Piraniya nufûsa Tirkiyê mahcirên ji Balkanan, Kafkasan û qereçî
ne. Qismek jî ereb in.
Lê giş helîyane, teslîm bûne, xwe tirk dihesibînin. Lê ne tenê xwe tirk dihesibînin, di ser da bûne faşîst û nasyonalîstên tirk û neyarên kurdan.
Îcar gava kurdek dibêje ez
kurd im, wek wan eslê xwe înkar nake dîn dibin, har dibin, kef û girêz bi devê
wan dikeve, êrîşî kurdan dikin; dixwazin kurd jî wek wan bibin heramzade. Ev yek gelşa piraniya
tirkan e.
Kurd tu carî teslîm nabin, serê xwe natewînin û dev ji micadala azadî û serxwebûna xwe bernadin.
Çimkî kurd wek wan ne mahcir in, miletê kurd miletekî qedîm e, berî tirk wek koçer werin vê coxrafyayê kurd xwediyên vê axê bûn. Kurd li ser axa
xwe ne, welatê wan Kurdistan e û tu carî jî nabi tirk.
Konseya Yekîtiya Ewrûpayê mueyîdeyên, cecayên li ser Tirkiyê
saleke din dirêj kiriye.
Ewrûpiyan heta nuha bi toleransa xwe, bi perê xwe, bi
sîlehên xwe tirk pir gewî û aşûnî kirin. Tirk hewqasî aşûnî bûn li herêma xwe,
xwe wek dîkê qoqo hesibandin, bela xwe di gelek cîranên xwe dan, bi
zirtebozîyên xwe xwestin her kes serê xwe ji wan ra bitewîne.
Lê ewrûpîyan êdî fêm kirine vê tolerans û kêmaqliya wan,
tirk zêde har kirine, tirk êdî ne ji bo cîranên xwe tenê, ji bo Ewrûpayê jî
talûkeyeke pir mezin in. Tirk êdî dixwazin wek dewlet bi xeraca rêbiriyê, bi
xûgiyê, bi çetewariyê bijîn.
Tirkiye îro di çavê dinyayê da, di her warî da dewleteke pir
talûke û merkez û kana çeta ye.
Lema jî ewrûpî hêdî hêdî kumika wan jê dikin, dev ji
toleransa xwe berdidin. Heger ewrûpî dawiyê bidin toleransa xwe, pera û sîlehên
didin tirkan ji ser wan bibirin, ewê bi parsê kevin.
Helbet Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê wek em dixwazin alîkariya me nakin, rast û çep lêdixin, li gorî berjewendiyên xwe hereket dikin. Lema jî heqê me ye em gazinan ji wan bikin, wan rexne bikin.
Lê kurdê, ya jî kurda dijminatiya Amerîkayê û Yekîtiya
Ewrûpayê bike şaşiyeke mezin dike, ya kar û zirara xwe nizane, ya pir cahil e,
ya jî totikvala ye.
Ruyê reş ne hewceyî tenêyê ye. Tirk him rojê çend balafiran neqlî Belarusê dikin, him jî Çavuşoglu sond dixwe, dibêje me tiştekî wiha nekiriye.
Carê xwe hetikandine, şerm li ba berpirsiyaran nemaye. Lema
jî her derewê dikin, qet ne xema wan e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar