06 mars 2008

Peymana Cezaîrê

Şahê Îranê Riza Pehlewî û serokê dewleta Îraqê Seddam Husên, bi teşwîq û alîkariya Tirkiyê, Emerîka û Sovyeta wê demê di sala 1975-an da li Cezaîrê, li dijî kurdên başûr û tevgera Mista Barzanî ya netewî peymana bi navê ”Peymana Cezairê” îmze kirin.

Peyman, li ser navê Îraqê ji alî Seddam Husên û li ser navê Îranê jî ji alî Şah Riza Pehlewî va hat îmzekirin.

Emerîka û Sovyeta wê demê jî ev ”peyman” li Îran û Îraqê pîroz kirin. Yanî şikestina kurdan li herdu dewletan pîroz kirin.

Bêguman rola Tirkiyê jî di îmzekirina vê peymanê da gelkî mezin bû.

Bi vê peymanê Îranê tavilê dev ji piştgiriya kurdên Başûr berda û Îraqê jî di riya ava Şat-ul Ereb da hinek erd da Îranê.

Piştî îmzekirina ”Peymana Cezaîrê” Îraqê otonomiya ku di 11-ê Adara 197o-î da dabû kurdan ji holê rakir û li Kurdistanê dest bi operasyonên leşkerî kir.

Dema şer dest pê kir, Îran û Emerîkayê alîkariya xwe ji ser kurdan qut kirin û piştî demek kin şoreş şikest û pêşmergeyan çek danî.

Mele Mistafa Barzanî derbasî Îranê bû.

Bêguman bi ”Peymana Cezaîrê” kurd rû bi rûyî îxaneteke navnetewî hatin û şoreşê derbeyek mezin xwar. Kurdan dev ji şerê çekdarî berdan, lê piştî demeke kin dîsa xwe dan ser hev û dest bi şerê çekdarî kirin.

Lê li alî din dostaniya Îran û Îraqê jî zêde dom nekir. Di sala 1979-an da dema Xumeynî hat ser hukim, Seddam ji nişka va(1980) êrîş bir ser Îranê û xwest ew erdê ku ji bo şikestina tevgera kurd wek bertîl dabû Şah paş da bigre.

Bi vî hawî herdu dewlet bi hev ketin û şerê wan 8 salan ajot. Di vî şerî da ji herdu aliyan bi kêmasî milyonek însan hatin kuştin û bi sedhezaran jî birîndar û seqet bûn. Zirara maddî jixwe bê hed û hesab bû.

Yanî Peymana Cezaîrê ne tenê zirareke mezin da kurdan tenê, bi qasî kurdan, da dijminê kurdan jî, ev îxanet li ser Îran û Îraqê jî gelkî buha rûnişt.

Ji ber ku sebebê şerê Îran û Îraqê Peymana Cezaîrê bû, heger li hember kurdan ev peyman nehata îmzekirin bêguman şer jî di nabêna herdu welatan da çênedibû.

Seddam tiştê bi rehetî, wek bertîl dabû Îranê, xwest bi zor paş da bigre. Lê bêguman Îranê neda û şer dest pê kir.

Her çiqas 33 sal di ser vê ”Peymana” bêxêr ra derbas bûbe jî lê kurd tu carî wê ji bîr nakin. Ji ber ku vê peymanê di dilê kurdan gelek birînên kûr vekirine, gelek êş û azarên mezin bi kurdan daye kişandin, bûye sebebê gelek bûyer û qetlîamên mezin.

Loma jî divê her kurd vê peymanê ji nêz ve nas bike û bi cîlên nuh bide naskirin. Şiûrê netewî bi zanîna dîrokê ve xurt dibe. Kesê dîroka xwe nas neke, xwe jî nas nake.

Kurdan nîşanî dost û dijminan da ku tu zulm, zor û îxanet nikane têkoşîn û liberxwedana wan ya ji bo serxwbûn û azadiyê rawestîne û wan wek milet tune bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE