26 februari 2008

Nêta Tirkan ya paş da vekişandinê tuneye

Berdevkê hukûmeta AKP-ê Cemîl Çîçek, îro di civîneke çapemeniyê da nêta hukûmeta xwe ya veşartî da der û bi hawayekî sergirtî got, di demeke nêz da ewê ji axa Kurdistana azad venekşin. Çîçek wiha got:

-Dema ev operasyon gihêşt hedefa xwe yekîneyên me ewê vegerin baregehên xwe. Em hêvî dikin ku ev, di demeke herî kin da bibe. Lê ev îş bi temeniyan nabe. Di micadeleya me ya li wir da nuxteya em dixwazin bigihîjinê ewê vê midetê tayin bike.

Maneya van gotinên Çîçek jî ew e ku nêta wan heye ji Kurdistana başûr dernekevin, bi kêmanî demeke dûr û dirêj li wir bimînin.

Çîçek, qala ”hedef û nuxteyên ku ew dixwazin bigihîjinê” dike. Her kes dizane ku bi kuştina 100-200 ya jî hezar kesî PKK naqede. Ji ber ku hêza li pişt PKK-ê yanî gelê kurd doza mafê xwe yê rewa, doza azadiya xwe ya netewî dike, di dixwaze ew jî wek her miletî bi navê welat û nasnameya xwe were qebûlkirin. Yek PKK-yî jî li Qendîlê nemîne meseleya kurd dîsa heye û ewê her hebe.

Çareserî ne qedandina PKK-ê, lê dayina mafên kurdan yên rewa û netewî ye. Û ev daxwaz jî bi kuştina çend gerîllayan ya jî vekişîna PKK-ê ji Qendîl ê careser nabe. Çareserî dibê dewleta tirk were îmanê, were ser riya rast û hemû mafên kurdan yên demokratîk û netewî qebûl bike.

Çi mafê yekî tirk hebe, dibê yê kurd jî ew hebe. Bi vî rengî meriv dikane bi hev ra bijî. Lê dema di her warî da wekhevî tunebe kurd mecbûrin veqetin û vê daxwazê bidin pêş.

Tiştê xuya ye heger mimkûn be û ji wan ra bidebire, tirk dixwazin heta dema referandûma Kerkûkê û belkî jî demeke hîn dirêjtir ji axa Kurdistana azad venekşin. Çimkî ew dixwazin bi hebûna hêza xwe ya leşkerî him rê li ber bicîana maddeya 140-î bigrin û him jî desthilatiya kurdan têk bibin. Heger nêta tirkan ne ev bûya ewê heta nuha hukûmeta Kurdistanê û statuya kurdan nas bikirana.

Hukûmeta Herêma Kurdistanê beşeke ji dewleta Îraqê ye û ev yek di qanûna esasî ya Îraqê da hatiye qebûlkirin. Lê tirk dîsa jî qebûl nakin, Maneya xwe dixwazin Kurdistana Federe ji ortê rakin. Bi kêmanî nêt û hedefa Çîçek qal dike ev e.

Û dibê em kurd jî li gor vê nêta tirkan tevbigerin û hesabê xwe jî li gor vê yekê bikin.
Yanî heger tirk neyên mecbûrkirin ewê bi rehetî venekşin.

Mala Xwedê ava!

Piştî şeş rojên dagîkirina axa Kurdistana Federe ji bal artêşa tirk ve Parlamentoya Kurdistanê nîhayet îro bi civîneke awarte civiya. Parlamenteran rexneyên gelkî dijwar li Tirkiyê girtin û meclîsê bi yekdengî xwest ku ne tenê eskerên tirkan yên ku nuha ketine Kurdistanê lê yên berê li wir in jî zûtirîn wext werin derxistin.

Parlamentoyê bi biryarekê êrişên hêzên artêşa tirk yên ser axa Kurdistana Federe wek dijminatiya Kurdistanê bi nav kir û Tirkiye bi dijwarî şermezar kir. Di beyanameyeka heyştxalî da parlamentoyê got bila leşkerên tirkan yên berê jî ji Kurdistanê derkevin û bila Iraq jî hemû peymanên xwe yên bi Tirkiyeyê ra betal bike û peymanên nûîmzakirî jî aşkera bike.
Ev şêleke pir baş e û herî rast e. Dibê kurd vê daxwaza xwe bibin ji hêzên hevpeyman û ji Neteweyên Yekbûyî ra.

Ew hêzên tirk ku ji bo fesadî, gelacî, xerabî û nerindiyê li wir in divê bi vê dagîrkirina wan ra were girêdan û miheqeq ji wir werin avêtin. Dibê kurd vê îmkanê ji dest bernedin.
Gerilla heta nuha bas li ber xwe daye û darbeyên mezin li ordiya tirk xistine. Li Kurdistana bakur û basur protestoyên girseyî cêdibin û gel bas li ber xwe dide. Heger hukûmeta Kurdistanê û ya merkezî vê siyaseta xwe ya mahkûmkirina dagirkirinê bidomînin tirk zû bazdin. Yanî man û nemana wan di destê têkosîna kurdan da ye.

Mêraniya Bulent Ersoy
Bulent Ersoyê dengbêj û qûnek di programa zindî da got, heger lawekî min hebûya minê ew neşanda leşkeriyê.

Li ser van gotinên Ersoy, hin beşadarên programê êrîş birin ser Ersoy û mesele mezin bû. Ersoy got, "dibêjin nîştiman ê perçe nebe, nizanim çi nabe, lê zarokên ku dayikan anîne dinê li ber çavan tên kuştin. Ma ji bo ku têxin bin axê ew anîn dinê?

Ev gotên Ersoy dîrokî ne. Di rojeke wiha da wêrîna gotnên wiha cesareteke medenî dixwaze. Ev cara pêşî ye yekî ne kurd diwêre tiştekî wiha bibêje û him jî di rojeke ku her roj cenazeyên leşkerên wan ji qada şer tên.

Mixabin li welatekî 50 milyonî da kesên biwêribin şêleke wiha deynin hîn ne zîdeyî çend kesan e.
Lê heta ku li welatekî kesên bi namûs ji kesên bênamûs ne wêrektir/cesûrtit bin ne heq û ne jî edalet tê wî welatî.

Û jixwe ji ber kêmbûna kesên binamûs yên bi cesaret e tirkiye bûye welatekî çeteyan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE