10 mars 2008

Artêşa tirk otorîteya xwe wenda dike

Van rojan ji artêşa tirk ra xerab hatiye. Ji alîkî da kurdan darbe li ser derbeyê li wan xist û ew ji desthilanîn da xistin.

Ji alî din va Emerîka jî dawa wan avêt ji ser serê wan da û ew rezîl û riswa kirin. Her kesî dît ku “hevsarê” wan zexm di destê Emerîka da ye. Vê yekê jî otorîte û forsê wan anî pênc peran û ew bêrûmet kirin.

Ev ne bes bû, îcar jî kitêbeke bi navê “Komara Serokerkaniyê”, serokerkanî rakir pêdarê û bi emrekî xwest ku dozger taviê kitêbê top bikin.

Kitêba dozgerê kevn Gultekîn Avci ya bi navê “Komara Serokerkaniyê/Dewleta Artêşê-ya jî Artêşa Dewletê” li Tirkiyê olaneke mezin daye.

Kitêb ji alî dozgerê kevn Gultekîn Avci ve hatiye nivîsîn.

Guletekîn Avcî, berê jî bi kitêba xwe ya bi navê “Têkiliyên Tarî” li Tirkiyê gelkî meşhûr bûbû. Avcî, di wê kitêba “Têkiliyên Tarî” da jî li ser bûyera Şemzînanê rawestiyabû û gelek têkiliyên artêşê yên tarî eşkere kiribû. Loma jî Gultekîn ji wezîfê hatibû avêtin.

Li gor çapemenî dinivîse, ev kitêba Gultekîn ya nuh jî wek ya berê ewê gelkî olan bide. Çimkî di vê kitêbê da jî Gultekîn gelek têkiliyên artêşê yên bi çete û hêzên tarî ra eşkere dike û dibêje ku di esasê xwe da dewleta tirk ne ya milet e, ya artêşê ye.

Loma jî serokerkanê tirk bi daxwaznameyekê xwest ku dozger tavilê kitêbê top bikin û di heqê nivîskar da jî dozê vekin.

Diyar e van rojan ji artêşê ra xerab hatiye, kî radibe “tepa xwe” lê dixe.

Wek tê zanîn şerê artêşê, CHP-ê û MHP-ê jî hîn nesekinîye.

Li ser hin pirsên rojnamevanan yên derbarê polemîka di nabêna leşker û hin sivîlan da serokerkan Yaşar Buyukanit got:

“Ez ne pêxwasê kuça me. Baykal bi tohmeta ku artêşê li ser daxwaza Emerîkayê dawî li operasyonê anîye, heqaret li hêzên çekdar yên tirk kirîye. Û ji niha pê ve jî kî rexne li artêşê bigre min li hemberî xwe bibîne.”

Cîgirê partiya faşîst MHP-ê Mehmet Şandir jî rexne li Buyukanit girt û got, “gotinên serokerkan yên îro em êşandine”, filan û bîvan.

Tiştê xuya ye ev hevîr ewê hîn gelek av hilkişîne. Lê baş e, bira hilkişîne. Ji ber ku li Tirkiyê tabûya herî mezin artêş e, kes newêre jê ra bibêje hilê-bilê. Artêş, bi çavê xulaman li hemû siyasetmedaran dinêre. Ev cara pêşî ye ku ji ber sîleya kurdan ji mecbûrî bi hev dikevin.

Bêguman çiqasî bi hev kevin ji bo me kurdan û demokratîkbûna Tirkiyê hewqasî baş e, belkî bi vî hawî tirsa siyasetmedaran bişkê û hêdî hêdî cesareta rexnekirina artêşê li ba wan xurttir bidbe.

Yanî bi kurtî, ev şerê artêşê û siyasetmedaran çiqasî dirêj bajo û kûrtir bibe hewqasî baş e û divê meriv jî bibe alîkarê kûrkirina vî şerî.

Serokê Kurdistanê şîretek baş li tirkan kir: bira ev yek ji we ra bibe ders
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li Parlamentoya Kurdistanê axaftina gelkî girîng kir. Serokê Kurdistanê di axaftina xwe da got, kurd ne bi tenê ne û ew hêvî dike ku êrişên tirkan yên eskerî yên vê dawiyê ji bo wan bûbe ders û bi vê minasebetê fêm bikin ku gelşa PKK-ê bi riyên leşkerî çareser nabe.

Serokê Kurdistanê li ser êrêşî tirkan wiha got:

“Ez dixwazim îro balê bikişînim ser bûyera vê dawîyê ku berî çend rojan rû da. Ew jî hêvîdar im ku vê carê bibe ders ji bo hemû aliyan. Ev mesele bi şer naqede û divê bi riya aştiyane bê çareser kirin. Hêvîdar im ku serdana Talebanî ya Tirkiyeyê ji bo hemû aliyan bibe handaneke ji bo riyeke aştiyane bê dîtin û ev pirsgirêk ji hemû aliyan çareser bibe."


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE