11 januari 2008

Mijara vê heftê tevlihev e

Mijara kurdan ya dawiya vê heftê jî wek her tim dîsa Abdullah Ocalan û tefsîra hin ”ayetên” wî ne.

Camêr dizane her hefte ewê çawa xwe di rojevê da bihêle.

Camêr bi hosteyî her hefte(dewleta kûr yekcarnan ji bo ku meraq û heyecanê zêde bike hevdîtinên hewariyên wî îptal dike) tiştekî tewşo mewşo û biaqil wek gêrmiya gavan tevlihev dike û dide ber gel, wek meriv ji bo mijûliyê lîstokekê bidî destê zarokekî ji bo ku ji xwe ra pê mijûl bibe, ew jî bi vî rengî gel mijûl dike.

Geh pozê wî tê, geh gewriya wî zuha dibe, geh av ji çavên wî tê, axir li vê cîhanê hezar û yek nexweşî heye, her hefte bi nexweşiyekê dikeve. Û ev yek jî dibe sebeb ku gel dakeve kolanan û bixwazin hekîmê lokman here ser.


Çimkî dema gel bê kar, bê mijûlî bimîne dikane fersenda fikirandinê bibîne, hin tiştên qet ne di hesêb da dikane were bîra xelkê.

Ji bo ku rê li ber bûyerên wiha werin girtin divê tim mijûlî hebe, divê gerîlla, gel, mirîd, kadir axir her kes bi tiştekî were mijûlkirin.

Û ev 9 sal in ku dewleta tirk ya pînc vî îşî bê qeza û bê bela baş dimeşîne. Û hîn ewê çuqasê din jî bimeşîne ne diyar e.

Belê, me got wek her gav, mijara siyasetmedar û çapemeniya kurd ya vê heftê jî dîsa hin ”ayetên” birêz Ocalan û şiroveyên li wan in.

Vê heftê li gor tiştê ku danîne ber me(tabî li gor rewş û şertên mewcûd ayet tên hazirkirin)dibêjin Ocalan gotiye:

”Gelo Tirkiye ewê bê nuxteya ku Kurdistana Başûr nas bike? Na! Ma hûn bawer dikin ku Talebanî û Barzanî dixwazin PKK tasfiye bibe? Esas îro serê PKK-ê Talebanî ye, Barzanî ye. Talebanî ji min bêtir lîderê PKK-ê yê fîîlî ye. Ez li vir naxwazim kesî tawanbar bikim. Ev objektîf wiha ye. Osman li ku ye, di destê kê da ye? Di kontrola wan de ye.”
Tespîta pêşî, ”Tirkiye ewê Kurdistana Başûr nas neke” rast e. Kurd nikanin bi Tirkiyê bidin qebûlkirin, Emerîka jî di vî warî da zorê nade tirkan. Û bi rehetî jî tirk jixwe qebîl nakin.

Esas bêyî kurdên merivên AKP-ê û yên nezan her kes vê siyaseta Tirkiyê baş dibîne. Siyaseta tirkan ji naskirinê bêtir, fetisandina Kurdistana Federe ye.

Di xeberên îro da heye, ji bo ku çûn û hatinê ji ser Kurdistana Federe qut bikin û di warê aborî da jî bifetisînin wa ye li hember deriyê Xabûr, di ser Nisêbîn û Sûriyê ra deriyekî din vedikin. Ji bo ku Kurdistana Federe îzole bikin.

Yanî kurdan bi destê xwe belayek pir mezin anîn serê xwe. Çimkî îro li Tirkiyê tu partî û hukûmeteke ewê din nikanîbûya bi qasî AKP-ê zirar bida kurdan. AKP li der û li hundur him kurdên bakur û him jî Kurdistana Federe ewê baş biêşîne.

Hukûmeteke CHP û MEHP-ê ewê nikanîbûya her roj bi vê rehetiyê gund û bajarên Kurdistana Federe bomberan bikira, reaksiyona li dijî wan ewê sed carî zêdetir bûye. Bi kêmanê kurd ewê li hember derketana. Lê nuha bira Emerîka û Yekîtiya Ewrûpa li wir bimîne, piraniya kurdan jî piştgiriya AKP-ê dikin. Talebanî şerî li dijî AKP-ê wek şerê li dijî gelê kurd dibîne. Li bakur jî hîn gelek kesên wek "hamî haman, xwediyên aqil û faman" dibêjin, hela hinekî sebir bikin, dawiya filîm ewê xweş biqede.

Heta bigihîje Cengîz Çandar jî dibêjê wele AKP naxwaze di mesela kurd da tu gavan bavîje lê hin kurdên me dîsa bawer nakin. Hîn jî li bende mûcîzeyeke Erdogan û Gulên panturkîst in.

Lê ku hema dirhemek aqil jî di serê meriv da hebe, meriv dibîne ku AKP jî eynî wek MHP-ê û CHP-ê dixwaze mala kurdan bişewitîne. Û heger hin bûyerên surprîz çênebin AKP-yê bi îzna Xwedê û bi alîkarî û kêmailiya kurdan vê potansiyela heyî ji hev tar û mar bike û li ser koka kurdayetiyê rûne.

Ocalan tiştekî din yê girîg jî gotiye. Li ser bextê elçiyên wî be, dibêjin gotiye:

"Esas îro serê PKK-ê Talebanî ye, Barzanî ye. Talebanî ji min bêtir lîderê PKK-ê yê fîîlî ye. Ez li vir naxwazim kesî tawanbar bikim. Ev objektîf wiha ye."
Ev gelkî girîng e!

Ocalan ji bo çi wiha dibêje?

Gelo bi rastî were ye?

Na, helbet tesîra Talebanî û Barzanî ji Ocalan bêtir li ser PKK-ê tuneye. Ocalan jî viya dizane. Lê bi zanetî û ji hêrsan wiha dibêje ya jî li ser navê wî hinek vê derewê dikin.

Yek, ji ber ku PKK yekcarnan ji mecbûrî hin emrên wî nayne cî, wek ew dixwaze dijminatiya kurdên başûr nake, loma jî ev yek bi wî pir zor tê. Bêguman siyaseta Talebanî û Barzanî jî ne li gor dilê wî ye, ew dixwaze ew jî li dijî PKK-ê siyaseteke hîn dijminane bimeşînin. A ji ber van her du sebeban dibêje Talebanî û Barzanî ji min bêtir serokên PKK-ê ne.

Sebekî din jî, ji ber ku Emerîka jî û Yekîtiye Ewrûpayê jî mohra terorê li PKK-ê xistine û di ser da jî nuha destûra tasfiyekirina wê dane Tirkiyê.

Tirkiye dibêje ne PKK tenê, kesên li pişt PKK-ê jî dijmin û hedefên me ne. Dema ne Ocalan, lê Talabanî û Barzanî serokê PKK-ê bin wê demê mafê tirkiyê çê dibe ku bi PKK-ê ra êrîşê bibe ser wan jî.

Yanî armanca vê buhtana Ocalan,(ya jî yên li ser navê wî gotine) ew e ku Talabanî Û Barzanî jî bikin hevalê "terorîstan" û ji wan ra sergêjiyekê çêkin.

Ev yek çiqasî mimkûn e, çiqasî ne mimkûn e ew tiştekî din e. Lê wekî din tu îzaha vê buhtana bi boçik tuneye.

Êrîşên tirkan berdewam in
Artêşa tirk îro jî herêma Amediyê topbaran kirye. Berpirsiyarê pêşmergeyan Cabar Yawer dibêje tu agahdariyên wî derbarê êrîşên hewayî da nîne, lê tobarankirina tirkan rast e. Li gor agahdariên Cebar, artêşa tirk bi kêmanî 2 seetan bakurê Duhokê daye ber topan.

Diyar e emerîkiyan bombebaran balafiran li wan yasax kirye lê îcar jî destûra topbaranê daye wan. Û ew jî bi vê destûra Emerîka mêraniya xwe nîşanî me kurdan didin

Hin Kurdên pir dûrbîn xwdêgiravî ji bo ku rê li ber êrîşa tirkan bigrin piştgiraya AKP-ê kirin. Bi rastî jî camêran baş rê li ber girtin (!)

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE