20 augusti 2023

Heger dewleta me hebûya jinên kurd jî kanîbûn bibin şampîyon


Di futbolê da Kûpa Cîhanê ya jinan bû qismetê Îspanya yê. Kûpa li xanimên îspanî bimbarek be.

Îspanyayê di fînala Kûpaya Cîhanê ya Jinan a 2023a da Îngiltere 1-0 bir û bû şampiyon.

Îspanyayê zêr, Îngilterê zîv, Swêd jî bronz/tûnc girt.

Ne Îspanyayê, ne jî Îngilterê hetanî nuha tu carî fînala Kûpa Cîhanê nelîstine, ev cara pêşî bû herdu welat mabûn fînalê. Olga Carmona bi gola xwe ya pir xweşik Kûpa Cîhanê bir welatê xwe.

Îspanyayê penaltiya xwe jî şewitand, lê qeleparêza Îngilterê pir jêhatî bû, golên sedîsed xelas kirin. Penaltî jî wek pisikê xwe çindî ser kir û girt.

Qeleparêza Îspanyayê jî pir baş bû, wê jî çend xelaskirinên muhreşm kirin.

Di futbolê da jin pir bi pêş ketine. Bi baweriya min ji temaşekirina li futbola jinan ji ya mêran xweştir e. Mêr pir sert dilîzin, carnan dibe wek herbê.

Jinên kurd ji yên îspanî, îngilîz û swêdî ne kêmtir in. Lê ji ber ku dewleta me tuneye jinên kurd ewê tu carî nikanibin beşdarî fînala cîhanê bibin û madalya zêr bigirin.

Ji bo ku jinên kurd jî beşdarî kûpaya cîhanê ya futbolê bibin dibê em miheqeq Kurdistanê ji dagirkeriyê xelas bikin, em jî bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Gerek her kurd tim viya xeyal bike. Gerek ev xeyal tim di serê me da hebe, ji ber ku em bindest in, ji ber ku dewleta me jî tuneye em li ber xwe kevin, şerm bikin.

XXX

Min av bi ber dilê xwe direşand, min digot ev çend roj in deng ji serokê Tirkiyê dernayê belkî problemeke wî heye, lema dengê wî li Tirkiyê olan nade.

Texmîna min ji kok û asas da şaş bûye, mêrik hîn li ser xwe ye.

Dîyar e taktîk guhertiye, carnan xwe beta dike, westa xwe digire

Nuha min xwend tu problema wî tuneye, mêrik sipî saxlem e û çûye Macarîstanê, ba birakê xwe Vîktor Orban.

Vîktor Orban û serokê mezin şûrkêş û paşmêrên Pûtîn in. Qey ji bo tanzîmkirina stratejiyek neh çûye ba birakê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE