21 augusti 2023

Kurdên hînî bindestiyê bûne êdî jê aciz nabin

Gava miletek demeke dirêj, çend nifşan bindest dimîne fêrî jiyana bindestiyê dibe, êdî ji bindestiyê nerhet û aciz nabe. Çimkî jiyaneke azad, serbixwe nedîtiye, çavê xwe çend nifşan di bindestiyê da vekiriye.

Însanê hingiv tahm nekiribe nizane tahma hingiv çawa ye.
Salên dirêj ên bindestiya tirkan û Tirkiyê kurd hînî, hogirî bindestiyê kirine.

Piraniya kurdên bakurê Kurdistanê êdî ji dagirkeriya Tirkiyê, ji bindestiya tirkan nerehet nabin. Tew nizanin bindest û kole ne.

Xelasiya ji bindestiyê, azadî û serxwebûn qet nayê bîr û bala wan, fikir, hest û daxwaza xelaskirina welatê xwe pê ra nemaye.

Derdê wî, leca wî, keftelefta wî tenê ji bo debara wî ye, ji îdareye tirkan aciz nabe, nabêje çi îşê van tirkan li welatê min, li gundê min, li bajarê min heye?

Çima zarokên min ne bi kurdî, bi tirkî perwerde dibin?
Çima dewleta tirkan, meclîsa tirkan, dibistan û zanîngehên tirkan, pûlis û leşkerên tirkan hene, çima yên min tune ne?

Bi milyonan kurd van pirsan ji xwe nakin, çimkî ew hiş, ew ruh, ew fikir pê ra nemaye.

Lema jî pir rehet dibin hevalê partiyên tirkan, rayên xwe didin wan, ji siyasetmedar û serokên tirk hez dikin, ji bo wan neyartiya kurdên azadîxwaz, serxwebûnxwaz dikin.

Çimkî êdî tu ferqê di nabêna kurd û tirkan da nabînin, bi çavê dagiekeran li pûlis, leşker û mamûrên tirk nanêrin, nizanin welatê wan hatiye dagirkirin û ew jî bindest in.

Bûye mankurt, bûye koleyekî bêşiûr haya wî/wê ji xwe tuneye. Çimkî di her warî da asîmîle bûye, kurdbûna xwe ji bîr kiriye, êdî bûye tirk, dixwaze bibe tirk.

Ji bo ku mankurt were ser hişê xwe jê ra ”şokterapîyek” pir cidî lazim e.
Dibê serî wî, mejiyê wî ji fikir û îdeolojiya mankurtiyê were paqijkirin, dibê ruh û şiûrê kurdayetiyê şiringayî mejiyê wî/wê bibe. Dibê bibe kurd.

Ev jî bi kurdperwerîyê, bi fikir û îdeolojiya nasyonalîzmê dibe.
Mankurtê hiş berdaye, dibê were ser hişê xwe, dibê xwe û dijminê xwe nas bike.
Meriv ji dagirkeriya welatê xwe, ji bindestiya xwe aciz nebe ya ne merivekî normal e, ya bêhiş e, ya dîn e, ya jî xayin e.

Baş e kî yê kurdê bêhiş bûye, kurdê dijminê xwe nas nake, kurdê bûye mankurt bîne ser wî û şiûreke netewî bidê ?

Partiyên siyasî, siyasetmedar, serok û întellektuelên kurd, zana û alimên kurd ewê viya bikin. Dibê viya bikin.

Dibê kurdên hînî bindestiyê bûne, kurdên tirkan ji xwe ra kedî kirine, kurdên bûne mankurt şiyar bikin, ji bo ku kurd jî wek miletên din bindestiyê qebûl nekin, doza serxwebûna xwe bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE