06 augusti 2021

Em çûn serdana xortên xwe


Do piştî danê nîvro ez û xanim çûn zîyareta lawkê xwe yê biçûk Rojen. Min ji bîr kir do qala vê gerr û seyrana me bikim; ma rojekê bi derengî.

Carnan pir tişt dikevin ser hev, ez hinan ji bîr dikim.
Karê wî li Stockholmê li dera herî xweş e, li Rîddarholmenê ye.

Rîddarholmen, herêmeke mirwarîya(încîya) Stockholmê ye, meriv ji gerra wê têr nabe.

Rîddarholmen


Xortê me li Mahkima Temîzê(Kammarrätten) dixbite. Bîna wê muhteşem e, meriv dibe heyran.
Rîdarholmen giraveke di orta bahrê da ye û çarhawêlî wê jî avahiyên tarîxî ne. Me du risim girtin.




Em gelkî gerîyan, me gelek derên xweş dîtin. Em di ser pira Rîdarholmenê ra çûn bajêr. Li bajêr em çûn aşxaneyeke Îtalî, min pîzza xwar, xanimê û Rojen jî pasta xwarin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE