01 november 2007

Hesaabê mehekê

Di ser avabûna malpera min ra tam mehek buhurî. Ev yek do xêrxwazekî bi bîra min xist. Mala wî ava. Wî negota min îro ”meha 1-em” pîroz nedikir.

Xelk sala yekem pîroz dike, ez meha yekem.

Tişt nabe, bira ya min jî hinekî derê dinyayê be.

Ji 30-ê îlonê û vir da ye, di vî quncikî da ez her roj meqaleyekê dinivîsim. Min niha bala xwe dayê, tevî vê nivîsê, min tam 29 nivîs nivîsîne. Yanî min rojekê tenê nenivîsî ye.

Mala Xwedê ava be, min qet bawer nedikir ku ezê bikanibim her roj nivîsekê binivîsim. Ji xwe nêteke min ya wer jî tunebû. Ez difikirîm ku heftê nivîsekê ya jî du nivîsan binivîsim.

Lê yekcarnan hesabê mal û bajêr li hev nayên, yê min jî bû ew mesele. Şeva ez nenivîsim fena ku min soz hevdîtinê dabe keçikek swêdî û soza xwe bicî neanîbe ya jî min tiştekî xwe yê herî bi qîmet wenda kirbe, xewa min nayê.

Yanî bûye kurm û ketiye bedana min.

Û di ser da derdê tirkan jî bêtir ez har kirime. Ez nizanim hewqas enerjî ji ku tê, ez çawa dikanim pê ra bigihînim?

Ez bawer dikim qehra tirkan vê enerjê dide min.


Ya rast, gelek caran ez di xwe ra nabînim kompîtorê vekim û du rêzan jî binivîsim.

Hûnê bibêjin ji bo çi?

Ez derdê xwe ji we ra bibêjim, ji bo ku hinekî dilê we bi xwe bişewitînim.

Ez heftê pênc rojan, rojê heyşt seetan dixebitim.

Bêxwediya zîla seeta min berbanga sibê, seet di 05.30-î da lê dixe. Bi zirîna wê ra ez tepekê lê dixim û dengê wê dibirim.

Lê êdî ez şiyar im. Li ser pêşniyar û tewsiya hin alimên cimnastîkê, di nava nivînan da ez li dora pênc-şeş deqîqeyan wek pisikan tîjikan didim xwe. Dû ra bi bêdiliyeke mezin hêzî ser xwe dikim. Heger bi şev min dûş negirtibe, diçim dûşekê digrim. Piştî wê, riya xwe kur dikim û xwe baş melhem û lewante dikim.

Xwe didim ber neynikê û piçekî xwe ditûzikînim.

Belkî gelekên we nizanibe, ez di nava bi kêmanî sed(100) jinên swêdî da dixebitim. Loma jî heta ji min tê naxwazim kêmasî û qusûr were ser kurdan û navê wan ”qilêrokî” derkeve. Lê bira tiştekî xerab neyê bîra we, min heta niha tu tişt bi ser avê nexistiye.

Dû ra îşligû pantorê(gomlek)xwe utî dikim û kincên xwe li xwe dikim. Ev kar yê min e. Xanimê heta niha yek carê jî îşligê û pantorê min utî nekirye. Lê min gelek caran xêra bavê xwe yê wê kirye.

Piştî ku min kincên xwe li xwe kir, diçim mitbaxê, xurînî û navroja xwe yanî tasa xwe ya seferê hazir dikm., dikim çentê xwe, didim ber derî. Ez xurîniya xwe jî û navroja xwe jî li wir dixum.

Êdî dor tê ser vekirina telewîzyonê. Telewîzyonê vedikim, berê li xeberên swêdî yên tekstê û rapora hewayê mêze dikim, dû ra bi lez çavekî li yên kurdî û tirkî digerînim.

Di vê nabênê da seet dibe 06.35.

Seet di 06.40-î da ji mal derdikevim, li otoboza 06.43-an siwar dibim. Seet li dora di 07. 30- î da digihîjim karê xwe.

Êvarê, seet d 16.27-an da kar diqedînim. Heger dereng nemînim, li dora 17.15/30-î da digihîjim mal. Helbet bi şertê neçim derekê, danegerim dikanekê tiştekî nekirim, rast biçim mal.

Li mal jî alîkariye, çêkirina şîvê ye, xwarine, temaşekirina xeberên kurdî, swêdî û tirkî ye, axir set dibe 21.30, 22.00.

A piştî vê seetê, êdî her der kês û fêz dibe, ez diçim mitbaxê û kompîtora xwe vedikim û heta seet donzdan(24.00) hewil didim tiştekî dinivîsim.

Dema dikevim nava nivînan bi piranî seet donzde û nîvê şevê ye. Ji ber vê wexta kêm, gelek caran zêde bi nivîsê da nakevim. Lê wekî din jî çara tuneye.

Piştî ku li ser jiyana xwe ya şexsî min hewqas agahdarî da we û pir hindik gunehê we jî bi xwe anî, niha jî dixwazim çend gotinan li ser olana malpera xwe bibêjim.

Ji ber ku malpera min ne ya xeberan e û ez tenê dinivîsim, loma jî li gor malperên din xwendevanên min hindik in. Heta niha tenê 1403 kesî malper ziyaret kiriye. Li gor malperên din jimar pir hindik e, lê ”rindik” e. .

Xwendevanên min kesên ”întellektuel” û evîndarê kurdiyeke dirist û paqij in. Êdî ji zimanê wek şorbê û gêrmiya gavanan aciz bûne, dixwazin yekcarnan jî hingivê Belîsê tam bikin û tiûtên nuh bibihîzin.

Lê 1500 car jî ji feqîrekî wek min ne xerab e. Bira ji vî 1403 kesî, 403 kes tikînên dubare bin, dîsa dimîne 1000 ziyaretçî. Xwendevanekî gotiye ji malpereke wek ya min ra ev hejmar pir baş e.

Ez jî vê dîtinê qebûl dikim. Bi baweriya min jî reqemeke baş e. Ji ber ku hîn destpêke û ji alî mîzanpaj û layoutê ve jî ji malperekê bêtir, dişibe rojnameya Pravda û belavokên me yên salên 1980-î.

Loma jî ez sipasî hemû xwendevanên xwe dikim.

Heta niha kesî zêde komentar nekiriye, tenê 6 kesan komentarên pir biçûk kirine. Û çend kesan jî ji min ra e-mail şandin. Hewqas.

Yanî olana niviskî pir hindik e. Lê li gor ez dibihîzim gelek kes qala nav û dengê ”hindik-rindik” dike. Kurd wiha ne, naxwînin lê ji devê hev digrin û belav dikin. Yanî nav û dengê min heye, lê kes zêde nizane ez çi dibêjim û çi dinivîsim.

Hin malperan heta niha çend caran qala min kirin û çend nivîsên min jî weşandin. Li vir ez sipasî hemûyan dikim. Heta niha min negotibû lê niha dibêjim, malperên ku bixwazin nivîsên min biweşînin dikanin biweşînin. Lê bi şertê ku dibê navê min ji binî neşiqite. Çimkî gelek caran ”bêhemdî” navê nivîskar ji binî ”dişeqite” û nivîs dibe ya yekî din. Heta niha çend nivîsên min jî bêhemdî bûn yên hinên din.

Min îro qet qala siyasetê û tirkan nekir. Ez nikanim bikim, çimkî seet ji donzdan ra deh heye, dibê herim rakevim.

Tişt nabe, bira îşev jî wiha be. Ezê ji wan ra têkim ser hev.
Yanî bira deynê wan be.

2 kommentarer:

  1. Merheba ..Ez blogg'a te wek analisa roje duxinim.. Xude kir he kurd bi blogg'a ne hisiyane.Yan ye usta ne usta we dest bi blogg'an bikin. Wek malperen kurdi..(kopiyen hevin)
    Malpera'te kurdewariye u bi dile mine. Her cikas analisen rojane mirov ji hedefe u temele probleme durdikeji, nivisndine te hingi xurtin ciye vala tije dike.
    Di ve velvela u hav-havta tirka de me mesela kerkuk'e ji bir kir. U malesef em hatin lisika dijmin..Karibi analisek ser binivsini u bisini malperen kurdiji.Penusa te zer'e...Bi slaven germ u Hurmetek mezin.. Pale Nujen

    SvaraRadera

PARVE BIKE