Li daristanê, li ser guliyê darekê beytikekê(çivîkekê) ji xwe ra hêlînek xweşik çêkiribû, bi kêf û şahî di hêlîna xwe da dijiya.
Ji sibê hetanî dinya tarî dibû ji ser wê darekê difiriya ser dareka din.
Bi vî hawî bextewariya xwe nîşan dide. Kêf kêfa wê bû, daristana mezin ya wê
bû.
Rojekê li daristanê bahozek, bagerek wer rabû hey hewar, hîmîn û xuşîn ket nav
daristinê, gelek dar wergeriyan.
Beytika(çivîka) biçûk ji hêlîna xwe derket, çû li erdê xwe ser piştê dirêj kir û herdu nigikên xwe yên zeîfokî, wek qirşika berbî hewa ve bilind kir.
Rûvî bi lez diçû qulika xwe, dema beytik li ser piştê, nig li hewa, li erdê dît matmayî ma, çû balê, bi meraqdarî jê pirsî:
-Beytika delal, ma tu çi dikî, te çima xwe li ser piştê li erdê dirêj kiriye?
-Beytikê got:
-Birakê rûvî, ez ditirsim ezman biqelişe, bi ser dinyayê da bikeve, vê daristanê, her tiştî, her kesî bipelixîne; însanan, heywanan, teyrû tuyan gişan bikuje. Ji bo ku ev felaket nebe, ez bi nigên xwe ezmên paş da tahm didim, dinyayê ji vê bobelata mezin diparêzim.
Rûvî nizanîbû çi bibêje, keniya, got:
-Ezman(asîman)li ku tu li ku? Ma tu yê bi van çîpikên xwe yên ziravoçkî ezmên li hewa bigirî, nehêlî bikeve?
Beytikê guh neda gotinên rûvî, bi nigên xwe yên li hewa tahmdana xwe domand, got:
-Birakê rûvî, belkî tu rast dibêjî, lê tiştê ji dest min tê ez dikim. Ez ji vê dinya bêserî û bêdawî, ji vê daristana xweşik hez dikim, lema jî dixwazim wan biparêzim. Tiştê ji min tê ez dikim, ezman dikeve nakeve êdî ne sûcê min e…
Ez zanim bi nivîsên min, bi xebata min Kurdistan avanabe, lê tiştê ji mmin tê ev e. Tiştê ji destê min tê ez dikim, zû çêbe, dereng çêbe ew ne sûcê min e. Min tu xemsarî û ser sarî nekiriye...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar