Qiralê Îspanyayê Felîpe û xanima xwe qiralîçe Letezîa îro dema çûn serdana herêma Valencîya ya herî bêtir zirar dîtiye Paîrporta yê, xelkê ew protesto kir, siloganên ”qatil, qatil, biteqize, ji vir here !” olan da.
Kevir avêtinê, çamûr avêtinê, ew di nav gerekê da hîştin. Serê notirvanekî wî şikiya.
Lê qiral Felîpe ne xwe aciz kir, ne wira terikand, ne jî hîşt pûlis tahdê li xelkê bike. Bi sebir li xelkê guhdarî kir.Heger eynî tişt li Tirkiyê, li hemberî Erdogan were kirin pûlis ewê bi copan bi însanan kevin, gelekan seqet bikin û bi dehan jî bigrin bin çavan.
Di rewşên wiha da meriv ferqa medenîyetan û dîktatoran dibîne. Medenîyet, demokrasî ne tenê nav û sîstemeke, kultureke. Ev kultur, ev medenîyeta li ba civatên paşdamayî û dîktatoran tune ye.
XXX
-Heger miletek bêşerefiya, namerdîya, dizaiya, virekiya kesên li ser hukim ji ber ku fikrê wan yek e ji nedîva tê, wî miletî dilpakîya xwe, fazîleta xwe wenda kiriye.
Miletê fazîleta xwe ji dest bide rojekê ewê welatê xwe jî ji dest bide.
//7Niccolo Machiavelli
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar