20 november 2024

Şansê min îro baş meşiya

Şikir, telefona min bê qeza, bê bela îro hat girêdan. Min operator guhert, ji TELE2 çûm ba Comvîqê.

Dibê min îro sîm-karta xwe biguherta, lê min nizanîbû. Ez ditirsiyam numreyên di telefona min da wenda bibin. Ji bo wê jî min dixwest yekî hoste biguerîne.

Ez çûm dikanek telefonfiroş. Xortek li wir bû, min derdê xwe jê ra got.

Min got xêra xwe sîm-karta min biguherîne, lê bira numreyên di telefona da wenda nebin.

Camêr got, heger numre di telefonê da bin tişt pê nayê, lê heger di sîm-kartê da min xelaskirina wan nemimkûn e.

Li jimara numreya nêrî, got do ser 600 numre hene, guherandin ceriband, got problem tune ye, numreyên te hemû di telefonê da ne.

Min sipasî camêr kir û got heqdestê te çiqas e?

Got, tu heq meq ne lazim e, ev rûkeniya te têrê dike.

Min got, mala te ava be, te çêyiyek baş bi min kir. Berî ez xatir jê bixwazim min li navê wî pirsî, min got navê te bi xêr?

Got, ”navê min Nûbar e.”
Min got, ma qey tu kurd î?

Got, ”ez ne kurd im, ez ermenî me. Lê bavê min ji Zaxoyê ye.”

Min got, kêfxweş bûm, em merivên hev in. Nûbihar, yanî bihar nû. Kovereka bi kurdî jî navê wê Nûbihar e. Careke din mala te ava û min xatir jê xwest û hatim malika xwe.

Nuha telefona min wek seetê dixebite, êdî ezê her meh 300 kronî nedim Tele2

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE