28 september 2024

Çi kar ji destê meriv were baş e


Min îro ji betalî ji xanimê ra pastake sêva çêkir. Helbet wê tenê nexwar, min jî pê ra xwar. Sosa wê jî li mal hebû, me sos jî lê kir. Li ber qahwê xweş bû. Li welêt ba me yê ban cîranekî bikira, me yê bi hev ra bixwara. 

Di hewşa me da dareke sêvan heye. Îsal pir girtiye, gulîyên dara feqîr di bin da şikiyan. 

Min 20-30 kîlo jêkirin, lê hîn hewqas pê va heye.
Li welêt ba minê cîranên bihatana ji xwe ra top bikirana. Li vir kes nayê. 

Du malên kurdên Konyayê hene, belkî ez bibim bidim wan.
Xanim ji heqê tiştê wiha nayê, çêkirina pasta, peqlawe, qedayîf, şîraniyan beşê min e. 

Ez li kitêban û li netê dinêrim û çêdikim.
Pasta neqediya, emê sibe jî bidin ber qahwê, lê biçêrin.

XXX

Li Stockholmê ji nişka ve bû ximîna zîpikê. Nîv seet berê jî hewa xweş bû, bi carê da bû ewr û baran û dûra jî zîpikê dest pê kir. Hewşa me sipî boz bû.

Min bîriya zîpikê kiribû, ji zûda ye min nedîye. Tim baran nabe, bira carê jî zîpik be.

XXX

Pirtukakurdi %50 erzanî kiriye, fersend ev fersend e, herin ji zarokên xwe ra Hebû Tunebû´yekê bikirin.

Bira zarokên we xwendina kurdî fêr bibin, kurdîya xwe bi pêş xînin û aşînayî edebîyata kurdî û xemîşokên kurmancî bibin.

Wek welî, dê û bav ev wezîfeya we ye.

XXX

Do ne pêr li Stockholmê dinya pir xweş bû, 20 derece germ bû. Xelk tena pîya, bi îşligê pîkin digeriya. Hinekan xwe dabûn ber rojê. Wek rojeka biharê bû, meriv dixwest wek mirîşka xwe bide berberoşka.

Lê êvarî bû baran, ji ximîna wê di hundur da meriv hêbetula dibû.
Ji pêr da ye germîyan daketiye û wer baran e. Geh vedike, geh dibare.

Yanî havîna dereng qediya, payiza devşil hukmê xwe nîşan da.

Lê bi ya min ximîna baranê dengekî xweş e, ez jê hez dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE