13 december 2007

Generalê tirk: Civak bê şivan û bê kûçik îdara nabe

Generalê teqawit Osman Pamukoglu, îro li Unîversîteya Stenbolê ya Teknîkê konferansek da xwendevanên zanîngehê.

Xwendevanekî li hin dîtinên Pamukoglu yên yekalî rexne girt û ji generalê teqawit mesela kurd pirsî, got:

”Ji bo çi tu li ser mafê kurdan yê siyasî û kulturî jî ranawestî?”

Li ser vê pirsê, Pamukoglu xwe gelkî aciz kir û got:

”Ji xwe min dewleta xwe di nava tunebûnê da li hember heft duwelan bi şerkirinê ava kiriye. Îcar dema nuha yê rabe sîlehê li min bikşîne, ezê namliyê têkim devê wî.”
Li gor dîtina Pamukoglo, li Tirkiyê çar meseleyên esasî hene. Ew mesele jî ev in:

”PKK, hebûna hêzên emperyalîst li Rojhilata Navaîn û li Bakkurê Îraqê hebûna dewleta kurd.”
Pamukoglu(yanî lawê pembo), li Îraqê avabûna dewleta kurd jî wek meseleyeke Tirkiyê ya hundur dibîne û dixwaze bi vî çavî lê were nêrîn. Yanî ha Kurdistana Federe, ha PKK ji bo wan qet ferq nake.

Dema Kurdistana Federe û PKK yek û eynî tişt be, dibe gelşeke Tirkiyê ya hundur. Wê demê mafê Tirkiyê heye ku midaxele bike, çimkî hukûmeta kurd jî wek PKK-ê ”gelşeke” Tirkiyê ya hundurîn e.

Helbet ev dîtin ne ya Pamukoglu tenê ye, dewleta tirk jî û miletê tirk jî wiha difikire. Ji bo wan PKK, PDK, YNK qet ferq nake, hemû jî kurd in û tahlûke ne.

Li gor tirkan kurd miletek in, li kîjan perçeyê Kurdistanê dibe bila bibe qet ferq nake, dibê ji bin zilm û zorê xelas nebin. Dema li beşekî xelas bibin, ewê tesîrê li beşê din jî bike, bi demê ra ew beş jî ewê şiyar bibe û doza azadiya xwe bike.

Loma jî îro tirk ji Ocalan bêtir li dijî Medûd Barzanî ne, ji PKK-ê bêtir li djiî hukûmeta kurd in.
Kurd jî êdî bere bere vê nêt û siyaseta tirkan dibînin. Ev pêşketineke baş e.

Lê Pamukoglu dîtina xwe ya herî balkêş li ser civakê û lîder(pêşewa, serok) anî zimên. Li gor Pamukoglu, hewcedariya civakê bi şivanekî baş û kûçikê şivên heye. Ji ber ku tirk ji şivan û kûçikekî baş yê gurxenêq mehrûm in loma jî halê wan ne tu hal e, tim li dû xelkê ne, tim paşdamayî, birçî, nezan û cahil in.

Çimkî civaka tirk bê şivan û bê kûçikê gurxenêq e.

Pamukoglu, dîtina xwe ya di vî warî da bi van gotinên wecîz, bi vê nimûneya jêrîn pêşkêşî xwendevanê zanîngeha bilind kir:

”Şivanekî baş ji bo ku civakê baş îdare bike, kûçikê şivên jî ji bo ku civakê biparêze pêwîst e.”

Wek tê dîtin, Pamukoglu miletê tirk wek keriyekî pez, serokan wek şivanan û artêşê yanî ordiyê jî wek kûçikê kerî dibîne. Dîtineke gelkî balkêş e.

Bi rastî jî kerî bê şivan û bê kûçik nabe. Heger kerî bê şivan û bê kûçik here çêrê ewê gur pê keve û ji hevûdu tar û mar bike.

Generalekî ku hîn bi vî çavî li civatê binêre, numûne û sîmbolên wî hîn kerî, şivan û kûçik bin, ma ewê ji wê civata ku ew îdare dike çi were payin?

Bi rastî jî heger civata tirk ne kerî bûya divê bi çavê qehremanekî li Pamukoglu nenêriya. Lê diyar e camêr civata xwe ji me baştir nas dike, loma jî li gor civatê dipeyove.

Pamukoglu di nabêna salên 1993-1995-an da li Çolemêrgê qumandarê Tûgaya Çiya û Komandoyan bû û bi operasyona xwe ya ”Pola 1” tê naskirin. Pamukoglu di dijminatiya kurdan da gelkî bi nav û deng e û li ba tirkan bi çavê qehremanekî lê tê nêrîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE