28 september 2024

Tê gotin Îranê Hassan Nasrallah firot

Du roj berê meleyekî şîî di telewîzyona El Arabîyeyê da ji serokê Hizbullahê Hasan Nasrallah ra gotiye:

”Hassan Nasrallah, wesîyeta xwe binivîsîne. Îranê tu û gurûba te firot. Heger tu bizanîbe li hemberî serê te çi peyman çêkirine her tişt ewê belovacî bibe. Yên Qudsê nîşanî te didin tu firotin. Hêvî dikim di demek nêzîk da tu viya bibînî…”

Bi baweriya min ev bêbextî ji meleyên îranî tê. Kanin tiştekî wiha bikin. Ji bo kara xwe namerdiya nekin, kesê nefroşin tune ye.

Ez dibêjim tiliya Îranê di kuştina Îsmaîl Hannîye û di teqîna têlsizên Hizbullahê da jî heye.

Çimkî têlsiz Îranê dane Hizbullahê. Tew belkî wan bi xwe teqemenî xistibinê.

Yanî Îranê bi vê riyê bi Amerîkayê û bi hin welatên Ewrûpayê ra hin peyman çêkiribe. Hin ambargoyên li ser xwe rakiribe.

Ev jî edresa lînka wê kanalê ye

XXX

Li gorî beyana artêşa Îsraîlê, serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah di êrîşa do êvarî da li Bêrûdê hat kuştin.

Ji ber ku artêşa Îsraîl jî dibêje hatiye kuştin, dibe ku kuştina wî ne derew be, rast be.
Lê ne mimkûn e Hesen Nasrallah tenê hatibe kuştin, miheqeq taximên Hizbullahê jî pê ra bûye, ew jî giş hatine kuştin. Ev tê maneya qedandina Hizbullahê.

Hesen Nasrallah 30 sal e Hizbullahê îdare dike û li Bêrûdê bûye dewleteke di nava dewletê da.

Çend roj berê min got tiştê hat serê Hamasê ewê were serê Hizbullahê jî. Texmîna min rast derket. 

Îsraîl bi kuştina Hesen Nasrallah tenê nasekine, ewê milîsên Hizbullahê gişan ji Lubnanê paqij bike. Meriv kane bibêje Hizbullah êdî li ber qedandinê ye. Meleyên Îranê kanin helawiya Hizbullahê belav bikin.

Lubnanî jî viya dixwazin. Rojnamegerên swêdî dibêjin lubnanî hêvî dikin Îsraîl wan ji Hizbullahê xelas bike. Ewê wer bibe.
Li Idlibê, li Libnanê xelk kuştina Hesen Nasrallah bi govend û şahî pîroz dike, şîraniyê belav dikin.
Yanî paqijkirina Libnanê ji Hizbullahê bi dilê erebên sûnî ye. Lema bêyî Îraqê û Hûtiyên Yêmenê welatên ereb yên din kes dengê xwe nake, kuştina Nasrallah bi dilê gişan e. Ji bo qedandina Hizbullahê ereb piştgiriya Îsraîl dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE