06 augusti 2021

Nikane here mal

Yê masîvan ji sibê da bû şewka wî di da bi sebir li qeraxa bahrê rûniştibû, li hêviyê bû çend masîyan bigre, lê masî tunebûn.

Vê yekê bala kelekvanekî kişand, bi rûkenî jê ra got:

-Birayê ezîz, qet xwe newestîne, îro masî tuneye.

Mêrik got:

-Wele heta ez çend masîyan negirim ez nikanim herim mal.

Kelekvan got:

-Ji bo çi?

-Çimkî jinikê ji min ra got, heger tu îro bêmasî, destvala vegerî, ez sond dixum nigê te bi hundur nebû!

Kelekvan kenîya, got:

-Birako, çima tu nabêjî jinikê tu ji mal qewitandîye haya te ji te tuneye.

 

Qeza

Du heval li bajêr rastî hev hatin. Piştî silav û halpirsînê, yekî got:

-Min bihîst, dibêjin Şêxo bi erebê qeza kiriye. Geleo çawa bû, haya te jê heye?

Hevalê wî got:

-Bala xwe bidê, tu vê dara çinarê ya hember dibînî?

Hevalê wî got:

Erê, ez dibînim.

-A Şêxoyê me ev dara tu dibê ecêb a tu dibînî nedîye, erebe lê qelibandiye.

 

Bêxewîya deyndarîyê

Mîşonê yahûdî deyndarê Îzhaq bû. Ji ber ku nikanîbû deynê xwe bida bi şev xew nediket çava. Êvarekêê Îzahaq li derîyê Mîşon xist û deynê xwe jê xwest. Mîşon got:

-Ez perê te nadim !

Îzhaq matmayî ma, got:

-Çima tu nadî?

-Heta nuha bi şev xew nediket çavê min, ji bo ku ji nuha pê da xew nekeve çavê te jî!

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE