21 augusti 2023

Tirkiyê Efrîn dagir kiriye em bi hev ketine


Tirkiyê 5 sal berê Efrîn dagir kir. Di parastina Efrînê da bi sadan keç û lawên kurd şehîd ketin.
Bi dehhezaran kurd ji bo ku ji qetlîamên mezin xelas bibin ji Efrînê koç kirin.

Tirkiyê nuha jî dest pê kiriye navên gundan diguherîne, navên tirkî li gundan dike, tabeleyan dike tirkî.

Tiştê Tirkiyê li bakurê Kurdistanê kiriye, li Efrînê, li Serê Kaniyê, li Girê Sipî jî dike, wan herêman jî bi tirkiyê ve girê dide, navên gundan dikin tirkî.

Hin kurdên bûne heval û mitefikên Tirkiyê û çeteyên îslamî li guhertina demografîya Kurdistanê temaşe dikin.

Yên li hemberî vê dagirkeriya Tirkiyê bêdeng bimînin piştgiriyê didin dagirkeriyê, dixwazin kurd azad nebin, Tirkiye dagirkeriya xwe bidomîne.

Ibrahim Hali Baran gotiye min twîttek li ser dagirkirina Efrînê nivîsî, di bin nivîsê da du gurûb bi hev ketin.

Gurûbek dibêje berpirsiyarê dagirkirina Efrînê PKK ye, çimkî PKKê Efrîn teslîm kir.

Gurûba din jî sûc dixe hustuyê Mesûd Barzanî, dibêje musebîb ew e.

Dûra herdu gurûb bi hev ketine, gotinên ne xweş ji hev ra gotine.
Ji dagirkeran ra tiştekî nabêjin, bi hev dikevin.

Ne di mesela Efrînê tenê da, di her meselê da wiha ye, hevalên PKKê û yên PDKê ji dêlî bi hev ra şerê dewleta dagirker, dijminê xwe yê mişterek bikin, êrîşî hev dikin.

Ev ne tu hawe ye, zirarê dide me. Dibê em berê xwe bidin dijminê xwe.

XXX

Wezîrê Parastinê yê berê yê Amerîkayê Christopher Miller di 16ê mehê da çûye rojavayê Kurdistanê û bi fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û berpirsên HSDê yên din ra hevdîtine kiriye.

Serdana Christopher Miller a Kurdistanê gelkî muhîm e. Ez pir kêfxweş kirim.

Christopher Miller wek turîst neçûye Kurdistanê, miheqeq ji bo karekî muhîm ew şandine wir.

Bêyî Amerîkayê kes nikane êrîşên Tirkiyê rawestîne û kurdan di nava keriyên gurên har da biparêze.

Înşela PYD, YPG şaşiyekê nekin û dostî û hevkariya xwe ya bi Amerîkayê ra xurttir û saxlemtir bikin.

Amerîka, Fransa ne li pişta kurdan bin Tirkiye ewê seranserê rojaavayê Kurdistanê dagir bike, bike Efrîn û Serê Kaniyê.


XXX

Fermandarê Hêzên Hevpeymanan ên Îraqê û Sûriyeyê Matthew McFarlane careke din gotiya dawî ji serokên PDKê û YNKê ra gotiye:

“Eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê reform û sozên dane neke, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ewê alîkariyên leşkerî û ewlehiyê berdewamneke.”

Pir baş e, hêvî dikim ev cara dawî be, careke din mudetê dirêj nekin. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE