01 juli 2026

Di extîyariyê da dibê meriv tirsonek nebe


Extîyarî(kalbûn, pîrbûn), aliyên wê yên xweş jî hene, yên ne xweş jî hene. Baş, xerab ew jî demsaleka jiyanê ye.
Di extîyariyê da dibê meriv qudûmşikestî û tirsonek nebe, vê demsala jiyana xwe jî bi serbilindî bijî. Her tim bihar nabe, di jiyanê da jî demsal hene; xweşikiya her yekê li gorî xwe ye.

Konfuçyus gotiye:

-Extîyarî xweş e, çimkî hûn ji sehneya(ji ser dika) jiyanê dadikevin, lê belê hûn li ser kursîya herî li pêş rûdinin, rehet rehet li lîstikê temaşe dikin.

-Tenê sê babet însan ji te ra rastiyê dibêje. Zarok, serxweş û însanên hêrsok.

-Zarokên xwe wek berxixan mezin mekin, ji bo ku dû ra wek pez neyên çêrandin

Şîrazî

-Lawê min, însan ji guhê xwe jahrdadayî dibe, ji her tiştê te bihîst bawer meke.

 -Qîmeta însanê baş rojekê yên ne baş ewê nîşanî we bidin.

-Gelo dostê herî baş kî ye?

Dostê herî baş, gava her kes lêdixe diçe, ew dikeve hundur.

-Bira, kane ne bi dost be, lê belê dost her tim bira ye.

-Wek sitêrkan e dostên rastîn, gava tarîtî wek konekî reş digre ser her derê, berê ew dibriqin.

-Biratî hevaltiyeke bi zorê ye, lê dostî hevaltiyeke meriv hildibijêre.

-Yê li dostê bêqusûr digere bêdost dimîne; dibê tu ji xwe ra kesên wer bibînî, bi kul û kêmasiyên te va ji te hez dike

 XXX

Wele halê Swêd li hemberî Fransayê xerab e, Fransa 1-0 li pêş e. Du golên Fransayê jî ji maxa qelê vegeriya. Qelebanê Swêd baş e, çend gol xelas kirin.

Swêdî baş li ber xwe didin, lê têrê nake, Fransa xurt e, hêvî dikim çend golên din navêjin.

Xanima min ji hekem pir aciz e, dibêje hekem li Swêd neheqiyê dike, nabe top tim li ber qela Swêd be, ev hîle ye. Gerek hekem bibêje, bira hinekî jî li ber qela Fransê be.

Top gilover e, suprîzên topê pir in, lê ez bawer nakim Swêd kanibe ji têkçûnê xelas bibe.
2026-06-30

 XXX

Li Iraqê di mala parlamentera jin ya ji fraksiyona Azimê Hind Ebbasî da 57 milyon dolar pereyê neqdî, 27 kîlogram zêr hatiye girtin. Xanimê ji xwe ra berbêsîr û derpiyê ji zêr çêkiriye.

Jinên ereb jî di bertîlxuriyê da ji mêran ne kêmtir bûne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar