Do bi şev di konferansa Dîakurdê da min gelek nas, dost
dîtin, me bîstekê sohbet kir û bi hev ra çend risim girtin.
Hin heval ji bajarên din, ji welatên din hatibûn. Gewran Goyîyê hêja ji Fînlandiyayê, Aledîn ji Almanyayê.
Di konferansê da 3 panel hebûn. Panela 1´ê bi navê "Peymana Lozanê, rûreşiyeke netweyî li hemberî netewa kurd û doza huqûqî ya Dîakurdê li hemberî dewleta tirk.Kurdo Baksî moderator bû. Abûqat Ridvan Dalmîş û abûqat Hişyar Ozalp di heqê prosesa gilîkirinê da agahî dan.
Abûqatan li ba Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyê kirine. Gilî hatiye qebûlkirin. Di panela 2´a da li ser yekîtiya kurdan hat peyivandin. Osman Aytar, Dr. Nûbîn Cizîrî û Dr. Mîna Sedem peyivîn.
Di panela 3´a da li ser berpirsiyarî û astengiyên dîaspora kurd hat peyivîn. Moderator Keya Îzol bû.
Alî Çîftçî, Kamran ji Kîkan, Welat Nehrî, Nesrîn Rojkan, Hîwa Shîwanî, Vîldan Tanrikulu peyivîn. Dûra jî xelat dan çend keç û xortên li Swêd serketî ne.
Mala Zinar Soran ava be, camêran ev risim ji min ra şandiye.
Ji milê çepê: Ez, Sidqî Hirorî, Newzad Hirorî, Cemal Alamdar, Zinar Soran.
Di dema sohbetê da hin camêran rismê me girtin. Bi xêra
civînên wiha meriv nas, dost û hevalan dibîne. Êdî ya di rojên wiha da, ya
şînan da em hevdu dibînin.
XXX
Tirkên CHP´ê û AKP´ê li ser kî hevalê Fetullah Gulen bû bi hevdu ketine, hevdu îfşa dikin.
Dizên bîstana li hev mukur tên zivistana. Giş mişkên yek
qulikê ne. Lema baş hevdu nas dikin.
Di medyaya sosyal da rismên hevdu yên bi hevalên Gulen ra,
sohbetên di telewîzyonên Fetullah Gulen da kirine belav dikin. Bi vê minasebetê
hafiza me tjî teze dibe.
Lê ew van tiştan belav nekin jî em wan jî, Fetullah Gulen û
hereketa wî jî baş nas dikin, em zanin Fetulah Gulen merivekî pantirkîst bû,
neyarekî kurd û Kurdistnê bû û hûn jî heval û heyranê wî bûn.
Lema tiştên belav dikin ji bo me ne surprîz e, ev şerekî wan
e, ew pîsiyên xwe yên hatibûn jibîrkirin îfşa dikin. Gelekên berê mirîdê Gulen
bûn îro wezîr in, berdevk û berdilkê hukûmetê ne.
XXX
Gelî îspanyol numûneyeke muhteşem, bêemsal nîşanî dinyayê
dide. Bi hezaran îspanyî tevir, bêr, carût, şirtên wan, satilên wan di destên
wan da diçin gazî û hawara Valansîyayê.
Meriv dibe heyranê fedekariyîke wiha. Miletê kurd jî di
qetlîama Helebçeyê da, di dema êrîşa Daîşê da fedekarî û piştgirîyeke wiha
nîşan da.
Kesên diçin hawara Valensîyayê pîroz dikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar