Jinik û keça xwe ya pir bedew bi hev ra çûn ser bijîşk/tuxtor. Bijîşk ji keçikê ra got:
-Ji kerema xwe kincên xwe ji xwe bike!
Diya keçikê mizicî, got:
-Ya nexweş ez im, ne ew e.
Bijîşk got:
-Ê wê demê zimanê xwe derxe û bibêje a, a, a...
Hewcedarî
Lêwik dîyariya roja bûyina xwe ansîklopedîya AnaBrîtannîca
ji bavê xwe xwest. Bavê wî kenîya got:
-Tu yê ansîklopediyê çi bikî? Qey te ji bîr kiriye xwenga te
bi profesorekî ra dergîstî ye?
Parêz
Bijîşk jinika şîşman miayene kir û jê ra lîsteyek parêzê
çêkir:
-Xurîniyê qetek nan û sed xiram penêr. Nîvro xiyarekî biçûk,
firingîyek û sed xiram goştê xaşandî. Êvarî jî qedehek şîr, nîv sêv û mûzek
biçûk bixwe.
Jinikê bala xwe da lîstê û pirsî:
-Tuxtor beg, ez vana berî xwarinê, ya jî piştî xwarinê bixum
?
Jinik û mêrik li hev nedikirin, bi şev û roj şerê wan bû.
Dawiya dawî rojekê ji cîranan yekî ji mêrik ra got:
-Bira, bi Xwedê pisik û kûçikê me ji we bêtir li hev dikin.
Derdê şerê we nayê kişandin.
Mêrik mizicî, got:
-Mimkûn e. Lê hela tu pisik û kûçik li kêlek hev girê bide,
wê demê tu yê bibînî çi qiyamet radibe !
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar