu jî bi zor û bi hîleyan hatine çêkirin û bi hev ve hatine zeliqandin.

Lê ji ber ku di proseseke dîrokî da bi hemdê xwe nehatine meydanê loma jî ji mecbûrî zamq bikar anîne. Lê zamqa ku di çêkirina milet û dewletê da bi kar anîn ne baş e, gav û seetê hevûdu ber dide. Loma jî tim bi zor, bi muxtura û darbeyên leşkerî bi hev va dizeliqînin.

Loma jî li welatekî wiha pir ne xerîb e ku partiya li ser hukum bigrin û serokwezîr û serokkomar jî wek du kesên kirmînel bavîjin zîndanê.

Ji ber ku li Tirkiyê milet ji temaşekirina filîmên wiha komîk pir hez dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE