Extîyarî(kalbûn, pîrbûn), aliyên wê yên xweş jî hene, yên ne xweş jî hene. Baş, xerab ew jî demsaleka jiyanê ye.
Di extîyariyê da dibê meriv qudûmşikestî û tirsonek nebe, vê demsala jiyana xwe jî bi serbilindî bijî. Her tim bihar nabe, di jiyanê da jî demsal hene; xweşikiya her yekê li gorî xwe ye.
Konfuçyus gotiye:
-Extîyarî xweş e, çimkî hûn ji sehneya(ji ser dika) jiyanê dadikevin, lê belê hûn li ser kursîya herî li pêş rûdinin, rehet rehet li lîstikê temaşe dikin.
-Tenê sê babet însan ji te ra rastiyê dibêje. Zarok, serxweş
û însanên hêrsok.
-Zarokên xwe wek berxixan mezin mekin, ji bo ku dû ra wek
pez neyên çêrandin
Şîrazî
-Lawê min, însan ji guhê xwe jahrdadayî dibe, ji her tiştê
te bihîst bawer meke.
-Gelo dostê herî baş kî ye?
Dostê herî baş, gava her kes lêdixe diçe, ew dikeve hundur.
-Bira, kane ne bi dost be, lê belê dost her tim bira ye.
-Wek sitêrkan e dostên rastîn, gava tarîtî wek konekî reş
digre ser her derê, berê ew dibriqin.
-Biratî hevaltiyeke bi zorê ye, lê dostî hevaltiyeke meriv
hildibijêre.
-Yê li dostê bêqusûr digere bêdost dimîne; dibê tu ji xwe ra
kesên wer bibînî, bi kul û kêmasiyên te va ji te hez dike
Wele halê Swêd li hemberî Fransayê xerab e, Fransa 1-0 li pêş
e. Du golên Fransayê jî ji maxa qelê vegeriya. Qelebanê Swêd baş e, çend gol
xelas kirin.
Swêdî baş li ber xwe didin, lê têrê nake, Fransa xurt e, hêvî
dikim çend golên din navêjin.
Xanima min ji hekem pir aciz e, dibêje hekem li Swêd
neheqiyê dike, nabe top tim li ber qela Swêd be, ev hîle ye. Gerek hekem
bibêje, bira hinekî jî li ber qela Fransê be.
Top gilover e, suprîzên topê pir in, lê ez bawer nakim Swêd
kanibe ji têkçûnê xelas bibe.
2026-06-30
Li Iraqê di mala parlamentera jin ya ji fraksiyona Azimê
Hind Ebbasî da 57 milyon dolar pereyê neqdî, 27 kîlogram zêr hatiye girtin.
Xanimê ji xwe ra berbêsîr û derpiyê ji zêr çêkiriye.
Jinên ereb jî di bertîlxuriyê da ji mêran ne kêmtir bûne.


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar