05 augusti 2021

Li Tirkiyê hukûmet haziriya qetlîama kurdan dike

Li Tirkiyê, li herêmên şewat lê heye tirk riyan dibirrin, nasnameyên(huwîyetên)xelkê saxî (kontrol) dikin û kurdan, kesên ji Kurdistanê lînc dikin.

Di vîdeoyekê da bi şev li derekê erabeya kurdekî sekinandibûn, bi daran, bi bêran, bi keviran, çi bi destê kê keta li erebê dixistin.

Ev çend roj in xeber û vîdeoyên bi vî rengî di medyaya sosyal da belav dibin, dewlet, hukûmet lê temaşe dike. Midaxeleyî çeteyên rêbir nakin, nabêjin rêbirrî sûc e, heqê kesî tuneye riyan bibire, li nasnameyên însanan bipirsinm saxî bikin.

Kurdên wek karkir çûne aliyê Tirkiyê dibê tavilê ji nav van gurên har derkevin, vegerin welatê xwe.
Wer xuya dike hukûmet li pişt van çeteyên rêbirr e, ew wan berra kurdan didin. Min do jî got, rewş pir talûkeye.

XXX

Li Tirkiyê rewş pir talûke xuya dike, her kes heta ber dev tije bûye, wek bombeyeke li ber teqînê ye.

Fena ku her gav kane her tişt bibe. Ditirsim "Pogroma 6-7ê Îlona 1955a ya li dijî rûman, vê carê li hemberî kurdan dubare bikin.

Dibö rêxistinên kurdan şiyar bin. Partiyên kurdan, serokên kurdan dibê bi hev ra bi hukûmetê ra bipeyivin, vê kîn û nefreta li dijî kurdan daxînin, vê atmosfera talûke nerm bikin.


XXX

Erdogan îro çûye mala Devlet Bahçelîyê qebîh.

Ne Bahçelî, Erdogan çûye ber nigê wî û him jî li mala wî. Di viya da îşek heye.

Du zebanî ji xêrê ra nayên ba hev. Bi texmîna min mijara wan a sereke dîsa kurd in.

 

XXX

Roj hene wek salan dirêj in, sal hene wek rojan kin in. Ev sê çar sal in roj bi min wek salan dirêj tên.

Roj ji rojê xerabtir e, ji tu beşî, ji tu alî da xebereka xêrê, xeberaka dilxweşkir nayê.

Qey tiştên baş, xeberên xêrê giş dikevin ser hev, rojekê ewê giş bi hev ra bi ser me da bibarin. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE